Dayika dilşewat li ser Kobaniyê dilorîne
RIHA (DÎHA) -Dayika dilşewat Xanim Hebeş (55) a ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li ser daxwaza YPG/YPJ'ê neçar ma hat Pirsûsê, bi hesreta welatê xwe her roj digirî û ji nêviyên xwe re dilorîne. Dayika Hebeş dibêje dilê wê yê dilşewat her roj ji bo YPG/YPJ'ê lê dide.
Dayikên Kobanê li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê heta dawiyê axa xwe diparêzin. Dayikên ku naxwazin zarokên xwe yên li dijî çeteyan şer dikin bi tenê bihêlin, ji bo zarokên xwe yên biçûk biparêzin neçar man ji Kobanê derkevin. Ji bo vegerê jî bala dayikan li Kobanê ye û li benda mizgîniya YPG/YPJ'ê ne. Yek ji van dayikên dil bi şewat Xanim Hebeş (55) bi hesreta welatê xwe, li ser Kobanê distirê, her roj digirî û dilorîne. Dayika Hebeş a li wargeha ji konan a Kader Ortakaya dimîne, her roj berê xwe dide Kobanê.
'Gunehê zarokan çi bû?'
Dayika Hebeş anî ziman ku her roj bi hesreta welatê xwe digirî û dilê wê yê şewitî ji bo YPJ/YPG'ê lê dide. Hebeş bi lêv kir ku ew li ser xwe nagirî, li ser zarokan sêwî û yên ji axa xwe dûr ketine digirî û wiha got: "Em li welatê xwe bûn, kesî ti nebaşiya me nedîtibû. Zarokên me di dergûşan de dimirin. We çi ji van zarokan xwestin, welatê wan wêran kirin? Zarokên biçûk, vê jiyanê heq nakin. Eger Xwedê hebe mafên van zarokan, ciwanan û dayikan ji van kûçikên DAIŞ'ê re nahêle. Gelê Kurdistanê ji bo me rabû ser piyan. Ev çar meh in em ji welatê xwe dur in. Di serî de gelê Pirsûsê, hemû Kurdîstanî li me xwedî derketin. Em ti carî vê qenciya wan ji bîr nakin. Lê em ê yên em xistin vê rewşê jî tu carî ji bîr nekin. Ev yek tu carî ji wan re namîne. Ji ber ceryan tune ye, bi şev nikarin rakevin. Dema baran didê av dikeve konê me. Zarok şil dibin û nexweş dikevin. Ez li ser xwe nagirîm, li ser zarokên me digirîm, me çi guneh kiribû?"
'Kobanê namûsa me ye'
Dayika Hebeş bi neviyê xwe yê hembêzkirî li ser Kobanê dilorîne û ev tişt anî ziman: "Em tiştekî ji xwe re naxwazin. Van xwînvexaran ji kî derê derket û berê xwe dan me. Em namûsa xwe axa xwe dixwazin. Kobanê namûsa me ye. YPJ û YPG namûsa me diperêze. Bila ez qurbana Kurdan gişa bim. Êdî dixwazin biçin welatê xwe. Ez hew karim li xerîbiyê bimînim. Bêhna min teng dibe. Em jî insan in, me çi kiribû ev tofana hat serê me? Gelê kurd qey sêwî ye? Çima em ketin vî halî? Zarok tî û birçîne."
(kom/bd/wk)