Daxuyaniya HPG'ê ya li ser teqînên li Sûr û Qoserê
HPG'ê der barê 2 teqînên li navçeya Sûr a Amedê û navçeya Qoser a Mêrdînê de, daxuyanî da
BEHDÎNAN - ANF Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku der barê van her du teqînên 10'ê Tebaxê yê li Sûr û Qoserê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û hewl hatiye dayîn, ev bûyer bên zelalkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di encama lêkolînan de derket holê, ku teqîna li Sûrê ji aliyê HPG'ê û hêzên me yên eyaleta Amedê ve nehatiye kirin. Lê belê eşkere bû ku ev çalakî ji aliyê yekîneyeke cuda ya herêmî ve, li dijî kiryarên dewleta Tirk ên li Sûr û Amedê hatiye kirin. Çalakiya li navçeya Mêrdîn Qoserê jî, ji aliyê yekîneyeke ser bi HPG'ê ve hatiye lidarxistin."
LÊPIRSÎN HAT VEKIRIN
Daxuyaniyê wiha dewam kir:
"Her çend, çalakiya li Sûrê yekser ji aliyê HPG'ê ve nehatibe kirin jî, ji ber ku kontroleke xurt li ser yekîneyên bi vî rengî daneniye, berpirsyarî dîsa ya HPG'ê ye. Hem cih hem jî şêweyê pêkanîna çalakiyên li Sûr û Qoserê cihê rexneyê ne û xwedî gelek kêmasiyan e. Lewma lêpirsîn hatiye vekirin. Di çalakiyên ji niha û pê ve, ji bo sivî bi ti awayî zerarê nebînin, ji bo bi tenê hêzên dagirker mêtînger hedef bên girtin, wê bi berpirsyarî û hesasiyeteke mezintir çalakî bên kirin.
Lê belê, yên ku li hemberî hilweşandina Sûrê, li hemberî şewitandina 20 gundên li Pasûr, Lice û Farqînê yên di dema vê çalakiyê de ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat kirin û li hemberî pêkanînên şîdetê yên bêperwa yên dewleta Tirk ti daxuyanî nedan, heman piştî vê çalakiyê, ji ber kêmasiyên vê çalakiyê yekser derketin holê û daxuyanî dan, ti eleqeya wan bi cidiyetê re nîne. Feraseteke rasteqîn a civaka sivîl a li Kurdistanê divê li dijî her şêweyên şîdetê û neheqiyê derkeve. Eşkere ye, yên li dijî hêzên dagirker dernekevin û bi tenê li hemberî kêmasiyên şoreşgeran daxuyaniyê bidin, wê bi tenê bi kêrî mêtîngeran bên. Em bang li hêz û derdorên bi vî rengî dikin, ku di van mijaran de bêhtir bi edalet û rasteqîn tevbigerin.
Ji ber ku di van her du bûyeran de mirovên me yên sivîl jiyana xwe ji dest dane, em xemgîn in û ji malbatên mirovên me yên jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwazin."