Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPG
Ji bo çapemenî û rayagiştî!
Sernav û hundirê raporê ” Koçkirina bi zorê û wêrankirina malan li bakûrê Sûriyeyê” nakok e û rastiya rêxistinê dixe gumanan. -Hincetên sereke yên redkirinê:
-Tiştên di hundirê raporê de bi sernavê wê re nakok in, ev têrê dikin ku vala were derxistin û kesên amade kirine werin cezakirin.
-Tewanbariyên hatine kirin ne li gorî qanûna navnetewî ya sûcên şer a bingehîn li Romayê ya Dadgeha Cezayên Navnetewî.
Hincetên ku piştgirya hinceta me dikin:
-Tewanbarî bêyî belgeyî pêwîst hatine kirin.
-Tenê gotinên xelkê baş şahidiya bûyeran nekirine esas hatine girtin, gotin û çîrokên hatin gotin nehatine piştrastkirin.
-Hin kesên ku şahidî kirine endamên rêxistinên terorîst in û di şer de sûcên li dijî mirovahiyê pêk anîne.
-Daxuyaniyên YPG’ê hemû raporê ji serî heta binî vala derdixin.
-Kesên rapor nivîsandine dema ku amade dikirin mêhvanên aliyên siyasî yên li dijî Rêveberiya Xweser û Yekîneyên Parsatina Gel bûn, ev kes ne serbixwe ne.
PÊŞGOTIN
Rêxistina Lêborînê ya Nanetewî di 12’ê cotmeh 2015’an de, raporek di bin navê “Koçberkirin û hilweşandina malan li Sûriyeyê” de derxist û têde herêmên Rêveberiya Xweser ku bi Rojava tê naskirin, nîşan dide. Rêxistina Lêborînê di rapora xwe de diyar dike ku wan destûra xwe ji Rêveberiya Xweser wergirtibûn û bêyî ku têklîdarî kar û xebatên wan bibe, gerên xwe pêk anîne. Agahiyên di raporê de hatine belavkirin ji hin welatiyên gundê ku îdîaya koçberkirinê, hilweşandin û şewitandina malan têde rûdane û ji wêneyên satellitan, hatine wergirtin. Lê di naveroka raporê de gelek şaştî hene û agahiyên ji hin welatiyan hatine wergirtin li hev nayên. Dibe ku Rêxistinê nikaribû xwe bigihîne rastiyan. Hin şaştiyên ku eşkere ne ku rastiya raporên Rêxistinê dixe gumanekê ev in:
Rûpel 5 paragraf 1 rêz 3 Di vir de têgîna “koçberkirin” bê zanebûn hatiye bikaranîn û bikaranîna wê di paragrafa (D) ya madeya 7 ya sîstema Roma de ku di Dadgeha Sûcdariyê ya Navnetewî de bingeh e, di ber çavan re nehatiye derbaskirin. Li gorî navaroka raporê bikaranîna vê têgînê, ne li gorî pîvanên paragrafa (D) ya madeya 7 ji sîstema Roma ku di Dadgeha Sûcdariyê ya Navnetewî de bingeh e, ye. li ser vê yekê tewambarkirina Yekîneyên Parastina Gel bi sûcdariya “sûca şer” ne rast e û pêdivî bi rastkirinê heye.
Rûpel 6, paragraf 4, rêz 2 “… tiştên rûdane ne li gorî pêwîstiyên leşkerî bûn ku nikaribûn xwe jê bidin aliyekî.” Di raporê de gelek rewşên ku têde diyar dibe li herêmê şer û pevçûnên dijwar bi çekên giran ji herdu aliyên dijber ve, her wiha rêjîmê jî gelek deverên herêmê bi bermîlên bombeyî, top û fûzeyên Skodhatine bikaranîn, rûdane. Ev yek têrê dike ku hemû malên li van deveran ku ji heriyê hatine avakirin bêne hilweşandin.
Rûpel 8, paragraf 4, rêz 6 “… Rêxistina DAIŞ’ê bi topan êrîş kir.” Ev yek jî nîşan dide ku li herêmê şer û pevçûnên leşkerî rû didan, çeteyên DAIŞ’ê bi topan êrîşî gundan kiriye. Di vir de her wiha diyar dibe ku berpirsyarê van destdirêjiyan û koçberkirinê rêxistina DAIŞ’ê ye.
Rûpela 11- movika 1 “Mezintirîn şerê di navbera Artêşa Sûriyê ya Azad û Komên çekdar ku ji Ehrar El-Şam û Lîwaa 11 û Firsan El-Sina pêk hatin…..” Yekîneyên me di sbata 2014’an ne ketin gundê Hesîniyê ku wê demê di bin dagirkiriya komên terîrost debe, lê belê piştî karê erka xwe ya şerê li dijî çeteyan bi navê bersivdayîn û belavkirinê pêk anîn vegeriyan cihê xwe. Ev nîşaneya wê ye ku li herêmê şerekî mezin di navbera gelek aliyan de hebû, şerê li herêmê hate jiyankirin ku li kîjan gundî pêk hatiba bes dike wî bi tevahî wêran bike.
Rûpela 11- Herdû movikên dawî “Welatiyekî bi gotina xwe ya dibêje sê zilamên ji gund bi rêxistinê re (DAIŞ) di nava têkiliyê de bûn….” “…… DAIŞ’ê dema gund xistin destê xwe 4 yan 5 malên gund rûxandin.” Ev yek têkiliya hin şêniyên gund bi çeteyên DAIŞ’ê re di nava çalakiyên leşkerî de bûn, bi vê yekê kesên behsa wan hate kirin aramanceke rewaye li gorî raporê. ” rûpela 6’an- Movika 4- xeza duyemîn” Her wiha li gorî movika (d) ji madeya 7’an ji rêziknameya Roma ya Serke ya Dadgeha Cinaî ya Navdewletî. Di movika dawî ya heman rûpelê de jî diyar dibe ku DAIŞ’ê di her şerekî de mal ruxandine, bê guman jî di dema şer de wê welatiyî ranewestin, lê belê dê bi daxwaza xwe û ji tirsa li ser ewlekariya xwe ji herêmê derkevin.
Rûpela 12-Movika 2-xêza 3 “….Me dît malên me hatin ruxandin…Em nizanin kê ev yek kiriye…..” Ev yek nîşan dide ku heta kesên wekî şahidan axivîne gotinên xwe li ser texmînan gotine û tiştek bi çavên xwe ne dîtene.
Rûpela 12’an- Movika 6’an- xeta 6’an “…JI destpêka şerê çekdar me malên xwe terik kirin…..” Ev zelal nîşan dide ku welatiyan ji bo ewlekariya xwe bi xwe koçber bûne, ne bi darê zorê hatine koçberkirin.
Rûpela 14’an –movika 1-xêza 3’an “…Lê belê wî zêde kiriye ku Ew guman dike ku ruxandina malan dibe ku ji bo tolrakirina kuştina endamên yekîneyên…..” Ev yek jî zelal dike ku hemû nerîn û şahidiyên hatine kirin xwe dispêre txmînan û wan bûyer bi çavên xwe ne dîtine.
Rûpela 15’an-Movika 1-xêza 2’an “…Lêkolînerên rêxistnê serdana 4 bajarok û gunêdn ku lê welatî hatin koçberkirin û li gel welatiyên herêmê axivîn.” Di vir de jî nakokî zelale, tê gotin ku li gel welatiyan hatiye axaftin û di heman demê de hate gotin ku welatî bi temamî hatin koçber kirin. Diyare di raporê de binge hin kesên ku şahidiyên wan nehatiye piştrastkirin û ne hatine teyîdkirin ku têkiliya wan bi bûyerê heye yan bûyer dîtine.
Rûpela 15’an-Movika 3- Zêza 2 û 5’an “….Şêniyên wan û hin kesên din ji gundê El-Mexat ya li nêzî wê riya koberiya wan a bi darê zorê ku bi destê hin şervanan tê texmînkirin ku endamên Yekîneyên Parstina Gel in.” “Şêniyên wan gundan Rêxisitina Lêborîna Navnetewî gotin ku ew texmîn dikin….” Ji van yekan diyar dibe ku kesên navê şahidên bûyerê li wan hatiye kirin tiştek ne dîtine. Ew tenê texmîn dikin û ev nabe isbatek ku pê were kirin. Cihê di raporê de navê gundê Mexat lê hatiye kirin tu hebûn jêre nîne, lê belê ew yek ji taxên başûrê bajarê Silûke. Hemû texên Silûk û beriya Yekîneyên YPG’ê bikevênê bi mehekê wekî wekî herêma leşkerî hatibû ragîhandin. Bajaroka Silûk wekî xeta parstina Girê Spî ya yekem hate bikar anîn û bargeheke komên çete yên DAIŞ’ê bû. Heta niha jî di piraniya malbatên Silûk de mayînên ku çeteyan beriya têkbiçin çandibûn hene.
Rûpela 20’an- Movika 2- Xêza 6’an “…..Piştî hefteyekê 3 zilam derdora saet 12’00’yê nîvor. Riyên xwe kur kirbûn û bi erebî diaxivîn, li wan diyar ne dibû ku endamênYPG’ê ne, lê belê cilên keskê sade li xwe kiribûn. Ji mere gotin ku 3 saet an ku derkevin. Lê me careke din tiştên ji ên beriya wan re gotibû me ji wan re. Gefa ku dê guleyan li me bireşînin heger em ji gund dernekevin……” Ev xal jî zela dike ku şahidên di raporê de hatine bikar anîn ne cihê baweriyê ne. Şahid bi xwe jî ji gotinên xwe û nasnameya çekdaran ne bawarin.
Rûpela 20’an- Movikka 2- Xêza 6’an “…..Zilamekî koçber ji gund ji Rêxisitna Lêborîna Navnetewî re got ku Endamên Yekîtineyên Parastina Gel gule li 2 zarokên nêzî gundê ber bi Silûk ve hatin reşandine. Nûnerên Rêxisitinê bi herdû zarokên gule li wan hate reşandin re axivîn, wan jî tişta hate gotin piştrast kirin…..” Di raporê de nakokiyeke zelal heye: Bi herdû zarokên bi wan re hate axaftin. Wekî wê û wekî mînak: Derbasî gundê ku hemû şêniyên wê hatine koçberkirin û bi şêniyên wê re hate axaftin.
Rûpela 23’an -Movika 2- Xêza 3’yan “….Rojnamavanan ragîhandin ku Yekîneyên Parastina Gel di 6’ê tîrmehê de welatiyên tirkmen koçber kirine û navê hin koçberan wekî lîste destnîşan kirin……” Li vir jî rêxistinê rapora xwe sparstiya raporeke bi dîmen ku li ser malpera “Sirac Pirs” ya girêdayî Desteya Giştî ya Şoreşa Sûriyê ya girêdayî Koalîsyona Niştimanî ya hêzên opozisyoan Sûriyê. Di raporê de navê hin malbatên îda dikin ku ji aliyê YPG’ê ve hatine koçberkirin. Kesên ev yek belge kiriye kesê bi navê Enwer El-Ekaf e. El-Ekaf fermandarê tabûreke li ser navê Islamê tevidger û wan bi xwe welatiyên kurd li Girê Spî û gundên wan dane koçberkirin û mal û milkên wan talan kirin. Di heman demê de ji aliyê Buroya Belgekirinê û Binpêkirinan a girêdayî Hikûmeta Demî ku li Tirkiyê jialiyê Koalsyona Opozisyona SÛriyê hatiye avakirin.
Rûpela 26-Pargrafa dawî- xêza 2 “Piştî ku di navbera Hêzên YPG’ê û komên çete de pevçûn qewimîn, ew hefteyekê ji gund derketin.” Nîşaneke din a ku diyar dike ku pevçûnên ku dibin sedema hilweşandina malan di gundên ku hatin nivîsandin de ku piraniya wan ji heriyê hatin çêkirin, qewimîne û ew mal ji ber bikaranîna çekên giran hilweşiya ne.
Rûpela 29- Pragrafa 1- Xêza 1 Ehmed diyar kir ku yek ji zarokên wî endamê Tabûra El-Farûq a girêdayî Artêşa Azad ya Sûriyê ya li Serêkaniyê, ku bi YPG’ê re şer dikir bû. Ev jî nişana ku hinek welatiyên herêmê beşdarî çalakiyên leşkerî yên ku hêzên ku dijminahiya YPG’ê dikin pêk anîne, bûne. Ev dibe sedem ku ew bibe armanceke leşkerî ya rewa di rewşa şer de û girtina malbata wî û derbaskirina wan di lêpirsînê re nayê wateyê sûcê şer. Malbatê li vir negotin ku ew bi darê zoarê hatin derxistin, lê belê gotin ew ji vegerê ditirsiyan.
Rûpela 34-Pragrafa 1- xêza 1 Di qanûna Înasanî û navnetewî de çênabe ku sivîl di şerên çekdarî yên ne navdewletê de bên koçberkirin, lê belê ji bo ewlekariya wan û ji ber sedemên leşkerî dibe ku bên derxisin ev jî istîsna ye. Di madeya borî ku di raporê de û di sîstema Roma ya esasî de hatiye nivîsandin ku dibêje ji bo ewlekariya wan û ji ber sedemên leşkerî dibe bên derxistin ev istîsna ye. Piraniya bûyerên ku di raporê de hatine nivîsandin diyar dikin ku sedemênleşkerî hene. Di raporê de istîsna esas hatiye girtin, ne qanûn û weke delîl hatiye bikaranîn. Bi vê yekê jî xwe vala der xistiye, ev jî nîşan dide ku kesên rapor amade kirine, yan qanûnan nas nakin ya jî bi zanebûn rastî ji bo sedemên ku tenê ew dizanin, berovajî kirine. Derbarê lêkolîna ku Rêxistinê belavkiriye jî emê ji we re çend xalên diyar dikin ku kesên ev rapor amade kirine û çavdêriya wê kirine ne kesên profesyonelin û ji hin aliyan ve bi armanca reşkirina Rêveberiya Xweser û Hêzên YPG/YPJ’ê hatiye çêkirin.
Gundê Husêniyê -1 Rêxistina lêborandinê ya navnetewî dibêje ku piştî ku ew di destpêka meha Tebaxê de çûne gundê Husêniyê yê ku li nêzê bajarokê Til Hemîs e, gundiyan ji wan re gotine ku Hêzên YPG’ê berpirsyarê hilweşandina 90 malan e û li gorî ku şêniyên herêmê ji rêxistinêre diyar kirine ku bajarokê Til Hemîs di meha sibata sala 2013’an de ket destê komên opozisyonê yên bi navê Artêşa Azad. Yek ji berpirsyarên ereb ên herêmî ji rêxistinê re dibêje ku yekîneyên parastinê di destpêkê di meha kanûna 2013’an de li gundewarên Til Hemîs de bi komên Artêşa Azad û hin komên din ên çekdar re ketin nava pevçûnan. Berpirsê herêmê dibeje ku pevçûnên herî dijwar di nava yekîneyên parastinê yên kurd û Artêşa Azad de di meha sibata 2014’an de li gundê Husêniyê pêk hatin. Ev yek ji aliyê jina bi navê Fereh ve ku yek jinên gundê Husêniêy ye jî di raporê de tê piştrastkirin. Fereh dibêje ew di dema pevçûnan de li wir bûye û hin mal di meha sibata 2014’an de ji ber pevçûnan hilweşiyane. Lê belê ev gotin ne rastin, ji ber ku pevçûnên ku di nava YPG’ê û komên çete yên li Hemîs û gundewarên wê de di 28’ê Kanûna 2013’an de derketin û di 6’ê Çileya 2014’an de bê ku bighêjin gundê Husêniyê bi daxuyaniyekê ji aliyê YPG’ê ve dawî bûn. Bi vê yekê jî derdikeve holê ku herdu şahidên nav borî derewan dikin. Derbarê şerê ku di meha sibatê de pêk hat jî ew şer tenê li bajarokê Til Birakê qewimî û li Til Hemîs pêk nehat. Ev şer jî di bin navê ‘Hemleya wefadariya bi şehîdên Til Berak û Til Hemîsê’ de li dijî komên çete yên girêdayî Rêxistina El-Qayde pêk hat û wê demê jî me daxuyaniyek derbarê hemleyê de da. Lê Rêxistina Lêborandinê careke din li ser navê jina bi navê Fereh yekîneyên parastinê yên kurd, bi hilweşandina gund tewanbar dike. Gundê Hemam ê Turkmenan Rêxistina Amnesty dibêje ku serdana Gundê Hemam ê Turkmenan ê girêdayî bajarokê Silûkê kiriye. Yek ji welatiyan dibêje ku hezar û 400 malbatên Turkmen lê hene. Kesekî din jî dibêje ku hezar malbat hene. Ev hejmar dûrî rastiyê ne û rastiyê înkar dikin. Em naxwazin ku balê bikşînin ser hejmara welatiyan û mijara koçberiyê deynin aliyekî, lê dema ku em şaştî û tehrîfkirinên rastiyan ên rêxistinê dibînin, baweriya bi lêgerîn û kesên ku amade dikin namîne. Rêxistin dibêje ku li dijî vî gundê êrîşên bi tirimpêlên bombebarkirî û sekvanan pêk hatine, ev jî mijara koçkirina bi zorê derew derdixe û diyar dike ku ew ji ber rewşeke şer e. Divê her kes zanibe ku li gundê Hemam ê Turkmen zêdetirî hezar û 500 mlabatan heye û şêniyên wî 15 hezar kes in. Ev jî tiştên ku wan kesan gotiye derew derdixe û diyar dike ku belkî ev kes ne neşteciyên gund in an jî kesên ku tehrîfan dikin. Di 1’ê îlona 2015’an de di navbera fermandariya leşkerî ya hêzên me û rûspiyên gund de civînek li bajarê Girê Spî (Til Ebyed) hat lidarxistin. Di civînê de rûspiyan navên 79 kesên ji gund ku endmên DAIŞ’ê ne û dema bajar hat rizgarkirin bi çeteyan re reviyane, dane. Wê demê rûspiyan ji me xwest ku divê ev 79 kes venegerin gund. Malbat hemû niha li gund in, her dezgeheke çapemeniyê an jî rêxistineke mafên mirovan a rast û serbixwe di nav de Amnesty serdana gund bike, yekîneyên me jî dê parastina wan misoger bike. Rêxistina Amnesty Yekîneyên Parsatina Gel bi koçkirina zorê ya welatiyan Turkmen tewanbar dike. Xwe dispêre raporeke çapemeniyê û wêneyên ji aliyê kesê bi navê Xedaf Racih û balavokeke Malpera Sîrac Press ku ji karê pîşeyî yê çepemeniyê dûr e û wekî malpereke Koalîsyona Niştîmanî ya Sûriyeyê û li dijî Rêveberiya Xweser û YPG’ê ye, tê naskirin. Di rapora ku vê malperê belav kiriye de yekîneyên me bi koçkirina welatiên Ereb tewanbar dike û navê gundan jî rêz dike. Ev gundên ku malper dibêje gundên Turkmenan e. Ev yek diyar dike ku kesên rapora Rêxistina Amnesty amade kirine ev agahî ji vê malperê derxistine û li şûna koçkirina Ereban, Koçkirina Turkmenan nivîsandine.
Naverok Çavdêriya ku rêxistina navnetewî Amensty (Rêxistina Efû) belav kiriye û têde Yekîneyên Parsatina Gel bi navê (sûcên şer) hatiye tewanbarkirin rastiya heyî dernaxe û bi temamî ji rastiya şer û ziraviyên wê dûr e. kesên ev rapor amade kirine bi awayekî eşkere ji kiryarên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst û û hêzên beriya wê dûr çûne û nabêje ku dema ev rêxistin bi bin ketine wêranî, şewitandin û xerabî kirine û ji derketine. Rapora Amnesty ne raporeke pîşeyî û pisporî ye û ne serbixwe ye. Xuya dike ku aliyê siyasî bêhtir bandor lê kiriye, ev jî ne li gorî pîvan û rêgezên rêxistinê ye. Ev rapor armanc dike ku bi awayekî mezin nakokiyên nijadî kûr bike û rewşa şer wekî şerê di navber Kurd û Ereban de diyar dike. Ev jî xeteriyeke mezin û ne li gorî exlaqê rêxistina Amnesty ye û baweriya ji kesên amade kirine û baweriya ji vê rêxistinê jî dixe gumanan. Ev rapor ne li gorî tişta li ser edê û rastiya rewşa jiyana aştiyan di navbera civaka pir nijad, mezheb û netew lê jiyan dikin, ye. Kesên ku rapor amade kirine dibêjin malên wê hatiye wêrankirin, di navbera hêzên me û rêxistina DAIŞ’ê de şerên dijwar rû dane. Beriya wê jî ev herêm ketiye destê gelek hêz û koman hin ji wan jî yên Artêşa Azad, Cebhet El-Nusra, Ehrer El-Şam û herî dawî DAIŞ. Li vê herêmê şer mal bi mal çêdibû û hemû cureyên çekan hatine bikaranîn, di raporê de jî behsa vê mijarê tê kirin. Rêxistinên li pey hev hatine vê herêmê di şerê xwe de mayîn didan çandin, tirimpêlên bombebarkirî, kesên întîharî, bombekirina malan bikar tanîn. Her kes dizane ku ev tektîk ên herî ku ziyan, teror û zeraran li pey xwe dihêlin in, bandoreke mezin li jiyana sivîlan dikin û dihêle ku ji ber mayîn û van wêraniyan koçber bibin. Van rêxistinan nêzî 16 hezar mayînên biçûk û mezin di navbera herêmên (rojhilatî Til Hemîs-Çiyayê Kizwana- başûrê Til Temirê û heta bajarê Girê Spî) çandine. Yekîneyên me yên pispor çariyek ji van mayînan ku li dehan gund û mezreyan hatine çandin, rakirine, derfetên têrî bikin ku hemû werin rakirin jî tune ne. Me gelek caran jî ji civaka navnetewî û rêxistinên pispor xwestiye ku destê alîkariyê dirêjî me bikin da ku bi hev re em van mayînan rakin û welatî vegerin gundên xwe. Hêzên me yên YPG, Artêşa Azad, Navenda Çalakiyên Burkan El-Firat û hêzên herêmê yên dostên me bi alîkariya balafirên Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ di navbera sibat û tîrmeha 2015’an de me nêzî hezar û 500 gundên herêmê rizgar kirine. Ji gundên li rojhilatî Til Hemîs û heta gundên li rojavayê bajarokê Sirrîn, gundên bajarê Girê Spî (Til Ebyed) ji terora DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. Welatiyên van gundan di nav de gunên Xemir bi kêfxweşî li malên xwe jiyan dikin û heta niha neheqî li yek kesî sivîl jî nehatiye kirin. Rêxistina DAIŞ’ê wlatî ji gundên wan bi hincetên cuda cuda derdixistin û wan wekî mertalên zindî bikar tanî, mal dişewitand û wêran dikir, depoyên petrolê vala dikir û agir pê dixist da ku balafirên koalîsyonê û şervanên me cihên wan tesbît nekin. Piştî ku têk diçûn, dema ku neçar diman vekşin wêranî û xerabî li pey xwe dihiştin û ev kiryar dixistin sukra hêzên me. Li gundê Hisêniyê yê girêdayî bajarokê Til Hemîs jî heman tişt bû. Kesên rapora rêxistina navnetewî ya Amnesty amade kirine nikarîbûn vê rastiyê di rapora xwe de binivîsin û tenê tişta ku hin aliyan Koalîsyona Niştîmanî ya Sûriyyê yên dijberî Rêveberiya Xweser û YPG’ê ne, ji wan xwestiye ew kirine. Ne dûr e ku ev kes di şerê ku çêbûye de bi xwe jî hevkarê rêxistina DAIŞ’ê û hêzên alîgirên wê bin û xwe wekî şahidên bûyeran nîşan dane. Kesê bi navê Enwer El-Kettaf ku tewanbariya koçkirin, kuştin û talankirin û teslîmkirina sivîlan ji bo DAIŞ’ê li ser e yek ji wan e. Piştî ku rêxistina DAIŞ’ê ji van herêman hate qewitandin Yekîneyên Parastina Gel yekser beriya ku rêxistinên alîkariyan ên navnetewî werin, dest bi peydakirina pêdiviyên welatiyan ên lezgîn kir. Alîkariya tenduristî li gorî derfetên xwe pêşkêş kir. Em dixwazin balê bikşînin ku rêjeya Ereban û pêkhateyên din di nava refên hêzên me de bi awayekî mezin zêde bûye û zêdetirî çariyekê (1/4) ji tevahiya hêzên me ye. Ev jî gumanên li ser YPG’ê radike û vê îdîayên kesên ku rapora Amensty amade kirine û me bi koçerkirina heman pêkhateyê tewanbar dikin, berovajî dike. Kesên rapor amade kirine tenê li şahidî û axaftinên beşekî ji van kesên ku bi DAIŞ’ê re ji herêmê reviyan e û dest wan bi xwîna gelê Sûriyeyê qirêj bûne, guhdar kirine. Helbet wê nerîna wan wiha be. Wê demê em nikarin behsa rastî û baweriya bi vê raporê bikin û ne jî kesên ku bûne şahid. Ji destpêka şerê navxweyî yên li Sûriyeyê û heta vê saetê herêmên ku Yekîneyên Parastina Gel û hêzên dost ji destê komên terorê rizgar kirine, herêmên herî bi ewle û aram li ser asta Sûriyeyê ne. Herî dawî jî êrîşa şer hebûnê ya bajarê Kobanê bû. Careke din em bibîr dixin ku rastiya heyî bi tabyet di çarçoveya şer li ser erdnîgariya Sûriyeyê ku bûye qada şerê aliyan her yek ji wan ji aliyekî herêmî ve tê destekirin pir bi êş e. Cudahiyên siysaî û nakokiyên ramyarî yên van aliyan dihêle ku erka parastina aramî û ewlehiya welatiyan bixe rewşeke dijwar. Lê belê pêwîstî bi derfetên pir mezin heye. Tevî derfetên biçûk û mutewazî li herêmên di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel de li gorî herêmên din ên welat ziyan gelekî kêm bûn. Me şervanên xwe yên herî baş dane da ku bigihêjin armanca xwe û rê li pêşiya ziyanên li welatiyên Sûriyeyê tên kirin, bigrin.
Dawî Rêxistina Navnetewî Amnesty yek ji rêxistinên sivîl ên cîhanî ye. Heta niha bal kişandiye ser gelek dozên mafên mirovan ên cîhanê, di derxistina rastiyan de roleke wê ya pêşeng hebûn, lê mixabin kesên ev rapora wê amade kirine di derxistina rastiyan û gîhandina wan ji raya giştî re bêyî ku mafên wan hebe şaştî kirine û têgîn, sîfat û sernavên ne li gorî cewher û naveroka raporê danîne, ev yek dihêle ku em ji rastiya wê û tewanbariyên wê ne bawer bin. Careke din em ji raya giştî re dibêjin ku tu hêzeke wekî Yekîneyên Parastina Gel ku baweriya wê bi pirrengiya nijdar, netew û mezheban, hebe û şerê terora cîhanê ya DAIŞ’ê nûnertiya wê dike da ku aştî û aramî di nava civakê de pêk were, tune ye. Paye û astên şervanên me çi be bila bibe, eger şaştiyan dikin , li gorî qanûn û rêziknameyan tên cezakirin. Dîsa jî deriyê me ji hemû rêxistinên navnetewî yên mafên mirovan vekirî ne û bang li wan dikin ku serdana herêmên di bin kontrola me de bikin di nav de rêxistina Amnesty (Efû) û careke din li rapora xwe vegere û bixe xizmeta rastiyê ya li gorî rêgezên wê.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) În, 16’ê cotmehê/October 2015″