1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dayikên Şemiyê aqubeta Nadîr Nayci pirsîn
Dayikên Şemiyê aqubeta Nadîr Nayci pirsîn,dayikên,şemiyê,aqubeta,nadîr,nayci,pirsîn

Dayikên Şemiyê aqubeta Nadîr Nayci pirsîn

Dayîkên Şemiyê yên Cizîrê di çalakiya xwe ya heftane de aqubeta Nadîr Nayci pirsîn

A+ A-

ŞIRNEX (DÎHA) - Dayîkên Şemiyê yên Cizîrê di çalakiya xwe ya heftane de aqubeta Nadîr Nayci yê ku di sala 1993'yan yê ku dema ji gundê Biyakop diçû gundê Basîsîkê hate binçavkirin û çareke din tu agahî jê nehatin girtin pirsîn.

Dayîkên Şemiyê yên Cizîrê çalakiya xwe ya heftane li ber Lîseya Cizîrê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesê hatin windakirin windakirin hatin hilgiritn. Di çalakiyê de çîroka Nadîr Nayci yê ku di sala 1993'an de dema ji Cizîrê ji bo hespê xwe bibe gundê Biyakop û li gundê Basîskê ve ji aliyê leşkeran ve hate binçavkirin û careke din tu agahî jê nehatin girtin hate vegotin. Ramazan Nayci çîroka bavê xwe wiha vegot: "Dema bavê min ji Cizîrê ji bo hespê xwe bibe gundê Biyakopê li gundê Basîsîkê hate binçavkirin. Ez li vir bang li hemû rayedarên dewletê dikim. Bavê min ji gundê Basîsîk derneket. Ez hestiyên bavê xwe dixwazim û kiryar bên darizandin."

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

Piştî çalakiyê xizmên windayan bi sloganên "Şehîd namirin", "Bê serok jiyan nabe", "PKK gele gel li vir e" û "Bijî Serok Apo" ji bo tevlî 7'emîn Mîhrîcana Çand û Nûnerê ya Şirnexê bibin meşiyan.

(bd)