Davudoglu li Soran serdana generalên Tirk kir
A+
A-
ZAHÎR ÎBRAHÎM
SORAN/ROJ NEWS
Îro piştî nîvro Serokwezîrê Tirkiyê, Ehmed Davudoglu, piştî bidawîbûna bernameya serdana xwe ya ji bo herêma başûrê Kurdistanê, piştî Hewlêrê çû qezaya Soran û serdana fêrgeha leşkerî kir.
Ehmed Davudoglu bi Helîkopterek mezin a leşkerî û li gel şandekî, îro piştî nîvro gihişte qezaya Soran a ser bi bajarê Hewlêrê. Serokwezîrê Tirkiyê ji aliyê hêjmarek berpirsên ewlekariya bajar û çend generalên Tirk ve hate pêşvazîkirin.
Serokwezîrê Tirkiyê serdana fêrgeha leşkerî a qezaya Soran û generalên Tirk ên ku li wê fêrgehê, pêşmergeyan perwerde dikin, kir.
Piştî hevdîtina bi leşkerên Tirk ên li fêrgeha leşkerî, Serokwezîrê Tirkiyê, Ehmed Davudoglu bi heman Helîkopterê ji bajarê Soran veqetiya.
Bêjeyên Miftehî davudoglu,li,soran,serdana,generalên,tirk,kir