Danasîna Ferhenga Têgihên Teknîkî ya Kurdî
Danasîna Ferhenga Têgihên Teknîkî ya Kurdî ku ji aliyê şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê û TZPKurdî ve hatiye amadekirin, hate kirin.
Komîsyona Têgihên Teknîkî yên Kurdî ya Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê têkildarî danûsandina Ferhenga Têgihên Teknîkî yên Kurdî li Mala Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Mamosteyên TZPKurdî û gelek endamên komîsyonê tevlî civînê bûn. Sekreterê Koordînasyona Bajar a Komîsyona Têgihên Teknîkî yên Kurdî Necatî Pîrînççîoglu derbarê ferhengê de agahî dan û diyar kir ku xebat ji aliyê odeyê û TZPKurdî ve hate kirin. Pîrînççîoglu anî ziman ku fasîkula duyemîn a Ferhenga Têgihên Teknîkî yên Kurdî-Tirkî-Îngîlîz bi dawî bû û dê di 11ê gulanê de pêşkêşî raya giştî bikin.
Pîrînççîoglu, da zanîn ku xebata yekemîn par bi dawî kirin û nêzî 360 têgihên teknîkî yên kurdî hene û di xebata duyemîn de nêzî 2 hezar peyv peyda kirin. Serokê Komîsyona Xebatê ya Têgihên Teknîkî yên Kurdî Hasan Guneylî jî diyar kir ku ev xebat gelek girîng e.
(bd)