Dayiken Aşitiyê: Berpisyarî bigrin
Li ser navê endamên Înîsiyatîfa Dayiken Aşitiyê yên ku li çiyayên navçeya Şemzînana Colemêrgê lekolîn kir Şemse Kara daxuyanî da û xwest ku ji bo pevçûnên berdewam dikin bi dawî bibin, hemû kes berpirsiyariyê bigirin.
Endamên Înîsiyatîfa Dayiken Aşitiyê yên Silopiyayê ku di aktivîstên dayiken aşitiyê re bi tekildariya pevçûnên di 23 tîrmehê pevê berdewam dikin lekolîn kirin li avahiya Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Silopyayê daxuyanî da. Li ser navê endamên Înîsiyatîfa Dayiken Aşitiyê Şemse Kara daxuyanî da û îfade kir ku bi sedema pevçûnên berdewam dikin gundî ji bo gundên xwe terk bikin rasta pekûtiya leşkeran tê. Kara, diyar kir ku rez, baxçeyên li herêma pevçûnan bi temamî xira bûne û got medya li hemberê ve bê denge, rastiyan xef dikin. Kara, ji bo saziyên sivîl û rêxistinên civakê biçin herêmê bangawazî kir. Kara, daxuyand ku divê ji bo pevçûn dawî bibin hemû kes berpirsyariyê li ser xwe bigirin û wiha pedê çû: "Êdî em zarokên xwe ji bo peran feda nekin. Bila ev xwîn bê sekinadin. Bila dilê dayiken gerîla û leşkeran ne şewitê. Divê li hemberê ve rewşe hemû dayik denge xwe bilindi bikin. Ji bo hin tiştan ne derenge. Em li dijî dijminatiya kurdan derkevin."
(dt/mae)