1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Davutoglu li Dêrsimê bi protestoyê hate pêşwazîkirin
Davutoglu li Dêrsimê bi protestoyê hate pêşwazîkirin,davutoglu,li,dêrsimê,bi,protestoyê,hate,pêşwazîkirin

Davutoglu li Dêrsimê bi protestoyê hate pêşwazîkirin

A+ A-

DÊRSIM (DÎHA) - Serokwezîr Ahmet Davutoglu ji bo hinek hevdîtin û tevlî kongreya AKP'ê bibe bi helîkopterê hate Dêrsimê. Dema Davutoglu hate Dêrsîmê ketin û navanda bajar ji aliyê polîs û leşkeran ve hate astengkirin. Koma hatin Davutoglu şermezar kirin jî rastî êrîşa polîsan hat.

Serokwezîr Ahmet Davutoglu piştî bernameya xwe ya Erzînganê bi dawî kir ji bo tevlî kongreya Rêxistina AKP'ê ya Dêrsimê bibe û hinek ziyaretan li dar bixîne bi helîkopterê hate Dêrsimê. Davutoglu bi helîkopterê hate 4'emîn Tabura Komando ya Cendirmeyan a li taxa Sîhenkê. Bi hatina Davutoglu polîs û leşkeran ji serê sibê ve navenda bajar dorpêçkirin û ketina bajar girtin.

Ji xwediyên cenazeyan re astengiya 'ewlehiyê'

Li 200 metre nêzî cemxaneya ketina bajar gelek tîmên taybet, polîsên fermî û wesayîtên zirxî hatin bicihkirin û hemû wesayîtên diketin bajqar hatin rawestandin û ketina bajar hate qedexekirin. Di welatiyên hatin astengkirin de hinek welatiyên cenazeyên wan heyî û dixwazin biçin cemxaneyê jî hebûn. Ligel welatiyan got cenazeyên wan hene jî dîsa destûra wan ketina nava bajar nehat dayîn.

Davutoglu ewil walîtî ziyaret kir. Di riya Davutoglu jê re derbasbûyî gelek sekvan lê hatin bicihkirin. Welatiyên hatina Davutoglu jî şermezar bikin li Kolana Hunerê hatin cem hefv. Komê bi dirûşmeyan dest bi meşê kir. Koma gihiştiye ber barîkata polîsan rastî êrîşa polîsan hat. Polîsan bi copan û gazê êrîş li komê kir û guleyên plastîk jî bikaranîn.

Komê jî bi keviran bersiva polîsan da. Pevçûnên di navber polîs û komê de berdewam dikin.

(bd/wk)