Daxuyaniya BDP ya ji bo Halepçe`yê
BDP: Hişmendiya qedexe û hişmendiya komkujiya Halepçe pêk anî yek e
Navenda Giştî ya BDP'ê têkildarî salvegera Komkujiya Helepçeyê û qedexeya qada Newrozê ya li Stenbolê daxuyanî da û bertekên xwe anî ziman. BDP'ê di daxuyaniyê de anî ziman ku hişmendiya komkujiya Helepçe, Roboskî pêk anîye û hişmendiya qedexekirina mafên kurdan yek e.
Navenda Giştî ya BDP'ê, bi minasebeta salvegera komkujiya Helepçeyê ya di 16'ê Adara 1988'an de pêk hat daxuyaniyek nivîskî da. BDP'ê di daxuyaniyê de anî ziman ku kurd di dîroka şaristaniyê de her tim rastî komkjiyan hatine û divê komkujî ne qedera kurdan be. BDP'ê da zanîn ku zalim û dîktatoran 24 sal berê di 16'ê Adara 1988’an de li Halepçeyê li dijî kurdan komkujî pêk anî û herî dawî di 28'ê Kanuna 2011'an de li Roboskiyê komkujî pek anîn. BDP'ê destnîşan kir ku di komkujiya Helepçeyê de bi hezaran kurd mirin û bi hezaran kurd jî seqet man û hêj bandora çekên kimyewî ji ser xwe neavêtine û wiha got: "Li gel ku ev komkujî li ber çavê hemû cîhanê li ser kurdan pêk hatiye jî hêj kujeran hesap nedane û nihatine cezakirin."
‘Divê hesapê kujerên komkujiyan bê pirsîn'
BDP'ê di berdewama daxuyaniyê de anî ziman ku hêj hesap ji kujerên komkujiyan nehatiye pirsîn û wiha berdewam kir: "Di 16'ê Adara 1988'an de li Hehepçeyê, di 12'ê Adara 2004’an de li Qamişlo û herî dawî di 28'ê Kanûna 2011’an de 34 kurd ji aliyê balafirên şer ên tirk ve hatin qetilkirin. Kesên li dijî kurdan komkujiyê pêk tîne û hişmeniya mafê kurdan qedexe dike yek e. Îro li Tirkiyeyê zêdeyî 6 hezar siyasetmedarên kurd girtî ne. Dîsa mafê perwerdehiya zimanê zikmakî tê qedexekirin. Mafê çandê tê qedexekirin. Mafê siyaset û rêxistina azad tê qedexekirin. Hişmendiya kujerên Halepçeyê û qedexeyan li ser gelê kurd dimeşîne yek e. Em şehîdên Helepçeyê bi hurmet bibîr tînin û komkujiyê şermezar dikin."
(mae)