DAIŞ'ê rehîneyên tirk serbest berdan
RIHA (DÎHA) - 49 peywirdarên balyozxaneyê yên li Musilê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve dîl hatibûn girtin serê sibê serbest hatin berdan. Çeteyên DAIŞ'ê kesên dîl girtin bi dewlet tirk re di encama lihevhatinekê de digirin hatibû rojevê.
49 peywirdarên Balyozxaneya tirk ên Musilê yên piştî dagirkiriya çeteyên DAIŞ'ê ve hatibûn girtin serê sibê seat di 05:00'an de serbest hatin berdan. Serokwezîr Ahmet Davutoglu kesên dil hatin girtin hatin Tirkiyeyê li ser tîwîttera xwe daxuyand. Berê mijara girtina peywirdarên balyozxaneyê di encama lihevhatinekê de hatine girtin, hatibû rojevê. Tê îdîakirin ku peywirdarên balyozxaneyê li hemberî dewlet tirk di demên dawî de alîkariya çeteyên DAIŞ'ê yên êrîşê Kobanê dikin, serbest hatin berdan.
49 kes li Deriyê Sînor ê Akçakaleyê teslîmî Midûrê Polîsan ê Rihayê Eyup Pinarbaşi û rayedarên MÎT'ê hatin kirin. Tê zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê herî zêde li vê herêmê êrîşên li Kantona Kobanê dikin.
(bd)