1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dayik daxwazên zarokên xwe diqêrin
Dayik daxwazên zarokên xwe diqêrin,dayik,daxwazên,zarokên,xwe,diqêrin

Dayik daxwazên zarokên xwe diqêrin

Dayik hem êşa xwe hem jî daxwazên zarokên xwe diqêrin

A+ A-

HULYA EMEÇ Girtî di girtîgehan de ji bo daxwazên xwe ev 40 roj in diqêrin, dayik jî li derve hem êşa xwe û hem jî daxwazên zarokên xwe diqêr in. Kadriye Yîgît a 2 zarokên xwe di girtîgehê de ne got: "Ji wan kirî ku tenê zarokên me di greva birçîbûnê de ne. Em malbat jî bi zarokên xwe re dihelin, em nikarin xwarin bixwin. Em dê heta dilopek xwîna xwe bi zarokên xwe re bin. Bila ev baş bê zanîn em li pişt daxwazên zarokên xwe ne. Heta serokê me azad nebe em jî azad nabin."

Rewşa tenduristiya girtiyên PKK'yî û PAJK'î ên ji 12'ê îlonê ve ji bo sererastkirina mercên ewlehî, tenduristî û azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û mafên demokratîk ên kurdan bên naskirin ketine çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger, bi nebaşiyê ve diçe. Malbatên girtiyan bertek nîşanê bêdengiya rayedaran didin. Dayikên girtiyan diyar dikin ku heke çareserî pêk neyê dê ew jî li ber girtîgehan dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin û destnîşan kirin ku dewlet daxwazên zarokên wan tune dihesibînin, tecrîda di nava tecrîtê li girtiyan pêk tînin, ji ber ku girtî dernakevin hevdîtinê kinc û pereyên ji wan re tê şandin nadin wan.

'Em dê ji bo azadiya Ocalan li ser linga bin'

Dayika Semra Tekîn a di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ku di 24'ê îlonê ve ketiye greva birçîbûnê, Nîzbet Tekîn diyar kir ku ew piştgiriyê didin çalakiya birçîbûnê û heta dilopek xwîna wan ew dê li cem girtiyan bin. Dayik Tekîn, destnîşan kir ku ew dê ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser linga bin û wiha got: "Bila her kes vê yekê baş zanibe. Heke serokatiya me tune be em nikarin bijîn. Azadiya wî azadiya gelê kurd e." Tekîn, ji bo xwedî derketina Ocalan bang li gelê kurd kir û ev tişt gotin: "Zarokên me niha di girtîgehan de di çalakiya birçîbûnê de ne, dilê me dişewit e. Yê vê nejî nizane jî. Divê em hêza xwe bikin yek ji bo azadiya birêz Ocalan û hemû girtiyên siyasî têbikoşin."

'Rojiya mirinê ferz dikin'

Dayika girtiya bi navê Hanim Çelîk a di 24'ê îlonê de dest bi çalakiyê kiriye, Emîne Çelîk jî, diyar kir ku dixwazin pere ji zarokên xwe re razînin, lê nayê qebûl kirin. Dayik Çelîk, da zanîn ku rêveberiya girtîgehê bi pêkanînên xwe rojiya mirinê li zarokên wan ferz dikin. Çelîk, destnîşan kir ku rayedarên girtîgehê jê re gotine "Çima te li zarokên xwe xwedî derneketî û ketine girtîgehê". Çelîk, wiha got: "Ma hûn nizanin zarokên me çi dixwazin? Bi salane hûn me diperçiqîn in, êdî bes e em jî dê serî daneyin in. Heta dilopek xwîna me ya dawî em dê piştgiriyê bidin têkoşîna zarokên xwe." Çelîk, diyar kir ku heke mercên tenduristî, ewlehî û azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan neyê sererastkirin dê ew jî li ber girtîgehan dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin.

'Em bi zarokên xwe re dihelin'

Kadriye Yîgît jî diyar kir ku 3 zarokên wê di girtîgehan de ne û ji wan 2 kes di çalakiya greva birçîbûnê de ne û bal kişand ser rewşa kurê xwe Bariş a li Edeneyê û Nûman ê li Îzmîrê ye. Yîgît, wiha got: "Ji wan kirî ku zarokên me tenê di çalakiya birçîbûnê de ne. Em malbat jî bi zarokên xwe re dihelin, em nikarin xwarin bixwin. Em dê heta xwîna xwe ya dawî bi zarokên xwe re bin. Bi şevan xew nakeve çavên min. Bila êdî ev baş bê zanîn em li pişt daxwazên zarokên xwe ne. Heta serokê me azad nebe em jî azad nabin. Dilê me dişewit e. Hêviya min ew e ew kesên van êşan bi me dane kişandin ew jî bikşîn in û jiyana bi êş re çewa ye baş fêm bikin."

'Ji windakirinê re tehamula me nemaye'

Dayika Nûrcan Can a di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ku di 24'ê îlonê de dest bi çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiriye, Ferîde Can jî, ev tişt gotin: "Zarokên xwe ji bo serokatî û zimanê xwe bedena xwe ji mirinê re razandine. Em jî dê ji bo wan tiştê ji destê me bê alîkarî bikin. Ez bang li hikumetê jî dikim. Ya birêz Ocalan ku bi milyonan mirov wî wek e rêber dibîne û zarokên me yên girtî serbest berdin. Em dayik êdî naxwazin dilê tu kesî bişewite. Êdî ji windakirinê re tehamula me nemaye."

(ea/mae)