Danezana mafê mirov di navbera man û nemanê de ye
Îro roja mafê mirove. Di 10’ê Kanûna 1948’an de li Parîsê ji aliyê Neteweyên Yekbûyi ve bi 30 madeyan hatiye qebûlkirin. Lê niha ji aliyê gelek welatan ve tê binpêkirin
AWAD HAWAR/ROJNEWS
Gelek welatan ev danezan îmze kiriye û qebûl kiriye. Lê niha madeyên vê danezanê ji aliyê bi dehan welatan ve tê binpêkirin. Welatên herî pêşçav Tirkiye, Îran, Surye ne. her wiha li piraniya welatan ev maf di astek bilind de binpê dikin.
Danezana mafê mirov roja 10’ê Kanûna 1948’an li Komîteya Neteweyên Yekbûyî li paytexta Firansa Parîs bi 48 dengên erê, 8 dengên bê biryar hat qebûlkirin. Piştî wê ew roj weke roja mafê mirov hat îlankirin.
Ev danezan encama sereke ya şerê cîhanê yê duyemîn bû. Bi vê danezanê yekem car mafê hemû mirovan hat eşkerekirin.
Despêkê ji 30 madeyan pêkhatibû. Madeya yekem ya danezanê, girêdayî wekhevî û biratiya mafê mirove. Madeyên serekî yên sivîl ji çand, aborî, siyasî û civakî ji bo hemû mirovên cîhanê pêkhatiye.
Her wiha di danezana mafê mirov de bê ku cûdahiya netew, rêgez, ziman, ol û bawerî, siyasî û rewşa madî li ber çav were girtin hemû kes xwedî heman mafanin.
Di danezanê hatiye destnîşan kirin ku nabe ti kes weke kole were dîtin. Nabe ti mirovek êşkence lê were kirin û nabe bi awayek hovane were cezakirin. Di danezana mafê mirov de, ji bo wan kesên nexweşî û êşkenceyê di welatê xwede dibînin, mafê penabertiyê ji bo wan hatiye naskirin. Her wiha wekhevtiya jin û zilam xistiye berçavan. Pêwîste zewac bi biryara jin û zilam çêbibe. Mafê karkirinê, hilbijartina ol û fikrê siyasî ji bo hemû mirovên cîhanê hatiye berçav girtin. Li gorî wê mafê hemû mirovên di cîhanê de heye ku bê heq perwerde bibîne. Lê wêrankirina van tevahî bendane ne tenê ji aliyê dewletên zordar ve, ji aliyê desthiladarên civakê ve yek bi yek ev bendane tên binpêkirin.
Ev mezintirin nakokiye li dijî bendên gerdunî yên mafê mirovan. Li gorî bilançoya Neteweyên Yekgirtî, yek bi yek ev xalên benda gerduniya mafê mirovan li her cihê cihanê tê şopandin. Azadiya mirovan bê ciyewazî li her cihê tê şopandin, ne tenê li welatên Ewrupa tên li ber çav girtin. Hevsengiya jin û mêran ne tenê li Rojhilata Navin, li tevahiya cihanê tê binpêkirin.
Li gorî NY 700 milyon jin di cihanê de bi zorê hatine zewicandin, her wiha 200 milyon kes li tevahiya cihanê sedemê karkirinê nine. 770 milyon kes di cihanê de nikare bixwine û ji mafê perwerdeyê bê par bûye. Balkêşe ku welatên Îran, Turkiye û Suriye yekem welatên ku destpêkê vê danezana mafê mirovan ya gerdunî îmzekiriye. Lê piştê 69 sala di ser îmzekirina wê re derbas bûne, di her 3 welatan de ji welatên din yê cihanê zêdetir mafê mirovan tê binpêkirin.
Di niha de 3 milyon penaberên Surî ku li gorî bendên danezana mafê mirovan ya gerdunî, pêwiste ji hemû mafên mirovan sûd werbigrin. Ev penaber li Tirkiyê hatine sekinandin, bûne xala bi hêz ya dewleta Tirk û yên Ewrûpa ku li ser danustandinên siyasî û aboriya Tirkiyê û Ewrûpayê li ser dike.
Li ser jiyana penaberan êrîşê li hev dikin. Jiyana penaberan ji aliyê desthiladariya cihanê ve wekû pêwist nayê berçav girtin. Ji ber vê, li gorî rewşa niha ji aliyê gelek dewletan ve danezan hatiye îmzekirin. Tê dîtin bendên danezana mafê mirovan ya gerdunî wek dirûşim tên ber çav girtin.
(rk/mk)