1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Daxwaza azadiya Ocalan daxwaza aştî, çareserî û biratiyê ye"
"Daxwaza azadiya Ocalan daxwaza aştî, çareserî û biratiyê ye",daxwaza,azadiya,ocalan,daxwaza,aştî,çareserî,û,biratiyê,ye

"Daxwaza azadiya Ocalan daxwaza aştî, çareserî û biratiyê ye"

Demirtaş: Daxwaza azadiya Ocalan daxwaza aştî, çareserî û biratiyê ye

A+ A-

ALPER ATALAY Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, diyar kir ku Hikûmeta AKP'ê li Şemzînanê têk çûye û wiha got: "Gotinên hikûmetê yên 'Em bi ser ketin' tev derew in. Dîsa niha bi niqaşên vala ên wekî 'Bihayê çenteyên parlementerên BDP'ê rojevê şolî dikin. Gustîla Hevsera Serokwezîr Erdogan Emîne Erdogan ji serweta me hemûyan zêdetir e. Lê çapemenî behsa vê yekê nake. Li aliyê din em li Kampanya ji bo Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin xwedî derdikevin û piştgiriyê didin. Ji ber ku daxwaza azadiya Ocalan daxwaza azadî aştî, çareserî û biratiyê ye."

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demirtaş, der barê geşedan û niqaşên dawî de ji ajansa me DÎHA’yê re axivî. Demirtaş, bal kişand ser geşedanên li Şemzînanê û diyar kir ku hikûmeta dibêjin ew li herêmê bi ser ketine, lê tevahî derew e. Demîrtaş, li ser destnedayîna parlementeran jî rawestiya û da zanîn ku hikûmheta AKP'ê teqîna li Dîlokê li gorî xwe bikar anî û wiha got: "Dixwaze BDP’ê bigire û destnedayîna parlementerên BDP'e rake. Ev ne hêsan e. Kesên ku vê yekê pêk bîne divê bedelên wê jî bidin ber çavan. Dîsa Kampanya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan girîng e û divê her kes zêdetir li vê kampanyayê xwedî derkeve. Ji ber ku daxwaza azadiya Ocalan daxwaza aştî, çareserî û biratiyê ye.

'AKP piştî 2007'an har bûye'

Demîrtaş, da zanîn ku piştî di hilbijartina 2007'an de parlementerên DTP û BDP'ê ketin meclîsê û şûnde AKP bêtir hêrs û har bûye û wiha got: "Êdî zimanê neheqî û êrîşê bikar tîne. Dema nû DTP ket meclîsê û Erdogan bernameya partiya xwe aşkere kir jî dîsa êrîşî partiya me kir. 5 salin AKP êrîşî partiya me dike. Êrîşî gelê me dike. Erdogan û Gulen li şûna pergala Kemalîzmê rejîma xwe ya cemaezê ava dikin. Lê ji ber ku em vê yekê deşîfre dikin êrîşî partiya me dikin."

Demîrtaş, anî ziman ku ji ber AKP dixwaze li ser civakê serdestiyê ava bike û BDP li hemberî vê yekê derdikeve êrîşên wan ên li hemberî BDP'ê her ku diçin zêde dibin. Demîrtaş, bilêv kir ku AKP'ê piraniya civakê teslim girt û xwest gelê kurd jî teslîm bigire, lê ji ber ku bi ser neketiye li her derê êrîşî gelê kurd dike. AKP'ê her derê dewletê dagir kiriye û ji ber ku nikare kurdan desteser bike êrîş dike. Erdogan li ser bîrdoziya faşîzmê pêş dikeve."

Lazim e AKP îdîayên teqîna Dîlokê îspat bike'

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Demîrtaş, li ser teqîna li Dîlokê jî rawestiya û da zanîn ku ji roja ewil de BDP'ê û gelê kurd helwesta xwe danî holê û wiha axivî: "AKP'ê xwest vê yekê têxe stiyê rêxistinê. Lê KCK'ê ji roja ewil de got ne emin. Kesên ku dijberi vê yekê îdîa dikin divê vê yekê îspat bikin. Kesên li Dîlokê hatin cem hev çima neçûn Roboskiyê. AKP xwest vê bûyerê li gorî xwe pêş bixe. Lê parlementer û wezîrên ku li Dîlokê gihiştin hev çima neçûn Roboskiyê. Çima hêj bûyera Roboskiyê ronî nebûye."

'AKP'ê piştî serdestiya PKK'ê hevalên me kirin hedef'

Demîrtaş, da zanîn ku piştî serdestiya PKK'ê ya li herême hate dîtin vê carê hikûmetê BDP kir hedefa xwe û wiha berdewam kir: "Di bin sedema hemûyan de Serkeftina kurdan a li Sûriyê ye. Li Sûriyê gelê kurd bingeha şoreşê û hêza xweser ava dike. Niha piştî serdestiya PKK'ê û geşedanên li Sûriyê kurd û parlementerên me kirin hedef. Ger ku BDP bê girtin û destnedayîna parlementeran rake, divê bedelê vê yekê jî bidin ber çavan. Ev dê ji bo tu kesî nebaş be. Ew hêza wan jî tune. Ji ber ku gelê kurd êdî ne bêçare, behêz û rêxistin e. Gelê kurd xwedî hêz û têkoşîn e.

Têkoşîna gelê kurd bi BDP'ê û parlementerên BDP'ê dest pê nekir û bi wan bi dawî jî nabe. Em ji bo di qada siyasî û demokratîk de têkoşîn pêş bikeve di nava hewldanan dene. Lê li gel vê yekê nêzî 8 hezar, rêveber, endam û parlementerên me di girtîgehê dene. Em her roj li kolanan rastî gazê tên, lê dîsa em di aştî, demokrasî û biratiyê de israr dikin."

'AKP bi rêya medya şerê taybet li ser me dimeşîne'

Demîrtaş, da zanîn ku niha AKP'e medya jî daye pişt xwe û dixwaze bi medya şerê taybet li ser wan bimeşine û wiha axivî: "Niha jî çendê parlementerên me dixin rojevê û rojeva Tirkiyeyê şolî dikin. sermaya parlementeren AKP'ê û gustîla hevsera Serokwezîr Erdogan Emîne Erdogan ji sermeyya hemû hevalê me zêdetir e.

Niqaşên rêveberiya herêmî dest pê kir

Demîrtaş, da zanîn ku li ser hilbijartina herêmî dest bi niqaşan kirine û komîsyonên eleqeder dest bi amadekariya nkirine. Demîrtaş, anî ziman ku ew dê vê carê hêjmara şaredariyan 2 qat zêde bikin."

‘AKP, CHP û MHP tev yek in'

Demîrtaş, bibîrxist ku feraseta partiyên AKP, CHP û MHP yek in di hilbijartinê de hevpar tev digerin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "AKP'ê bawer kir ku PKK'ê bi rêbaza çekdari xelas bike. Lê bi ser neket. Niha li her derê dibêje ez li herêmê bi ser ketime. Lê ev derew e. Di encamê de xuya ye ku li hemberî PKK'ê bi ser neketine. Ji ber ku polîtikaya AKP'ê ya sisayî têk çûye. 400 km ne di destê wan de ye. KCK'ê bi dehan caran got PKK li herêmê serdest e û ev yek aşkere ye.

Daxwaza azadiya Ocalan daxwaza aştî û demokrasiyê ye

Demîrtaş bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li aliyê din em li Kampanya ji bo Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin xwedî derdikevin û piştgiriyê didin. Ji ber ku daxwaza azadiya Ocalan daxwaza azadî aştî, çareserî û biratiyê ye. Em dizanin hikûmhetê bi zanebûn tecrîda li ser Ocalan tê meşandin. Dixwaze îzole bike û Em nabêjin bila tecrida li ser Brêz Ocalan rabe. Em dibêjin bila bi tevahî azad bibe û serbest bê berdan. Em dixwazin ew jî tev li pêvajoyê bibe û piştgiriyê bide pêvajoyê.

(Dîmen: TURAN TİTİZ)

(mae)