1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Darên li destên dayikan ji tankan bihêztir in"
"Darên li destên dayikan ji tankan bihêztir in",darên,li,destên,dayikan,ji,tankan,bihêztir,in

"Darên li destên dayikan ji tankan bihêztir in"

Yuksek: Darên dayikan ji bo parastina xwe girtin ji tankan bihêztir in

A+ A-

ENQERE (DÎHA) - Serokê diwana kongreya DBP'ê Tuncer Bakirhan balkişand ser êrîşên li hember kurdan û wiha got: "Gelê kurd bi salan li hemberî van êrîşan paşve gav neavêt û îro jî navêje. Em aştiyê dixwazin lê em dê li hemberî van êrîşan jî parastina xwe bikin û mafê xwe yê parastina rewa bikarbînin." Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek jî wiha got: "Yên guherînê fêm nekin dê weke Lîbya, Suriye û Iraqê têk biçin." Yuksek ji gelê Farqînê re jî banga "Malên xwe terk nekirin" kir û wiha got: "Ez destê dayîkên kolanên xwe terk nekirin maç dikim. Darên hûn digirin ji tankên wan bihêztir e."

Kongreya DBP'ê berdewam dike û Serokê Dîwana Kongreyê Tuncer Bakirhan di kongreyê de axivî û binçavkirin û girtina şaredaran şermezar kir û wiha got: "Pêkanînên di salên 80'an de pêk dihatin em careke din dibînin. Polîs bi ser malan de digire, deriyê maln dişkêne û welatiyan binçav dike û digire."

'Em dê mafê xwe yê rewa bikarbînin'

Bakirhan diyar kir ku dixazin kolan û kuçeyên kurdan bi guleyan û bombeyên gazê dagirbikin û wiha axivî: "Gelê kurd bi salan têkoşîn kir û rastî pêkanînên wisa hatin û lê paşve gav neavêtin. Gelê li hemberî zextan serî netewandî pêkanînên xistin dewreyê qebûl nake. DBP li cem gel e. Gelê me çi bixwaze em dê li cem wan bin." Bakirhan xwestin hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re dest pê bikin û wiha pê de çû: "Gelê kurd tu caran alîgirê şer û pevçûnan nebûye lê dê mafê xwe yê parastina rewa jî bikarbîne."

Şehîdên xweseriyê hatin bîranîn

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek jî di destpêka axaftina xwe de Murat Bozlak, Mehmet Abasoglu, Cihan Denîz, Husnu Albay û Cezmî Altintaş û hem hevalên xwe yên jiyana xwe ji dest dan bibîranîn û wiha got: "Ez hemû welatiyên ji bo xwe rêvebibin derketin hatin û li qadan hatin qetilkirin û HPG'iyên ji bo piştevaniyê hatin û hatin qetilkirin bibîrtinim."

'Agirê azadiya Rojava venemiriye nîşan dan'

Yuksek anî ziman ku dem dema azadî û demokrasiyê ne û rejîmên vê yekê baş bixwînin dê hemûna xwe bidomînin û wiha axivî: "Yên vê yekê nekin dê weke Lîbya, Suriye û Iraqê bin." Yuksek da zanîn ku pêşengên guherîna dînamîka Rojhilata Navîn dê kurd bin û kurd bê bi xwe re gelên din jî azad bikin û wiha pê de çû: "Di salên 90'î de îdelogên pergalê gotin, 'dawiya dîrokê hat, ji niha û şunda di cihanê de tu şoreş pêk nayên. Azadî û aştiya gelek çênabe û dê kapîtalîzm hebe.' Lê dîrok vegeriya, dem vegeryia û agirê şoreşa Rojava venebiriyan nîşan dan. Ji kesên ew agir hilkirin û hilgirtin hezar silav."

Yuksek bal kişand li ser daxwazên civakê yên guhertin û demokrasiyê û wiha got: "Gelên Rojhilata Navîn azadî û demoksayiê dixwazin lê Erdogan bang li Qedafî û Esad dikir û gotina 'guh bide dengê gelê xwe' bi kardianî. Em jî bi heman awayî bang li Erdogan dikin û dibêjin guh bide daxwazên gel. Heke hûn baş berisvê nedin daxwazên gel dê ferqa we ji tîranên ku wen bang dikir nabe. Dawiya we dê wekî Qedafî, Esad û Mubarek be. Werin em rejîma Tirkiyeyê nîqaş bikin, veguherînin. Ev tenê daxwaza kurdan nîne. Li welatê 80 milyon e ji Enqereyê rêvebirin nabe. Divê ev sîstem bê demokratîkirin. Li welatên Ewropayê binêrin 400 salan şer kirin 2 şerên cihanê dan. Noqteya ku hatin demokrasiya 'ademî merkezî' ye. Me hewce dike em jî bi sedan salan şer bikin. Em kurd ji ber ku dixwazen terorîze dikin. Bi vî rengî mafê gelê Tirkiyeyê yên ji cih de rêvebirinê jî ji destên wan digirin. Rêvebirina xwecihî ji bo Amed û Colemêrgê çiqas pêwîst be ji bo Îzmîr û Stenbolê jî ewqas pêwîst e."

'Darên ku hûn digirin ji tankên wan bi qîmetir in'

Yuksek ê nirxandina "Amed çiqas azad be bila Stenbol û Îzmîr jî ewqas azad be. Em bi bîryarin vê yekê pêş bixin" kir bi gotina "Ev dewlet bi sedan salan e çawa koletî li nasanmeya me ferz kirin bi heman awayî li ser we jî ferz dike, we ji wekheviyê bêpar dihêle, êdî dema dema dîtina vê yekê ye. Yên ku hewl didin welat parçe bikin yên qaşo neteweperstin" ve bang li gelên Tirkiyeyê kir û wiha berdewam kir: "Em dixwazin bikin yek, tu eleqeya xweseriya demokratîk û 'merkezîbûna ademî' bi sînoran ve nîne. Pirsgirêka wî bi dewletê re tuneye, bi terzê rêvebirina îro re heye." Yuksek got ku li dijî daxwazên xweseriyê kurd tên qetilkirin û bi gotina "malên xwe neterikînin" li gel kir wiha got: "Li ber xwe bidin ev êrîşa dawî ye, heke em li dijî vê li ber xwe bidin em ê azad bibin. Li Farqînê dayikên ku bi rojan li ber xwe dan ez livir silav dikim destên wan maçî dikim. Ew darên di destên we de ji tank û topên wan bi qîmetir in."

Yuksek anî ziman ku li Gimgim, Farqîn û Licê terora dewletê pêk hat û li dijî van pêkanînan dê serê xwe netewînin û bi bîr xist ku hevşaredarên wan bi îdiaya ku makeqanûnê biguherînin hatine girtin û got ku "we dayika makeqanûnê da girîn" û wiha axivî: "Hêj duh te got min makeqanûn guherandiye, ma ne tu yî. Heke sucekî guhertina makeqanûnê hebe ew aydî te ye û tu dê ji bo vê yekî bêy darizandin."

'Bi Ocalan re rûnên'

Yuksek da zanîn ku diya çareserkirina pirsgirêkan hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re ye û rûniştina maseyê ye û nirxandina "Hûn ê bi Birêz Ocalan re rûnên û muzakereyan di asteke jor de bidin destpêkirin" kir.

'Civak şer naxwaze'

Yuksek got ku civaka Tirkiyeyê jî şer naxwaze û hin fermandar bi gotina "Ev şerekî welat nîne ez ne mecbur im ji bo Erdogan şer bikim" bi kar anîne û agahiya "Di nava hefteyeke dawî de li hin bajaran 200 leşkeran fîrar kirine" da.

'Em ê weke Kobanê vê derê jî azad bikin'

Yuksek bal kişand li ser hilbijartinên pêşwext û wiha axivî: "1'ê mijdarê roja Kobanê ya Cihanê ye em ê welatê xwe jî weke Kobanê azad bikin."

(bd/sa)