Dayikên Aştiyê yên Êlihê berê xwe dan Licê
7 Pûşper
ÊLIH (DÎHA) – Endamên Meclîsa Dayikên Aşîtiyê yên Êlihê, ji bo piştgiriyê bidin berxwedana gelê Licê û ji bo 2 rojan li wir nobetê bigirin ber bi Licê ve ketin rê.
Endamên Meclîsa Dayikên Aşîtiyê yên Êlihê, ji bo piştgiriyê bidin berxwedana gelê Licê ya li hember polîtiyên dewletên didome, li baxçeyê Şarederiya Êlihê kom bûn. Beriya dayikê bi rê bikevin daxuyanî dan. Li ser navê dayikan endama Meclîsê Meyaser Akdag axivî û bal kişand ser çalakiya malbatên li Amedê ku îdîa dikin zarokên wan ji aliyên PKK’ê ve hatine revandin û wiha got: “Dibêjin zarokên me hatine revandin. Lê em jî ji vir pirs dikin zarokên me ji aliyên kî ve hatin revandin û qetilkirin. Em li vir bang li Serokwezîr Erdogan dikin, zarokan wan dayikan ger ku PKK revandî be lê zarokên me kî revand. Em jî aqubeta zarokên xwe ji hikûmeta AKP dipirsin û dixwazin.”
Akdag, anî ziman ku ew ji bo li hember şerê qirêj ê ku li ser gelê Licê ve didin meşandin û piştgiriyê diçin Licê û wiha got: “Em diçin Licê da ku li hember wan êrîşên hovane yên polîsan û leşkeran derkevin. Ger ku pêwîst be em dayik dê xwe bikin mertalên zindî jî. Em biçin Licê û li wir 2 rojan nobetê bigirin û alîkariyê bidin wan. Êdî em qereqolan naxwazin em edî aştiyêk mayinde dixwazin.” Akdag, destnîşan kir ku ew azadiya Rêberê PKK Abdullah Ocalan dixwazin û ji bo azadiya Ocalan çi pêwîste dê bikin û bikevin nava liv û tevgerê.
Piştî daxuyaniyê dayik, li minîbusê siwar bûn û ber bi Licê ve bi rê ketin.
(bg/ça)