Daxuyaniya Cemîl Bayîk
Bayik: Dê tekoşîneke bi temamî li hemberî AKP’ê bê meşandin
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku ger zagona tecrîdê di meclîsê de were qebûlkirin, dê şerê li ser Ocalan tê meşandin êdî fermî bibe û got; “Êdî tekoşîn ne tenê tekoşîna ‘bila tecrîd rabe û hevdîtin pêk bên, an jî pêk neyê’ ye. Ger tekoşînek ku navenda wê li Îmraliyê ye tê meşandin, dê tekoşîna me jî bi temamî li dijî AKP’ê be” û destnîşan kir ku dê hêrsa tekoşer û gel zêde bibe.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê di hevpeyvîna daye ANF’ê de tecrîda li ser Ocalan, komploya 15’ê Sibatê, Mela li Eropayê û derneketina Ocalan a ji bo hevdîtina bi malbatê re nirxand.
Bayik got; “Armanca komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê tunekirina tevgera me bû. Ne tenê ji bo tunekirina tevgera me, di heman demê de armanca wan ew bû ku di şexsê Rêber Apo de komkujiyan pêk bînin.” Bayik destnîşan kir ku tevgera wan bi hêrs û kînekê li roja 15’ê Sibatê dimeyzîne û got; “15’ê Sibatê roja kîn û hêrsê ye. Roja pûçkirina armanc û hedefên hêzên komplogerên navneteweyî ye”
GIRÎNGIYA MEŞA DIRÊJ A LI EWROPA
Bayil bal kişand ku hêzên navneteweyî û Tirkiye hîna dixwazin komployek ku Ocalan navenda hedefa wê de ye pêk bînin û got; “Lê êdî komplo hatiye fêmkirin, rastiya Rêber Apo êdî hatiye fêmkirin.”
Bayik bal kişand ser Meşa Dirêj a Kurdan a li Ewropayê ku dê 18 rojan berdewam bike û ev peyam da; “Ev meş, di kesayeta Rêbertiya me de, tê wateya xwedîlêderketina li şehîdên me û hemû nixên tekoşîna me ya mezin. Dîsa xwedlêdertina li Rêbertiya me ya tê wateya xwedîlêderketina feydeya ku gelê me yê Ewropayê daye tekoşînê. Bi hezaran şehîdên gelê mey ê li Ewropayê hene. Gelek ciwan ji Ewropayê tevlî nava refên gerîlayan bûne û şehîd bûne. Ji Ewropayê hevalên ji çapemeniyê û xebatên dîplomasiyê hatine û şehîd bûne. Ya gelê me li Ewropayê kiriye, her tim dilsoziyê welatê xwe bûye, beşdarî tekoşîna li welêt bûye û ji welatê xwe qut nebûye.”
Bayik got; “Ligel tecrîd, tehdîd û şantaja li ser Rêbertiyê, hevkariya AKP-Fethullah, dixwazin Tevgera Azadiya Kurdan bi temamî tune bikin, vîna gelê Kurd bişkînin û mêtîngeriya li Kurdistanê ji nû ve ava bikin. Bi vî awayî qirkirina çandî bi temamî pêk bînin.”
Bayik got; “Êdî tekoşîn ne tenê tekoşîna ‘bila tecrîd rabe û hevdîtin pêk bên, an jî pêk neyê’ ye” û wiha berdewam kir; “Dixwazin bi rêya vê yekê Tevgera Azadiya Kurdan bi temamî tasfiye bikin. Aşkre bûye ku êdî navenda şer Îmrali ye, ji ber wê jî pir girîng de ku hesasiyeta di vê mijarê de baş were famkirin.”
Bayik got; “Meha sibatê, meha xwelêderketina Rêbertiyê ye, roj roja tekoşîna li hemberî komployê ye û protestokirina wê ye, ji ber wê jî dê rola ev meja dirêj a ku hatiye destpêkirin, ji bo atmosfera tekoşînê, zindîhiştina wê û dê hemû gelê li her çar parçeyên Kurdistanê bixe nava liv û tevgerê. Li ser vî esasî ez vê çalakiya gelê me silav dikim.”
Bayik bêdengiya Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT), Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û saziyên din ên navneteweyî yên li hemberî tecrîda li ser Ocalan jî nirxand û got; “Ewropayî xwe weke dewletên hiqûqê dibînin û dibêjin ku ew pir girîngiyê didin hiqûqê. Li hemberî vê jî, li hemberî Tirkiyeya ku di hin mijaran de girêdayî wan e, bê deng dimînin. Li hemberî girtina ewqas parêzeran deng dernaxin. Ew jî baş dizanin ku girtina ewqas parêzeran meseleyek siyasî ye. Ev yek nîşan dide ku navenda vî şerî li Îmraliyê ye. Ji ber tevgera li ser Îmraliyê tevgera bi armanca tunekirinê ye, ji ber wê jî dengê xwe dernaxin. Ji ber ku ew bi xwe jî di nava vê tevgera tasfiyekirnê de ne. Ji ber ê jî li hemberî pêkanînên li Îmraliyê bê deng bimînin.”
Bayik wiha berdewam kir; “Ger ne ji piştgiriya DYA û Ewropayê be, Tirkiye nikara van pêkanînan pêk bîne. Nikare ewqas siyasetmendarên demokratîk bigire, nikare parêzeran bigire, nikare rojnamevanan bigire. Nikare bi awayeke ne hiqûqî 6 mehan hevdîtinê asteng bike.”
Bayik derneketina Ocalan a ji bo
Bayik bal kişand ser derneketina Ocalan a ji bo hevdîtina bi malbatê re û got; “Di demek ku parêzerên wî hatine girtin, operasyonên qirkirina siyasî hene, çapemenî tê bêdengkirin, dengê Kurdan tê qutkiirn û tu cihên ku nefes têre bistînin tune ye, de, gelo mirov dikare helwestek çawa ji Rêber Apo hêvî bike. Di demeke wiha de Rêber Apo hevdîtinê red kiriye. Evqas aşkare ye. Ji bo şîrovekirina vê yekê hewce nake ku mirov siyasetmedar û analîzker be.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Bayik got; “Rêber Apo şîfreyên AKP’ê çareser kiriye. Tevgera Azadiya Kurdan şîfreyên AKP’ê çareser kiriye. Gel şîfreyên AKP’ê çareser kirye. Ji ber wê jî êdî hewldanên AKP’ê û hewldanên wê yên şerê psîkolojîk ji bo gelê me tu wateya wê tune ye.”
Bayik bal kişand ser hewldanên qanûnîkirina tecrîda li ser Ocalan û got; “Ger ev polîtîkayên tecrîdê bibe zagonî, em nikarin li hemberî vê yekê bê deng bibin. Ji xwe bi mehane li hemberî vê tecrîdê tekoşîneke mezin tê meşandin.” Bayik bal kişand ku dewleta Tirk li hemberî vê tekoşînê bê çare maye, bi ber vê jî dixwaze dagiritina girtîgehan gelê Kurd ji hal bixe û bîne rewşeke wiha ku êdî nekare têbikoşe. Bayik got; “Êrişeke wiha dimeşînin. Bi aşkereyî armanca vê êrişê dibêjin. Dibêjin me ê wisa bikin ku êdî dernekevin kolanan û nekarin meşan li dar bixin. Ev tê çi wateyê? Tê wateya fetisandin û çewisandina tekoşîna demokratîk a gelekê. Ji xwe bi hezran siyasetmendar ji ber vê girtî ne.”
Bayik got; “Tecrîd ne tenê qutkirina hevdîtinane. Bi aşkereyî li holê şantaj û tehdîd hene. Dibêjin “Tu yê telsîm bibî, serê xwe li ber polîtîkayên me bitewînî.”Rêber Apo jî li hemberî vê yekê li ber xwe dide. Rêber Apo bi aşkereyî hizir û bîrên xwe diyar kiriye.” Bayik ragihand ku dê gelê Kurd li hemberî van hemû zext û êrişan, xwedî li Ocalan derbikeve, li hemberî komplo, tecrîd û tehdîdan nerazîbûna xwe nîşan bidin û dê van polîtîkayên dewletê pûç bike.
Bayik wiha axivî; “
Êdî tekoşîn ne tenê tekoşîna ‘bila tecrîd rabe û hevdîtin pêk bên, an jî pêk neyê’ ye. Ger tekoşînek ku navenda wê li Îmraliyê ye tê meşandin, dê tekoşîna me jî bi temamî li dijî AKP’ê be” û destnîşan kir ku dê hêrsa tekoşer û gel zêde bibe. Bayik got; “Gelê me û tekoşîrên me pir dilsozên Rêber Apo ne. Hemû milîtanên PKK’ê dikarin hemû cure çalakiyên fedayî ji bo Rêber Apo bikin. Jixwe di her firsendekê de fedayîtiya xwe nîşan didin. Şerê li hemberî artêşa Tirk e? Serdegirtin û tunekirina qereqolan e? Ew leşkerên ku di wan qereqolan ne wekî ku Serfermandar gotiye, nêzîk dibin, hemû ji tirsan direvin. Ger li hemberî xwe hêzeke fedayî bibîne, dê çawa xwe bigirin? Dikarin tank, top û bi hezaran leşkerên dewleta Tirk rawestînin. Ger hêzên fedayî û leşker bêne beramberê hev, leşker nikarin xwe li ber bigirin. Dê hêzên fedayî li Rêber Apo xwedî derbikevin. Dikarin hemû çalakiyên ji bo Rêber Apo bikin û çalakiyên protestoyî jî li dar bixin.”
ANF NEWS AGENCY