Dayikên Geverê dengê xwe bilind dikin
SAMÎ YILMAZ
COLEMÊRG (DÎHA) - Li Geverê dayikan bi daxwaza 'em zarokên xwe yên li girtîgeh û leşkeriyê dixwazin' konê nobetê vekirin û dayikan xwestin dengê wan bê bihîstin. Kurekî dayika Gulê Keleş li nav refên PKK'ê ye, kurekî wê girtiye û kurekî wê li leşkeriyê ye. Keleş diyar kir ku dewlet bi awayekî pergalî îşkenceyê li zarokên wan dike û xwest dayikên ku li Amedê çalakî lidar dixin nesamîmîbûna AKP'ê bibînin.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê endamên Meclisa Dayikên Aştiyê bi daxwaza 'em zarokên xwe yên li girtîgeh û leşkeriyê dixwazin' konê nobetê vekirin û dayikan xwestin dengê wan bê bihîstin. Dayikan li Dûriyana Kevn ya Girtîgehê û hewşa Komeleya Çand û Hunerê ya Geverê 2 kon vedan û her roj bi sedan kes tên serdana kon. Malbatan diyarkirin ku bi darê zorê zarokên wan dişînin leşkeriyê, tên girtin û bi awayekî pergal rastî îşkenceyê tên.
'Bi darê zorê zarokên me birin leşkeriyê û avêtin girtîgehan'
Dayik Asya Kesîcî ku li kon nobetê digire diyar kir ku di vê pêvajoyê de AKP'ê amadekariyên şer kir û ji bo ciwanên kurd ji bilî derketina çiyê tu rê nemane û wiha got: "Em ji bo zarokên xwe hatin. Zarokên me li girtîgehan perîşan bûn. Zarokên me yên nexweş li girtîgehan tên girtin. Dilê me dişewite, dewlet dengê me nabihîse. Kurê min Yunus Kesîcî di girtîgehê de ye û he tim cezayê hucreyê didin. Ev çito edalet e, em zarokên xwe dixwazin. Bi darê zorê zarokên me birin leşkeriyê û avêtin girtîgehan. Zarokên me li hember zilma Erdogan berê xwe didin çiyê. Li holê çareserî nîne. Ka heta niha çi kirine."
'Çalakiya li Amedê plana Erdogan e'
Dayik Vahîde Kiliç balkişand ser kesên ku li Amedê bi îdiaya PKK'ê zarokên wan revandiye çalakî lidar dixin û wiha got: "Mesela li Amedê plana Erdogan û dewletê ye. Bila ew dayik hişê xwe bigrin serê xwe. Êdî bes e, li aliyekî kurdên hevkar diafirînin, wekî ku çete, leşker û polîs têrê nakin, îcar jî dayik derxistin. Çeteyên Erdogan zarokên me dişînin. Dewlet dixwaze me bîne li hember hev. Çeteyên Rojava bi çekên Erdogan li hember kurdan şer dikin." Kiliç da zanîn ku 9 meh berê neviyê wî hatiye girtin û wiha got: "Zilmeke mezin li me dikin. Bi dehan car bi ser mala me de girtin, bi dehan kesî xwe avêtin ser neviyê min yê piyê wî birîndar bûye. Ev 9 meh in hêj dernexistine dadgehê. Em nizanin çima hatiye girtin. Li holê çareserî nîne, bila ji Xwedê bitirsin û vê zilmê dawî bikin."
'Bila Erdogan dayikan nexe amûrê siyasetê'
Dayik Melahat Işik diyar kir ku kurd ne kurdûn berê ne û wiha got: "Em zarokên xwe yên li girtîgehan dixwazin. Bi salane Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li zindanê tenê tê girtin. Ev çi edalet e, êdî bes e, kurd ne kurdên berê ne. Em tu caran dev ji doza xwe bernadin. Em ê heta dawiyê bitêkoşin. Madem pêvajoya çareseriyê ye, ev çi qereqolên çêdikin. Em bang li Erdogan dikin, êdî bes e, dayikan nexe amûrê siyasetê. Êdî bes e, destê xwe yê bi xwîn li ser dilê dayika vekişîne."
'Em Rêber û zarokên xwe dixwazin'
Dayik Fehîma Terzîoglu anî ziman ku çêkirina qereqol û kalekolan ne samîmîbûna AKP'ê nîşan dide û wiha got: "Em zarokên xwe yên bi salane, neheqî li girtîgehan tên girtin dixwazin. Em qereqolan naxwazin, eger çêkirina qereqolan çareserî be, em çareseriyeke wiha naxwazin. Nikarin bi çêkirina qereqolan me bêzar bikin. Dewlet derewan dike. Bila êdî derewan nekin. Êdî hemû kes her tiştî dizane, kesek nikare kesekî bixapîne. 6 sal û 3 meh ceza dan kurê min Selîm Terzîoglu. Em dev ji têkoşîna xwe bernadin. Tu kesek nikare me bixapîne, em Rêber û zarokên xwe dixwazin."
'Erdogan fesadiyê dike'
Kurekî dayika Gulê Keleş li nav refên PKK'ê ye, kurekî wê girtiye û kurekî wê li leşkeriyê ye û wiha got: "Çima Erdogan dayikan tîne li hember hev, fesadiyê dike? Eger zarokên me çûbûne çiyê, ji bo armancekê çûne. Ji xwe re dibêje misilman lê xwînê dide rijandin." Keleş diyar kir ku dewlet bi awayekî pergalî îşkenceyê li zarokên wan dike û xwest dayikên ku li Amedê çalakî lidar dixin nesamîmîbûna AKP'ê bibînin.
(ça)