Dayikên Aştiyê gora Sakine Cansiz ziyaret kir
DÊRSIM (DÎHA) - Dayikên Aştiyê yên ji Amed û Stenbolê hatin Dêrsimê û piştgiri dan Konê "Çareseriya Rizgariya Demokratîk" piştî li kon nobeta aştiyê girtin gora Siyasetmedar û sazumankara PKK'ê Sakine Cansiz ziyaret kir.
Endamên Dayikên Aştiyê yên ji Amed û Stenbolê bi boneya piştgiriyê bidin Konê Çareseriya Rizgariya Demokratîk ku di pêşengiya Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH) de bi armanca vekişîna HPG'ê bişopînin li Parka Sayit Riza hat vedan, hatin Dêrsimê, gora Sakine Cansiz ziyaret kirin. Endamên Dayikên Aşityê piştî nobet li konê Çareseriyê girtin, çûn ser gora Sazumankara PKK'ê Sakine Cansiz a di 9'ê Çile de li Parîsê li gel Endama KNK'ê Fidan Dogan û Endama Meclisa Ciwanan Leyla Şaylemez hatin qetilkirin ziyaret kirin. Dayikan gora Sakine Canziz a li Goristana Asri ziyaret kir û dua xwendin. Piştre qurnefil danîn ser gra Cansiz û zimêr lorandin. Dayikan piştî ziyareta gora Cansiz gorên endamên HPG'ê yên di demên cuda de li deverên cuda jiyana xwe ji dest dabûn jî ziyaret kirin.
(mae)