1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Darizandina siyasetmedarên kurd!.
Darizandina siyasetmedarên kurd!.,darizandina,siyasetmedarên,kurd

Darizandina siyasetmedarên kurd!.

Di doza KCK'ê de daxwaza guhertina dadger hate kirin

A+ A-

49'emîn rûniştina 99 jê girtî 152 siyasetmedarên kurd ku ji doza sereke ya KCK'ê tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê berdewam kir. Serokê Baroya Amedê Mehmet Emin Aktar, anî ziman ku ji ber sekn û helwesta Serokê Heyeta Dagehê Menderes Yilmaz, êdî bêalîtî û serxwebûna xwe winda kiriye û xwest serokê heyeta dadgehê bê guhertin. Aktar, da zanîn ku Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Prz Muharrem Erbey xwest tev li merasima cenazeyê xezûrê xwe bibe, lê ligel "Zagona Haberalê" destûr nehat dayîn û xwest serokê heyetê bê guhertin.

49'emîn rûniştina doza ku 99 jê girtî 152 siyasetmedarên di nava wan de parlementer û şaredar jî hene, tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê berdewam kir. Di vê rûniştinê de ji 99 girtiyan 38 ji ber bi rapor bûn tev li rûniştinê nebûn. Ji 99 girtiyan 61 girtî û parêzerên wan amade bûn. Di vê rûniştinê de delîlên der barê girtî Tuncay Korkmaz de hatin xwendin. Beriya delîl bên xwendin serlêdana destûra Serokê ÎHD'a Amedê Prz. Muharrem Erbey ku ji bo tev li merasima cenazeyê xezûrê xwe bibe hate nirxandin. Erbey bi riya parêzeran serî li heyetê dabû û destûr xwestibû, lê serlêdana Erbey hatibû redkirin. Li ser vê yekê Serokê Baroya Amedê Mehmet Emin Aktar, anî ziman ku ji ber sekn û helwesta Serokê Heyeta Dagehê Menderes Yilmaz, êdî bêalîtî û serxwebûna xwe winda kiriye û xwest serokê heyeta dadgehê bê guhertin. Aktar, da zanîn ku Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Prz Muharrem Erbey xwest tev li merasima cenazeyê xezûrê xwe bibe, lê ligel "Zagona Haberalê" destûr nehat dayîn û xwest serokê heyetê bê guhertin. Aktar, da zanîn ku heyeta dadgehê ji bo Mehmet Haberal ku tev li merasima cenazeyê dayika xwe bibe destûrê dide, lê ji bo Erbey destûr nayê dayîn. Aktar, da zanin ku girtî demek pir dirêjin bê sûc girtî ne û heta niha tenê 5 kes serbest hatine berdan. Aktar, bilêv kir ku vê yekê rewşa Dadgehên Îstîkkalê û DGM'ê jî derbas kiriye. Aktar, bilêv kir ku ev doz di dîrok û hişê mirovan de wekî "Doza Hilbijêrên bi kelepçe" derbas bû û êdî bûye darizandina kurdî."

Piştî daxwaza Aktar, heyeta dadgehê ji bo nirxandina daxwazê navber da rûniştinê.

(mae)