Dayika Sittî dê îro serbest bê berdan
Dayika Sittî ya 79 salî dê îro serbest bê berdan
Dayika Aştiyê Sittî Şen a 79 salî ku hefteyek berê ji ber ku cezayê wê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû êrêkirin girtibûn, bi fermana Wezareta Dadê dê îro serbest bê berdan.
Dayika Aştiyê Sittî Şen a 79 salî ku li Sêrtê di sala 2006'an beşdarî çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan hatibû lidarxistin, bûbû hatibû darizandin û ji aliyê dadgeha herêmî ji ber ku "Propagandaya rêxistinê kiriye" 20 meh ceza hatibû dayîn. Cezayê Şen ji aliyê 9'emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind hatibû erêkirin û li ser vê di 14'ê Tîrmehê de hatibû girtin û wê xistibûn Girtîgeha Sêrtê ya Tîpa E'yê. Piştî nûçeya DÎHA'yê ya derbarî Şen, mijar ketibû rojeva Tirkiyeyê. Li ser vê yekê Wezareta Dadê kete nava hewldanan û hate zanîn ku dê dayika Şen îro serbest bê berdan.
(ab/mae )