Dayikan li ber Dolmabahçeyê azadiya Ocalan xwest
STENBOL (DÎHA) - Dayikên Aştiyê di hefteya 41'emîn de li ber Qesra Dolmabahçeyê hatin gel hev û ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re azadî xwestin.
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê, ji bo balê bikişîn ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Mutabaqata Dolmabahçeyê, di hefteya 41'emîn de li ber Qesra Dolmabahçeyê hatin gel hev. Bi îlana OHAL'ê re xwestin çalakiya dayikan asteng bikin, lêdayika dîsa çalakiya xwe pêk anî.
Hêzên dewletê her hefte dixwazin dema çalakiya dayikan kêm bikin, vê heftê çalakiya dayikan 45 deqeyan dom kir. Polîsan diyar kir ku ew dê hefteya bê 30 deqeyan destûrê bidin çalakiyê, dayikan aşkera kir ku heta aştî neyê û Rêbertiya wan negihêje azadiya xwe, ew dê çalakiya xwe berdewam bikin û bertek nîşanî polîsan dan.
Di çalakiyê de dayika aştiyê Perîhan Akbulut axivî û der barê tecrîd û cezayê darvekirinê yê ji hêla AKP'ê ve anîne rojevê de ev tişt got: "Ji bo Rêbertiya me cezayê darvekirinê dixwazin. Heke tiştekî wiha bibe dê hemû gelê kurd darve bikin. Ew ne kesek tenê ye, milyonan kes xwe di wî de dibînin. Divê êdî temsîla bi milyonan bê muxatab girtin."
Çalakî ji bo hefteya tê bê li darxistin bi dawî bû.
(ms)