DAİŞ gefê li YNK, PDK'ê û PKK'ê dixwe
09:34 17.11.2013
HEWLÊR (DÎHA) - Di dîmenekî vîdyoyî de kurdekî bi zaraveyê Soranî daxive, li pêşiya komek endamên rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAİŞ) gefê li Partiya Demokrata Kurdistan (PDK), Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistan (YNK) û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dixwe. Gefa tolhildanê li dezgehên asayîşê yên Herêma Federal a Kurdistanê dike.
Di wê dîmenê vîdyoyî de kesek bi navê Ebû Caris el-Kurdî ku bi zaravayê Soranî daxive, nameyeke tije gef pêşkêş PDK, YNK û PKK'ê dike. Ebû Caris gefê li dezgeha Parastin ya PDK û Zanyarî ya YNK'ê digire û wiha dibêje: "Bi destûra Xwedê emê bi vî çekê li milê xwe, vegerin Hewlêr û Silêmaniyê. Emê ax û welatê xwe ji partiyên laîk paqij bikin." El-Kurdî radigihîne ku armanca tolhildana wan ew e ku misilman tên kuştin û girtîn, herwiha sozê wê yekê didin ku serê xwe li ber wan bitewînin.
Malpera Xeber24 ragihand ku Ebû Caris el-Kurdî yek ji wan kesane ye teqîna li gundê Hîmo yê nêzî bajarê Qamişlo yê Rojava ya li dijî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) encamdayiye.
Berî niha 3 ciwanên kurd ên ji Herêma Federal a Kurdistanê ku bi navê cîhadê çûbûn Sûriyê hatibûn kuştin. Herwiha YPG'ê berî niha çend ciwanên kurd ên ji Başûr girtibûn û dîmenên wan di çapemeniyê de belav kiribûn. Herwiha hê jî bi dehan ciwanên ji Başûr di navê grûbên radîkal ên îslamî de li Sûriyê bi navê cîhadê şer dikin. Ji bo temaşekirina vîdyoyê, lînka jêr bitikînin;
http://www.youtube.com/watch?v=XdsrZ6tcbqk#t=271
(mt/mae)