1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Davutoglu dîsa di parastina DAIŞ’ê de ye!
Davutoglu dîsa di parastina DAIŞ’ê de ye!,davutoglu,dîsa,di,parastina,daiş,ê,de,ye

Davutoglu dîsa di parastina DAIŞ’ê de ye!

A+ A-

ENQERE 13.09.2014 08:06:23 Serokwezîrê Tirk Ahmet Davutoglu ji bo ku DAIŞ’a ku li Rojava û Başûrê Kurdistanê komKujî pêk anîn îfadeya ‘civaka bi hêrs’ bi kar anî, gotinên xwe dubare kir. Davutoglu got ku kesên cuda hatibin dîtin berê xwe didin radîkalbûnê û careke din DAIŞ bê guneh îlan kir û parastina wê kir.

Davutoglu di dema ku Wezîrê Karên Derve bû ji bo DAIŞ’ê gotibû: “Dibe ku sazbûneke radîkal û terorîzm bê dîtin, lê di nava vê komê de girse hene. Eger li Iraqê Erebên Sunnî cuda nehatibana dîtin dê li Mûsil û Enbarê hêrs mezin nebûna. Civakeke ku mirovan a ji ber hêrsê hatiye cem hev e."

Piştî Erdogan bû Serokkomari, Serokwezîr Ahmet Davutoglu jî duh êvarê tevlî bernameyeke televîzyonekê bû û gotinên xwe yên bi heman rengî berdewam kir.

Davutoglu ji bûyeran dîsa Sûriye û Iraq berpirs dît û got ku kesên ku xwe cuda hîs bikin berê xwe didin radîkalbûnê.

Davutoglu diyar kir ew li sînorên xwe terorê naxwazin û got: “Tişta pêwîst e bê kirin divê demildest helwesta hevpar li dijî vê tehdîdê bê girtin. Lê ev helwest divê li ser navê aliyekî veneguhere."

Davutoglu îdîa kir ku sedema netevlîbûna tifaqa DAIŞ’ê ya DYA’yê jî DYA’yê piştgirî ji bo sefîrê dîlgirtî nedaye.

Davutoglu der barê pêvajoya çareseriyê de jî got her Çarşem Wê der barê pêvajoya çareseriyê de civînekê pêk bînin.