1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Daxuyaniya derbarê MÎT’ê de!.
Daxuyaniya derbarê MÎT’ê de!.,daxuyaniya,derbarê,mît,ê,de

Daxuyaniya derbarê MÎT’ê de!.

A+ A-

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya têkildarê bangkirina rêveberên MÎT’ê ya ji aliyê dozgeriyê ve weşan de got; “Kesên ku bi tevgera me re hevdîtin pêk anîne, îro têne tawanbar kirin, îro berhemek a rageşî û hesabpirsîna navxweyî ya di nava sîstema dewletê de ye.” KCK’ê diyar kir ku dixwazin pirsgirêka kurd ji bo bazirganiyên wiha qirêj dikin amûr û ev yek tiştek pir kirêt e.

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir ku li her deverên cîhanê pirsgirêkên azadiya neteweyî ya gelan bi rêya diyalog û danûstandinên di navbera aliyan de çareser dibe û got; “Serokwezîr van hevdîtinan negirtiye ser xwe û red kiriye. Bi vî awayî vîna çareseriya demokratîk a civakê nas nekiriye û dînamît xistiye binê rêyên çareseriya aşitiyane.”

DI NAVBERA 2008-2011 DE HEVDÎTIN PÊK HATIN

KCK’ê diyar kir ku şandeya dewleta Tirk ji sala 2008 heta pûşpera (hezîran) 2011 ve bi awayeke rêkûpêk bi PKK’ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîne. KCK’ê got; “Di çarçoveya berdewama van hevdîtinan, li Osloyê, bi malovaniya rêxistineke navneteweyî bi rayedarên Tevgera me re hevdîtin pêk hatiye. Piştî ku Rêbertiya me van hevdîtinan bi raya giştî re parve kir, Serokwezîr Erdogan got ‘Ne hikûmet, dewlet hevdîtinan pêk tîne’ ev yek ne samimîtî ye, bi vê helwesta ne exlaqî berpirsyartiyê negirtiye ser xwe û lê xwedî derneketiye. Dibe ku hikûmeta AKP’ê ji cidiyeta pirsgirêka mezin û dîrokî ya Kurd pir dûr be. Dibe xwestibe bi vê yekê alîgiran ji xwe re kom bike û bi vê yekê planên tunekirina tevgera me danîbe.”

EM BI HESASÎ NÊZÎKÎ HEVDÎTINÊN OSLOYÊ BÛN

KCK’ê diyar kir ku ew di hevdîtinên Osloyê de pir hesas nêzîk bûn û got; “Ji ber wê jî ger bêjin hevdîtinên Osloyê ji aliyê tevgera me ve hatine aşkerekirin, ev yek berovajîkirina rastiyê ye. Ji ber ku hem tevger û hem jî Rêbertiya me girîngiyek pir mezin dida hevdîtinên ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên aşitiyane hêvîyek bûn.”

BANGKIRINA RAYEDARÊN MÎT’Ê HER KESÊ MATMAYÎ HIŞT

KCK’ê bal kişand ser şidandina tecrîda li ser Ocalan, girtina parêzeran û lezdana operasyonên siyasî yên di bin navê KCK’êde û diyar kir ku ji vana aşkere bû ku tu niyeta desthilatiyê ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tune. KCK’ destnîşan kir ku bankirina rayedarên MÎT’ê ji bo îfadedaynî her kesê matmayî hiştû got; “Kesên ku bi tevgera me re hevdîtin pêk anîne, îro têne tawanbar kirin, îro berhemek a rageşî û hesabpirsîna navxweyî ya di nava sîstema dewletê de ye.” KCK’ê diyar kir ku dixwazin pirsgirêka kurd ji bo bazirganiyên wiha qirêj dikin amûr û ev yek tiştek pir kirêt e.

TIRKIYE BIVIR LI LINGÊ XWE DIXE

KCK’ê helwesta Partiya Komargir a Gel (CHP) jî rexne kir û diyar kir ku bi bêberpirsyatiyê tevdigere. KCK’ê bal kişand ser operasyonên di bin navê KCK’ê de li hemberî siyaseta Kurdan tê meşandin jî û destnîşankiri ku ev operasyonên li hemberî vîn û nunerê siyasî yên li hemberî gelê Kurd tê kirin, di heman demê de jî li hemberî hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê tê kirin. KCK’ê bi bîr xist ku di encama operasyonên di bin navê KCK’ê de zêdetirê 7 hezar şaredar, hilbijartî, rewşembîr, siyasetmedar, parêzvanên mafê mirovan, parêzer, rojnamevan, jin û zarok hatine girtin û destnîşan kir ku tu aliyê hiqûqî yê vê yekê tune. KCK’ê diyar kir ku Tirkiye bi van operasyonên siyasî “bivir li lingê xwe dixe” û got; “Berpirsyarê vê şerê li hemberî civaka demokratîk Serokwezîr Erdogan, hikûmeta AKP’ê û saziyên wê yên ku ji bo vê yekê ketine nava liv û tevgerê ne. Ji be ku operasyon bi fermana taybet a Erdogan û biryara Civata Wezîran hatiye destpêkirin û bi awayeke rêkûpêk tê meşandin.”

MEŞA DIRÊJ SILAV KIR

KCK’ê di daxuyaniya xwe de Meşa Dirêj a Kurdan bi dirûşima “Ji Ocalan re Azadî û Ji Kurdan re Statûya Siyasî” ku di 1’ê sibatê de li Ewropayê dane destpêkirin silav kir û bi bîr xist ku nêzîkê 7 mehane Ocalan di tecrîdê de ye. KCK’ê meşa Kurdan weke “vîna azadiya bi Rêbertiyê re” bi nav kir û got; “ Berxwendana xwedîlêderketina li Rêber Apo, li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyê welêt pêl bi pêl belav dibe, heta azadiya Rêber Apo û bidawîanîna polîtîkayên qirkirinê, dê berdewam bike. Bi vê armancê gelê me, rewşembîr, siyasetmedar, hunermend, jin û ciwanên me yên hêja li hemberî van zextan û di şert û mercên dijwar ên zivistanê de meşa “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Kurdistanê re Statûya Siyasî” dane destpêkrin. Em hemû dost, heval, rewşember û siyasetmedaran bi awayeke dilgerm silav dikin û serkeftinê ji wana re dixwazin.”

DIVÊ DI 15’Ê SIBATÊ DE BERXWEDAN WERE XURTKIRIN

KCK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got; “Hembeya berxwedanê dê bi salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê sibatê xurtir bibe û heta azadiya Rêber Apo berdewam bike. Ji ber vê jî divê 15’ê Sibata îsal; ne tenê bi protestoyan, divê xeteke nû ya berxwedanê were pêşxistin. Divê rojiya rojane ya bi rojekê û denketina kolanan, vegerin çalakiyên greva birçîbûnê yên berfireh, li her derê hesab ji komplogeran were pirsîn, divê planên nû yên peymana Lozanê yên ji aliyê dewleta Tirk a netew-dewlet û hêzên navneteweyî bêne pûçkirin, bi temamî pûçkirina komployê bi berxwedan û serhildanên bi heybet gengaz e.

Gelê Kurdistanê, sala zor a 2012’ê ligel tekoşîna li hemberî zivistana dijwar, vegerîne bihareke azadiyê. Li ser vî esasî em bang li hemû gelê xwe dikin ku bi awayeke herî tund û bi bandor vê di salvgera 13’emîn de komployê nelet bikin, bi çalakiyên xurtir ên civakî pêş bixin û li hemberî zilmê beşdarî berxwedana xurt bibin.”

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî