Daxuyaniya PEN´a Navneteweyî
Tirkiye: Qedexeya li Herema Kurdistanê Bidawî Bike
Û Li Çareseriyek Aştiyane Bigere
Mijdar 2, 2016- Îro dema ku PENa Navneteweyî dianî zimên ku Hukmata Tirkiyeyê, careke din bi armanca sînorkirina mafê bi azadî xwe-îfadekirinê ya meşrû, zagonên rewşa awarte ne di rê de bi kar tîne, li Başûrê Rojhilatê Tirkiyeyê, gihanîya înternetê ya qismî, bi taybetî li Amedê berdewam dikir. Rêxistinê bang kir ku ev astengî ji holê rabe û mafê bi azadî gihaniya platformên medyaya sosyal bê strandin.
Qutkirina înternetê- qasê ku tê zanîn bi hukmê zagona bi hejmara 671ê ya ku piştî darbeya neserkeftî ya 15ê Tîrmeha 2016yan derketiye- piştî hevserokên Amedê bi hinceta îddîayên ku sûcên terorî kirine 26ê Cotmeha 2016an de hatin binçavkirin û bangî protestoyên binçavkirina wan hat kirin dest pê kir. Pêkutiya li ber çavan a li ser medya û saziyên Kurdan, ji darbeya neserkeftî ya ku hukmat bi Cemaata Gulen ve girê dide vir de didome.
Serokê Komîteya Nivîskarên di Zîndanê de ê PENa Navneteweyî Salil Tripathi anî zimên ku “Gihaniya înternetê, ji bo nivîskar, weşanger û xwendekaran pir girîng e. Bi taybetî ji bo zimanên kêmneteweyan ên ku xwendekarên wan di heremek fireh de belavkirî ne û li hemberî zimanê wan niheqî tê kirin wisa ye”
“Ji gelek aliyan ve qedexe û pêkutiyên li ser zimanê Kurdî- portalên înternetê û îstasyonên Televîzyonan- mafê xwe-îfadekirina bi azadîyê, îhlal dike. Divê Tirkiye astengiyan rake; ji ber ku axaftinên aştiyane li tu derê ne sûc in.”
Ji darbeya neserkeftî vir ve, herî kêm 28 şaredar ên bi taybetî li şaredariyên Kurdan bi hinceta ku têkiliya wan bi PKK’ê re heye bi darê zorê ji karê xwe hatin girtin. Bi pêleke li welat seranser, bi hezaran mamoste, rojnamevan û akademîsyenên Kurd ji karê xwe hatin dûrxistin.
“Xuya ye Kurdên Tirkiyeyê ji biryarên rewşa awarte pir zêde mexdûr dibin û ev rastî mirovan gellek aciz dike” got Marjan Strojan, ji Komîteya Nivîskarên Aştiyê yê PENa Navneteweyî.
“Em dizanin ku rewşa Tirkiyeyê ewqas xeternak e ku peyva ‘aştî’yê jî bitalûke ye, sedema sûcdarîbûn, cezakirin û êrîşan e. Ji ber vê yekê em ji her du aliyan daxwaza destpêkirina pêvajoyek bi rûmet a aştiyê dikin û ji bo pirsgirêkên Kurdan şûna çareseriyek leşkeri, difikirin ku divê ji bo dîtina çareseriyek siyasî hewlên rakirina astengiyan bên dayin.”
Ji dema hewla darbeyê vir de herî kêm 36 rojnamevanên ji medyaya aliyê-Kurdan hatin girtin, 21ê wan jî hatin binçavkirin. Ji 30 televîzyonên ku hatine girtin 16 heb ên Kurdan e. Dîsa ji 31 radyoyên ku hatine girtin 10 heb û ji 5 ajansan 3 ên Kurdan in. Ajansa Kurdan a Nûçeyan a herî mezin DÎHA, ya ku 16 rojnamevanê wê di pişt deriyên girtîgehande û 8 rojnamevan piştî girtinê li benda dadgehê ne, bi biryarnameya bi hikmê zagonên bi hejmarên 675 û 676an, hat girtin. Heman zagonan di heman demê de Ajansa jinan JİNHA ya ku alîgirê Kurdan e jî girtin û Azadiya Welat ê ku yekem rojnameye rojane yê bi zimanê Kurdî ye û herî zêde di piyasê deye jî tê de 10 rojnameyên aliyê-Kurdan girtin û dîsa sê Kovarên alîgirê Kurdan hatin girtin. Li ser Televîzyona Kurdî Med Nûçe TV’yê, bi daxwaza desthilatdarê Tirkan, ji aliyê Satelayta Fransî Eutelstat’ê ve emrê girtinê hat dayin.
Serokê beşa Ziman û Wergerê ê PENa Navneteweyî Simona Skrabec anî zimên ku “Azadiya xwe îfadekirinê, a çapemenî û pirdengiyê, mafê mirovan ên esasî ne û ji bo her welatê ku îddîaya wan a demokratiyê heye pîvanek e”.
“Girtina sazîyên medyayê yên Zimanê Kurdî bi sûcên nediyar ên wekî belavkirina fikra anti-Turkbûnê li Tirkiyeyê bê kontrolek adlî ya azad, ne tênê ji ber ku viya mafê mirovan binpê dike nayê qebûl kirin, lê Tirkiyê di gelek peymannameyên navneteweyî de taahhut kiriye ku dê van mafan bi rêzdarî qebûl bike û biparêze û ev tişt pratîkên sansurê ne jî lê di heman demê de binpêkirina mafê gelê Kurd ê bi zimanê xwe her cure agahî girtinê ye. Em bangî hêzên cîhanê dikin ku ji Hukmata Tirkiyê van biryaran şûnde bikşîne û derhal destûra ji nû ve vekirina hemû sazîyên medyaya zimanê Kurdan bide.”
Gultan Kişanak ku rojnamevanek kevn e, li Amedê, bajarê kurdan ê ku li Başûrê Rojhilatê Tirkiyeyê kêleka çemê Firatê de cih digre, seroka jin a ewilîn e. Ew û hevşaredarê wê Firat Anli, tê gotin ku 25ê Cotmehê, 2016an de bi gumanên ku bi axaftina xwe piştgirî dane Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), destûr dane mîlîtanên PKKê, ku derfetên şarederiyê bikar bînin, gel teşwîqê protestoyan kirine û beşdariya çalakî û meşên îllegal bûne, hatine binçavkirin. Her du, 30ê Cotmeha 2016an de hatin sûcdarkirin û bi pêşcelseyek hatin binçavkirin.
“Em piştgiriya xwe didin jinên Kurdan ên ku di vê dema bêyom de ji bo aştiyê ber xwe didin û em bi girtina Gultan Kişanak’ê pir bi endîşe ne. Weke jinek ku di jiyana xwe de ekolek nû vekiriye, em weke jinên ji bo edaletê şer dikin li gel Gultan Kişanak’ê ne” Serokê Komîteya Jinên Nivîskar ê PENê, Elisabeth Nordgren’ê got.
“Ku Guktan Kişanak ji ber azadiya xwe îfadekirinê ya meşrû an jî weke şaredarek ji ber aktîvîteyên xwe yên aştiyanê hatibe girtin, niha û bêşert divê were berdan. Herî kêm, divê bi rêyek adîl were darizandin. Di heman demê de em bang dikin ku ajansa nûçeyan a JİNHA’yê – ya ku xebatkarê wê tenê jin in û tenê li ser mijara jinan mijûl dibin ji nû were vekirin”
Di Kongreya Navneteweyîya xwe ya 82yemîn a ku di navbera 29ê Îlonê û 2yê Cotmeha 2016an de li Ourense, Galicia’yê (Îspanya) pêk hatibû de PENa Navneteweyî li ser rewşa bi azadî xwe îfadekirina li Tirkiyê û şerê li herema Kurdên Tirkiyeyê du biryar da.
“Rêveberiya awarte ya li ser saziyên medyayê yên zimanê Kurdî perçeyek ji siyaseta êrîşa çand û zimanê Kurdî ye ku dive em hemû li hember derkevin. Li hemberî çandek ciyawazî û marjînalîze kirina gelê wî, ziman û mîrateyên wî divê neyê qebûl kirin. Pîrozbahiya çanda Kurdan û têkilîya PENê ya dûvdirêj bi vî çandî re – ev çanda ku Tirkiyê, dewletên derdora wê û temamê cîhanê dewlemend dike- nîşan dide çima ev êrîş bi tu awayî neyê qebûl kirin” got serokê PENa Navneteweyî Jennifer Clement.
Rêxistin, banga xwe ya, ji bo pisgirêk bi rêyek aştiyane çareser bibe, xwe îfadekirina bi azadî, mafê mirovan û di rewşa awarte de di birêvebirina qanûnan de berbiçavgirtina mueyyîdeyên navneteweyî didomîne. Ji bo binçavkirin û girtinên keyfî û reforma zagona Antî-Terorê ya bi pirsgirêk bi dawî bibe, divê ev şert bicih bên. Di heman demê de PEN bang dike ku Şaredar û rêveberên hilbijartî yên ku tenê ji ber sedemên kirinên xwe yên aştiyane ên sîyasî hatine binçavkirin an jî girtin derhal û bêşert werin berdan û hukmat derhal di bajarên Kurdan de dev ji şûna kesên bi awayeke demokratik hatine hilbijartin de kesekî nû peywirdarkirinê berde. PEN di heman demê de ji bo piştgiriya bangawaziya aştiyê ya li Tirkiyê, bi rêya saziyên heremî û ên navneteweyî; weke mînak Yekîtiya Neteweyan û Yekîtiya Ewrûpayê ji bo çareserkerini rewşa acîl a li Tirkiyê ku him li heremê û him jî jê wêde dibe sedema trajediyan jî tê de girtina hemû tedbîran, banga xwe ya civaka navneteweyî didomîne. Dîsa, bang dike ku ji bo sîvîlên ku şer li wan bandor kiriye bikaribin trawmayê ji ser xwe bavêjin û famkirina mirovahiya hevpar ji nû ve tesîs bikin, bernameyên hunerî û çandî jî tê de, ji bo alîkariyên însanî were temîn kirin. Ji bo lînkên têkildar: Turkey: List of journalists detained & charged before and after coup attempt Turkey: Chokehold On Free Expression Tightens Turkey Joint Statement: Parliament Must Defend Health of Turkish Democracy Turkey: Suspect of Armed Attack on Can Dündar Released Pending Trial Turkey: State of emergency provisions violate human rights & should be revoked Turkey – Freedom of Expression Crackdown