Davutoglu diçe Hewlêrê
09:59 28.02.2014
HEWLÊR (DÎHA) – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu heftiya bê serdana Herêma Kurdistanê dike. Li bendê ye ku ligel berpirsên Herêma Kurdistanê bicive.
Li gor rojnameya Awêne, wezîrê derve yê Tirkiye Ahmed Davutoglu heftiya bê serdana Hewlêrê dike. Li gor heman agehdariyan Davutoglu, wê ligel berpirsên Herêma Kurdistanê bicive û di bernameya wî de nîne ku serdana Bexdayê bike. Tê gotin Davutoglu wê 3’ê Adarê bigihe Hewlêrê, li Hewlêrê ligel aliyên kurd û tirkmen bicive. Davutoglu roja 4’ê Adarê jî serdana Silêmaniyê dike û wê li wir tevlî pêşangeheke navneteweyî bike.
Piştî şandina petrola Herêma Kurdistanê ya ji bo Tirkiyê, pirsgirêk û nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de gihiştin asta herî jor. Heta rewş giha wê astê ku hikûmeta navendî ya Iraqê mûçeya karmendên Herêma Kurdistanê neşîne. Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî şeva din di hevpeyvînek ligel televizyona Iraqiye de diyar kir ku Herêma Kurdistanê bi şandina petrolê ya bi rêya kompaniyekî taybet, dixwaze Iraqê parçe bike. Malikî li ser qutkirina budceya karmendên Herêma Kurdistanê jî da zanîn ku ti biryarek li ser birîna mûçeya karmendên Herêma Kurdistanê nehatiye dayîn. Malikî derbarê şandina petrola Herêma Kurdistanê de jî wiha got: “Petrola Iraqê ya hemû Iraqiyane û qezenca wê li ser hemû welatiyan tê parvekirin. Ji bo wê jî pêwîste petrola hemû Iraqê bi rêya kompaniyekê bê firotin û şandina derve.” Roja 14’ê Sibatê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çû Tirkiyê û ligel serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan civiya. Piştre jî Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê kiribû.
(mo/mae)