1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dayikên şehîdan xemgîn in
Dayikên şehîdan xemgîn in,dayikên,şehîdan,xemgîn,in

Dayikên şehîdan xemgîn in

Dayikên HGP'iyên jiyana xwe ji dest dane cejnê xemgîn derbas dikin

A+ A-

Di şerê li herêmê de hem bi hezaran endamên PKK'ê û hem jî bi hezaran leşkerên kurd hatin kuştin. Di herdu aliyan de herî zêde dayikên kurd êşê dikişînin. Dayikên endamên HPG'ê ku di şer de jiyana xwe ji dest dane, bi dilekî xemgîn cejnan pêşwazî dikin. Yek ji van malbatan, malbata Mutaş e. Îffet Mutaş ku birayên wê Mehmet Tekdag û Alî Tekdag hatin revandin û qetilkirin, di sala 2004'an de keça wê Hamdiye Mutaş (Jiyan Memyan) tev li refê HPG'ê bû û di sala 2011'an de li çoltara Pilûrê ya Dêrsimê jiyana xwe ji dest da. Dayika Hamdiye İffet Mutaş, anî ziman ku her cejn bi xemgînî û êş derbas dike.

Li herêmê şerê heyî êşên dayikan jî zêde dike. Ji ber ku di şerê herêmê de bi hezaran ciwanên kurd jiyana xwe ji dest dane, bi hezaran dayik bi dileki birîn û êş cejna xwe derbas diki. Yek ji van dayikan Îffet Mutaş e. İffet Mutaş di sala 1994'an de ji gundê kadiyakurman koçî Amedê kirin. Li Amedê jî zextên dewletê ji ser wan kêm nebû. Birayê Îffet Mehmet Tekdag ku endamê HEP'ê bû di sala 1993'an de hate revandin û hate qetilkirin. Salek din birayê wê Alî Tekdag ê bavê 2 zarokan jî hate revandin û hate qetilkirin. Piştî 2 birayên Îffet Mutaş ji aliyê tîmên taybet u polîsan ve hatin revandin û hatin qetilkrin di sala 2004'a de keça wê Halîme Mutaş, tev li HPG'ê bû. Helîme Mutaş di 18 saliya xwe de tev li HPG'ê bû û di sala 2011'an de li çoltara Pilûrê ya Dêrsimê jiyana xwe ji dest da. Dayika Hamdiye Îffet Mutaş, anî ziman ku keça wê pir jîr, zane û çalak bû û wiha got: "Her kar bi serkeftî dikir. Keça min di mexazeya cilan de dixebitî. Ji aliyê her kesî ve pir dihat hezkirin. Her kesî pir ji wê hez dikir û hurmet nîşanî wê didan. Piştî keça min bû 18 salî tev li partiyê bû û carek din min ew nedît. Keça min digot leşker û cendirmeyan tundî li dijî wê bikar anîye û tu varî vê yekê qebûl nake. Dê rojekê teqez hezapê vê yekê bipirse. Biraziyekî min jî di nava PKK'ê de jiyana xwe ji dest da. Keça min da şopa kurê xalê xwe Mustafa Keça min piştî 7 sal şûnde li Çiyayê Dêrsimê di şer de jiyana xwe ji dest da. Min di morgê de cara dawi xwest keça xwe maçî bikim. Lê polîsan destûr neda min."

Îffet Mutaş, anî ziman ku her cejnê bi xemgînî derbas dike û cejn li wan hatiye herimandin.

(mae)


Bêjeyên Miftehî