1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dayikên Aşîtiyê ber bi Şemzînanê ve birê ketin
Dayikên Aşîtiyê ber bi Şemzînanê ve birê ketin,dayikên,aşîtiyê,ber,bi,şemzînanê,ve,birê,ketin

Dayikên Aşîtiyê ber bi Şemzînanê ve birê ketin

A+ A-

Însiyatîfa Dayikên Aşîtiyê yên Amed, Sêrt û Silopî, Wanê ber bi Şemzînanê ve bi rê ketin. Dayik, dê ji bo rawestandina şer biçin herema şer a Şemzînanê.

Însiyatîfa Dayikên Aşîtiyê yên Amed, Sêrt û Silopî, Wanê ber bi Şemzînanê ve ketin rê. Dayik, dê biçin herema şer a Şemzînanê û li dijî şer û operasyonê bertekên xwe bînin ziman. Dayikên Aşîtiyê yên Amed, Sêrt û Silopî duh êvarê hatin Wanê. Îro serê sibê dayikên ku ji Amed, Sêrt û Silopî hatin Wanê tevlî dayikên aşîtiyê çûn Şemzînanê. Dê dayik biçin Însîyatîfa Dayikên Aşîtiyê yên Geverê jî tevlî xwe bikin û biçin herema şer a Şemzînanê. Ji Amedê 31 dayik, Sêrt 9 dayik, Silopî 4 dayik, Wan 15 dayik û dê ji geverê jî 15 dayik bi tevahî 74 dayikên aşîtiyê biçin cihê şer. Dayik bi armanca ku şer bê rawstandin û xwe bikin çepera şer diçin herema şer. Dayikên ku kincên xwe heremî li xwe kiribûn balê kişandin ser xwe. Dayikan, ragihand ku ew ji bo çûn û vegerê heta niha nikarin tu tiştekî bêjin. Dayik bi 4 mînîbusan derketin rê û berê xwe dan Şemzînanê.

Li ser navê dayikan endama Însiyatîfa Dayikên Aşîtiyê ya Amedê Gulîstan Erek daxuyanî da û diyar kir ku ew ji Amed, Sêrt, Silopî hatine Wanê û dê tevlî dayikên Wanê û Geverê diçin Şemzînanê. Erek, anî ziman ku ew ji boş erê 15 roje li Şemzînanê di qewime diçin wir û ji bo rawestandina şer bibin çeper.

‘Emê bibin çepera şer’

Erek, destnîşan kir ku gerîlla, leşker û polîsên ku jiyana xwe ji dest didin hemû zarokên dayikan e û wiha got: “Erdogan dibêjê bila hêstirê çavê dayikan ne rije. Lê kezeva hemû dayikan di şewite û hêstêrê çavên wan di rije. Hemû zarokên me dayikan in. Banga me li Erdogan û hemû dewleta Tirke bila vî şerî bide rawestandin. Bila dayikên leşker û polîsan destê xwe bidin me. Em aşîtî û biratiyê dixwazin.” Erek, bal kişand ser şerê Şemzînanê û wiha pê de çû: “Em ji bo rawestandina şer diçin. Bila xwîna ciwana ne rije. Ne ya kurdan û ne ya tirkan. Emê biçin bibin çepera şer. Bila ew gule ne li zarokê me bila li me dayikan bikeve. Zarokên wir hemû yê xizan û belengazanin. Ka kurê Erdogan û Abdullah Gul li ku dê rê ne. Banga me li ronakbîr û çapemniya tirkane ku bila êdî rast bi axivin. Êdî bila şer raweste.”

(bg/mae)