1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Danasîna Pirtûka Helbestan a Delal can
Danasîna Pirtûka Helbestan a Delal can,danasîna,pirtûka,helbestan,a,delal,can

Danasîna Pirtûka Helbestan a Delal can

A+ A-

DIZGÛNÊ DEWRÊŞ | Azadîya Welat

Weşan: Pirtûk
Navê Pirtûkê: Delal Can
Nivîskar: Azer Şiwêş
Cure: Helbest
Weşanxane: Belkî
Cih: Amed
Sal: 2016
Çap: 1


Dîwana Azer Şiwêş a bi navê DELAL CAN ji aliyê weşanxaneya Belkî ve hatiye tomar kirin û bi pêşgotina Ferda Çetîn gihîşt dildarên helbestê. Ferda Çetîn, gelekî çikote, her tiştî bi hêsanî naecibîne. Heta temarek xas, pak û zelal jê nebîne pesnê wê nade. ‘Nifirên Ferda Çetîn balkêşin… Nifirên dostî û piştpaliya rast in. Xuyaye ji wê hezkiriye.

Helbest pir arogant e. Ewqas jî ji xwe razî û serhildêr e! Sitû natewîne. Dema min rupelên vê dîwanê vekir derbên çakûçê, helbestên ‘Delal Can’ ê li ser rihê xwe, ji kurahiya dil hiskir. Di vê gotarê de min xwest çi ji Azer Şîwêş fêmkiriye bi we re parve bikim.

Ez ne Melayê Cizîrî me ku peyvên xwedayî bikim qutnî qumaşê evînê. Ne jî Feqiyê Têyran im ku per û baskên ji ba û bahozan lêdim ji efsûna rengên Kadizê re bibim rêwî. Ne pêkan e! Ez nabim toza bin lingên wan jî.

Tenê hezkirina min ya ji “gotin” ê ye. Aşiq û dildarê gotin û peyvanim Ewqas! Nizanim kengê kete mêjiyê min lê “God”, navê Xweda ya Ewropiyan e. Heta Îndo German vêna wekî “Xot” jî bilêv dikin. “Xot” û “Xwedê” nêzîkê hevin. “Gotin” ê her tim wekî peyvên xwedayî hîs dikim. Pîroz û bihêz dibînim. Dîwanê careke din ev anî  bîra min.

Helbesta kurdî bêmecal e
Ji wateya hevokan tamê digirim. Yên ku min ji tiliya ling heya mûyê serî diricifînin. Ez ne li gotinên peyvan ên rasterast; li yên di bêrika wan ya hundirînde digerim. Di zelaliya peyvan de kaosa ku jê afirîne bala min dikişînin. Ev di helbesta kurd de heye. Kêm bê karanîn jî heye û ji kaniyek xurt diherike. Gotin, ne tenê ji helbestê re, ji beşên din yên wêjeyê û ziman re jî hîm e. Ez hêsîrê kenên dil, kenên ku çend kêlî piştî gotinê tên; çend roj, çend serdem pişt re xwe didin der; kenên derenghatî me. Lê helbesta kurd, helbestvanê kurd, hunermendê kurd wekî civaka xwe sêwî û bêmecal in. Heya civak xilas nebe, wê her sêwî bimînin jî.

Vergilius, Pierre Ronsard yan jî Geoffrey Chaucer ji navdarî û meziniya xwe – nezanibin jî – pareke mezin ji hêza şûrê împaratorên xwe wergirtin e. Sakînên Goristana Montmartreyê dikarin ji me re şahîdî bikin. Lê helbestên vî gelî hêz û taqata xwe ji evînên jehrî, ji jehrên evîndar û ji wateyên bruskî werdigirin. Xurîniya wan tofan; şîva wan êş û keser in! Meziniya wan, di zanîna wan a ‘behnkişînekî’ ye ku bostek li jêr di nav sing de jiyanê avdide de ye.
Azer Şiwêş di ‘Delal Can’ê de nîşan daye ku ew, ji vê axîna “bostek li jêr ya di nava sing de ye” haydar e. Wî ji peyvên feqîr gencineyek dewlemend berhev kiriye. Ji kaos-tevliheviyekê aramî û ji şolîtiyê zelaliyek peyde kiriye. Di sed û deh rûpelên dîwanê de 111 helbest bicîh kirine. Hemû helbest di cihoka xwe de diherikin û di encamê de hinêkiyeke xweşik li ser rihê mirov direşînin.

Helbest xwe parastiye
Ji bilî dîroka nivîsîna helbestên xwe diwan, ji hêla aramiya rihê Azer Şîwêş jî balê dikişîne. Yanê di nav 12 salan de ji şêweya xwe re tam sadiq maye. Helbesta pêşin ji sala 2003’an destpê dike û di 2015’an de bidawî dibe. Di dîwana Azer Şîwêş de xaleke herî grîng jî helbest ji dev û rihê jinê hatiye deranîn. Wekî ku jineke evîndar ji evîndarê xwe re van gotinan dibêje. Çima em vê dibêjin ji ber ku di 15 helbestan de 17 caran zimanê jinê yan jî zimanê “mê” yî bikar aniye. Di rûpela 18’an di helbesta bi numera 11’an de dibêje:

“Û di xatirxwestina te de Sebra karxezala  deşta te dibim”
Di berdewamiya rûpel û helbestan de ev îddiaya min piştrast dibe. Ev şêwe şêweyeke balkêş e. lewra ev ziman ji mêrekî re ji bo ku xwe bigihîne vê merhalê û careke din venegere zimanê baviksalarî gelekî zehmet e. Perwerdeyek çiqas zexm, bê tawîz lazime êdî hûn hesab bikin. Belkî jî divê xwe ji nû ve çêbike. Gava mirov hemû dîwanê kontrol dike dibîne ku ji 2003’an vir ve di hundirê xwe de, xwe ji vî mantiq û zimanê baviksalarî parastiye.
Kurdî yek ji zimanên ku “nêr” û “mê” tiyê ji hebûn û bingeha xwe re kevirê eslî dibîne ye. Hevoksaziya xwe jî li ser vî hîmî saz dike. Di lîteratûra latînî de ku dibêjin “Masculîn” û “Femînîn” di helbestên dîwana şaîr de me diajon ber dahurîna mijar û mesajên tekstê. Azer Şiwêş di helbesta xwe de ziman û formekî femîniyen bikaraniye. Hevokên nerm, rewan, hêsan, berhem çêjbar yanê têr team tambar kiriye. Bi hêsanî tê hîskirin ku berhem bi destkêriyeke xweş hatiye patin.

Huner watedayîn e
Şaîr, nivîskar û hunermend her tiştên xwe ji derûdora xwe digirin û di formekî pir cûda de jî li paş vedigerînin. Hunermend bi hunera xwe van amûran ango materyalan dike cûreyekî din û wateyek xwedayî lê materyalan bar dike û pêşkeşê çav, guh û ruhê mirovan dike.

Mirovekî/ê ji rêzê, dema van materyalên ji rêzê di form û wateyeke ewqas bilind de dibîne di heyîre û sermest dibe. Di wê kêliyê de hêza hunermend û hunerê dinase. Hunermend rêjeya ferq û qalita hunera xwe bi nîsbeta têgihiştina vê civakê dipîve. Çewa ku avîn ji şîr nayê veqetîn, huner jî ji berhemê paşve nayê derxistin. Wê sirayetê li ruhê materyal kiriye û veqetîn di tu şert û mercî de ne pekan e. Bi vê jî hunermend dişibe herdê. Her tiştê saf di beden û nav tevlêheviya xwe de dihewîne û diparêze.

Huner bi hunermend huner
Di lîteratûra Elewîtiyê de “Dewrêş” kesê bi xwezayê re buye yek, xwedî kiryarên efsûnî ye; kesê xwe gîhandiye kurahiya ruhê xwezayê ye. Li gorî vê her tişt ji wê tê û dîsa li wê vedigere. Loma jî jê re heyran e. Hem jê hez dike û hem jî jê ditirse. Ne tirsa wekî ji dijmin e na! Tirsa durketinê ji vê aheng û mezinahiyê ye. Wekî libek e “Puzzle” ye. Kû jê kêm be pazil ne temam e. Jê re serê xwe ditewîne û wê jî xwe dibîne. Loma ji herdê re dibêjin “Herda Dewrêş”

Huner prototîpeke vê wateyê ye. Huner û hunermend bêhev tunin. Yek bê yê din nabe. Hunermend bi zanin û kêrhatina xwe xweza teqlîd kiriye. Berhem xêzek pîçûk a vê formê ye. Diwana Şaîr ji sed û deh rûpelan pêk tê û tê de sed û pêncî û neh caran peyva “Delal” hatiye bikaranîn.
Ne mijara rexneyê be jî ji bo berhemê zafiyetek teknîkî ye. Bi rasti jî dema ku ez qaydê peyvên ku şaîran ji xwe re çêkirine dikim şaş dibim û tam tênagihijim ku ev peyva jixwe berê hebûye yan şaîran çêkiriye. Huner jî jixwe di vir de veşariye. Lewra tê zanîn ku şaîr, “cambaz” û “illusionist”ê peyv û gotinan in. Peyv jî dermanên ziman û tenduristiya aqil in. Di dîwanê de min ev dît.