1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dayikên Şemiyê aqubeta Uytun ê 18 mehî pirsîn
Dayikên Şemiyê aqubeta Uytun ê 18 mehî pirsîn,dayikên,şemiyê,aqubeta,uytun,ê,18,mehî,pirsîn

Dayikên Şemiyê aqubeta Uytun ê 18 mehî pirsîn

A+ A-

ŞIRNEX (DÎHA) - Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya heftane de aqubeta Mehmet Uygun ê 18 mehî yên di hembêza dayîka xwe de bi bombeya gazê jiyana xwe ji dest da pirsîn û xwestin û kiryar bên cezakirin.

Dayîkên Şemiyê yên Cizîrê çalakiya xwe ya heftane li ber Lîseya Cizîrê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Rêveberên MEYADER, BDP'ê û Alîkarê Şaredarê Cizîrê Mehmet Dalmiş jî tevlî çalakiyê bûn. Dayîka di çalakiya xwe ya vê hefteyê de çîroka Mehmet Uytun ê 18 mehî yên ku di meha çotmehê ya sala 2009'an de li Cizîrê di dema bûyeran de di hemberêza dayîka xwe de bombeya gazê ya polîsan lê ket û jiyana xwe ji dest da hate vegotin.

Kevser Uygun çîroka kurê xwe vegot û wiha got: "Wê rojê derve çalakî hebû. Di navbera ciwan û polîsan de pevçûn pêk dihatin. Min ji Mehmet di balkona malê de şîr didayê. Ji nişkava e bombeyên gazê avêtin mala me. Di wê demê de bombeya gazê li serê Mehmet ket. Me rakir nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Hêj sûçdar nehatine darizandin. Ez dixwazim polîsên bûn sedema mirina kurê min bên darizandin. Heta kiryar tên darizandin dê çalakiyên me berdewam bikin."

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat. Piştî çalakiyê dayîk ji bo konê li Gundikê Melê hatî avakirin ziyaret bikin derketin rê.

(bd)