Daxuyaniya Jinan ji Bo Kurdî
Ji Raya Giştî û Çapemeniyê re
Civaka bi dewlet hîn di destpêka çêbûnê de li ser bingeha nirxên civakî yên jinê û koletiya jinê hatiye rûniştandin.
Ji destpêki ve, avabûneke bi înkar û mîlîtarîst ji alî çandî û pergalî ve bi awayekî domdarî pêşve çûye. Di bingeha avabûna dewletê de desteserkirina mafên civak û jinê heye. Dema sazûmaniya xwe dike li ser bingeha şîdeta artêşê hewl dide.
Ji bo mirovahiyê rastiyeke bingehîn axaftin û birêvebirina jiyana bi zimanê zikmakî ye. Lê mixabin ku em kurd beramberî qedexeyên ziman mane. Ev ne nêzîkatiyek wisa ye ku mirov bikaribe qebûl bike. Li hember înkar û tunebûnê berxwedan jî parçeyekî jiyanê ye. Rêzdariya ji bo zimanê civakan pîvaneke jiyanê ye. Di sedsala bîst û yekemîn de zordariya li ser ziman û nasnameya kurdî nayê qebûlkirin.
Dema mirov li rastiya Tirkiyeyê dinihêre, bi xemgînî mirov dikare bêje ku nasnameya kurdî, zimanê kurdî hîn bi xedariya siyasetmedaran re rû bi rû ye. Hukûmeta AKP'ê siyasetekê li ser bingega kurdên xwe armanc dike. Lê em ne kurdên kesî ne, em ê nebin kurdên kesî. Em gazî wan kesan dikin ku di nav AKP'ê de bi nasnameya kurdan siyasetê dikin û parlamenter in. heke dixwazin di wîjdanê gel de paqij bibin divê digel gelê xwe cih bigirin.
Li ser navê pêşveçûna demokratîk xebatên ku tên kirin ji bo me tenê têkçûneke xeyalan e. Li ser navê dadweriyê bêdadî heta çongê ye. Ji aliyekî ve behsa aştiyê, ji aliyekî ve behsa artêşên bi meaş tê kirin.
Ev artêş li hember kê tê avakirin. Dê bi kê re şer bike. Dê operasyonan li ku bike? Amadehî li holê ne. Armanca hukûmeta AKP'ê ew e ku dewleta ku nekarî kurdan bi kuştinê ji holê rake, ji alî binesaziyê ve serast bike, dewleta ku avakirina wê temam nebûye ava bike û bi awayekî xurtir derkeve hemberî her kesî. Ji bo vê jî dema ku jê re pêwist e bi derewên Pêşveçûna Demokrasiyê qezenc dike. Ji ber vê ye ku dikare cesaret bike ku li ser navê guhertinên yasayî kujerên kurdan ji girtîgehan derxîne.
Em dipirsin, di serî de Serokwezîr birêz T. Erdogan, gelo fêhma we ya demokrasî û edaletê ev e? Çareya we ya çareserkirina pirsgiriêka kurd avakirina artêşên taybet, berdana kujerên bi sedan kesan e? AKP ya ku nikare tehamulê bi seyasetmedarên qada legal bike, li ser navê KCK'ê siyasetmedarên hilbijartî yên kurdan bi awayekî ji dervê demokrasiyê digire û davêje girtîgehan, dê bi kîjan madeyan îfade bike. Em wekî Pêkhatiyên Meclîsên Jinan ên Amedê dibêjin, vesazkirina aştiya nava gelan bi durustiyê dibe. Durustî mezinahî ye. Rûyê wîjdanê mirov e. Em ditirsin sibe pir bi derengî bikeve. Tişta ku li hember kurdên dixwazin xwe bi zimanê zikmakî îfade bikin tê kirin, zulm e, êşkence ye, kuştin e.
Bicihanîna pêdiviyên peymanên ku li ser riya Yekîtiya Ewropa hatine îmzekirin, deynê stuyê hukûmetê ye. Di daxuyaniya navnetewî ya mafên zarokan de hemû dewletên alî qebûl dikin ku mafê zarokan heye bi zimanê zikmakî perwerde bibin. Em tînin bîra hukûmeta AKP'ê ku hêvî dike bibe endamê Yekîtiya Ewropa, ku her zarok xwedî maf e ku bi zimanê xwe perwerde bibe. Ma hûn difikirn ku bi vî rengî bikevin Yekîtiya Ewropa?
Em dixwazin hukûmeta AKP'ê îspat bike ku slogana wê ya Pêşveçûnên Demokratîk ne vala ye. Bi qasî amadehiyên hukûmeta AKP'ê tên dîtîn, tunekirin, dîsa şer, dîsa înkar heye. Em gazî hemû rayedarên dewletê dikin, înkara civakekê armanckirina tunekirinê ye û rijandina hêsirên çavan e.
Em wekî Pêkhatiyên Meclîsa Jina a Amedê dibêjin ku bingeha jiyaneke bi aramî û aştî naskirina Statuya Kurdan e. Divê ziman û nasnameya kurdan were qebûlkirin.
Rêz û silav
Pêkhatiyên Mecîlsa Jinan a Amedê