DAIŞ'ê li gundên Til Hemîs komkujî kir
NALÎN DÎCLE - QAMIŞLO Şêniyên gundên Til Hemîs ên ji aliyê hêzên YPG'ê ve ji DAIŞ'ê hatin rizgarkirin, hovîtiya çeteyan vegotin. Gundiyan diyar kirin ku çeteyan gefa serjêkirinê li wan xwarine û anîn ziman ku jin jî rastî destavêtina çeteyên DAIŞ'ê hatine.
YPG'ê di 13'ê Îlonê de li hemberî 19 gundên li sêgoşeya Til Hemîs, Tirbespiyê û Qamişloyê operasyon lidar xist. Dema me ev operasyona sê rojan dewam kir şopand, em rastî rewşeke hovane hatin. Gundiyên ku me mîkrofona xwe dirêjî wan kir, ewqasî tirsiya bûn ku nedixwestin em dîmenên wan bikşînin. ji me re gotin, "Eger em biaxivin wê xizmên me yên din bikujin, eger hûn naxwazin em nemirin, hingî dîmenê me nekişînin."
Gundiyan bi nav rondikên çavan de komkujî û zilma çeteyên DAIŞ'ê vegotin. Jinan digotin, "Çavberdana li namûsa namûsa xelkê, talankirina malên wan, zilma li mirovên mesûm, guneh e. Kîjan Misilman vê nizane. Xwedayê min gelo em dûayê ji heman Xwedayî re dikin."
JI BO ZILMA DAIŞ'Ê RAWESTÎNIM TEVLÎ YPG'Ê BÛM
Di roja sêyemîn a şer de Gundê Şermox ji aliyê YPG'ê ve hat rizgarkirin. Em li wesayîteke ku derdora wê bi heriyê hatibû girtin siwar bûn û bi lez çûn Şermoxê. Gava me xwe gihandin gund, şervanên Ereb ên di nava hêzên YPG'ê de bala me kişandin.
Mejdel Rîfa El Hesen, zilman li malbata wî hat kirin û sedema tevlîbûna li nav refên YPG'ê bi van gotinan anî ziman: "Ez ji gundê Şermox Ceryan im. Ji malbata Ceyran im. Çeteyên DAIŞ'ê gundê me valakirin. DAIŞ dema ket nava gundê me ji me re got, 'Ya hûn ê alîkariyê bidin me yan jî em ê serê we jê bikin û tevahiya malbata we tine bikin'. Zilmek giran li me kirin, malên me talan kirin, şewitandin. Hin mal jî bi teqemeniyan teqandin. Şêniyên gund bi zorê ji gund hatin derxistin, malên me şewitandin, jinên me birin."
El Hesen diyar kir ku DAIŞ a li mirovên bêguneh komkujî kir ti eleqeya xwe bi Misilmantiyê nîne û got, "Ez her tim ji xwe dipirsim; gelo em û çeteyên ev komkujî kirin ji heman Xwedayî bawer dikin yan na. Mirovekî xwedî bawerî çav bernade namûsa xelkê, malê mirovên bêsûc naşewitîne. Di Misilmantiyê de dizî guneh e. Yên van dikin çawa dikarin ji xwe re bêjin ku ew Misilman in?"
Mejdel Rifat El Hesen da zanîn ku armanca tevlîbûna li nava refên YPG'ê bidawîkirina zilman çeteyên DAIŞ'ê ye û got, "Me ji DAIŞ'ê gelek zilm dîtin, ji bo dawî li vê zilmê bînim tevlî refên YPG'ê bûm. Ji gundê Şermox Ceryan nêzî 30 kes em tevlî refên YPG'ê bûn. Ji ber ku me zilma DAIŞ'ê qebûl nekirin, em tevlî YPG'ê bûn."
El Hesen di dewama axaftina xwe de got, "YPG'ê operasyona rizgarkirina gundên me ji destê çeteyan pêk anî. Ez jî tevlî operasyona rizgarkirinê bûm, şukir ji Xwedê re me gundê xwe ji çeteyan paqij kirin. Lê belê gundê me di rewşeke lê nayê jiyîn de ye, mala min bi teqemeniyan teqandine. Bi saya YPG'ê, her çend hatiye xerakirin jî ji ber hatin û dîtina gundê xwe gelekî kêfxweş im." El Hesen destnîşan kir ku ji bo xaka xwe ji destê çeteyan rizgar bike ew ê heta dawiyê şer bike û her tiştê xwe di vê dozê de bide.
El Hesen ragihand ku DAIŞ'ê gelek gundiyên wî qetil kiriye û got, "Çeteyan gundiyên me qetil kirin û piştre jî gotin YPG'ê ev kir. Ez jî di nav YPG'ê de me. Me bi sedan mirov, jin, temendirêj, zarok ji nav lepên çeteyan rizgar kirin û şandin heremên ewle. Şukir ji Xwedê re me gundên xwe ji çeteyan rizgar kirin. Ev herêm bû herêmên ewle. Roj wê were em ê bi dilrehetî li gundên xwe vegerin."
Hewaş Ceryan El Hesen jî ji gundê Şermox Ceryan e. Mala Hewaş Ceryan El Hesen jî bi teqemeniyan ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye teqandin.
Dema li ber mala wî me mîkrofon dirêjî wî kir El Hesen wiha axivî: "Ev mala hûn dibînin ya min e. Çeteyan mal teqandine. Dema çete ketin gundê destpêkê gef li me xwarin. Ji me re gotin, 'Eger hûn alîkariyê nedin me em ê serê we jê bikin, em ê jinên we bi xwe re bibin'. Yên serê mirovan jê bike, çav berde namûsa xelkê gelo çêdibe Misilman be? Mizgeftên me jî teqandine. Hûn rewşa gundê me dibînin. Hemû şewitandine, mal şewitandin, her tiştên di nav malê de talan kirine."
Hewaş Ceryan El Hesen diyar kir ku YPG'ê jiyana bi sedan mirovan rizgar kiriye û wiha axivî: "Duh me hin mirovên sivîl dîtin, me alîkarî dan wan, ew şandin herêmên ewle û yên nexweş jî rakirin nexweşxaneyê. Hin gund hînê di destê çeteyan de ne, eger ew jî dixwazin ji zilma DAIŞ'ê rizgar bibin, hingî bila destê xwe bidin YPG'ê û li dijî zilma çeteyan rawestin."
El Hesen ragihandin ku bira û pismamên wî jî, ji bo rizgarkirina gundê xwe ji çeteyên DAIŞ'ê tevlî operasyonê bûne û got, "Ez, birayên min û pismamên min em tevlî YPG'ê bûn û di 3 rojan de me gundê xwe ji çeteyan paqij kirin. Gundê me wêran bûye, lê belê dîsa jî kêfxweş im ku hatime gundê xwe, xaka xwe."
El Hesen da zanîn ku ji gundê Şermox Ceryan komek ji 30 kesan tevlî refên YPG'ê bûne û got, "DAIŞ'ê li Hacîyat û Til Xililê komkujî kir. Zarok, mirovên temendirêj, jin hemû qetil kirin. Ez û xizmên min nêzî 30 kes em tevlî YPG'ê bûn. Diviyabû hin mirov ev zilm rawestanda."