Daxwaza parastina bi kurdî hat qebûlkirin
Daxwaza parastina bi kurdî ya parêzerê Ocalan hat qebûlkirin
ÇAGDAŞ KAPLAN Destûrnedana parastina kurdî bû sedem ku doza KCK'ê bixetime. Lê Dadgeha Ceza ya Asliyeya Kocaeliyê daxwaza parastina bi kurdî ya ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Bayraktar qebûl kir.
Dadgeha Ceza ya Asliyeya Kocaeliyê daxwaza parastina bi kurdî ya parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Bayraktar qebûl kir. Parêzer Mehmet Bayraktar ku di operasyona di bin navê KCK'ê de bi hinceta propagandaya rêxistinê kiriye hat girtin û xistin girtîgeha Tîpa F'ya Kandirayê, li 8'emîn dadgeha cezaya giran a Îzmîrê xwest ku parastina xwe bi kurdî bike. Bayraktar diyar kir ku ew parêzer e, dikare zimanê tirkî baş biaxive lê dixwaze bi zimanê xwe yê zikmakî parastina xwe bike. Bayraktar li ser vê yekê daxwaza wergêr kir. Heyeta dadgehê jî daxwaza Bayraktar qebûl kir û biryar da ku wergêrvanekê tevlî dadgehê bike. Dadgehê rûniştin taloqî 2'yê Tîrmehê kir.
'Biryar ji bo dadgehên din mînakeke baş e'
Bayraktar biryara hatî dayîn ji rojnamevanên çapemeniya azad ên di girtîgeha Tîpa F'ya Kandirayê girtiye Çagdaş Kaplan re nirxand û got; "Girtî bi kîjan zimanî bibe bila bibe dikarin parastina bi wî zimanî bikin. Lewma ev biryar ji bo dadgehên din ên daxwaza parastina kurdî red dikin biryareke mînak e. Hêvîdar im ev biryar ji bo dadgehên bi rayeyên taybet ên ji ber parastina kurdî gelek doz xetimandine bibe mînak û wekî cihê neyê bidest girtin.
(ak)