Dayikên Şemiyê aqubete windayan pirsîn
Dayîkên Şemiyê yên Cizîrê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de çîroka M. Saît Turuk ê ku li navçeya Cîzirê di sala 1992'yan de hate gulebarankirin hate vegotin.
Dayikên Şemiyê yên Cizîrê li ber Lîseya Cizîrê çalakiya xwe ya heftane ya "Winda bên dîtin kiryar bên darizandin" li dar xistin. Dayikên Şemiyê, di çalakiyê de wêneyên kesên di salên 1990'an de hatin windakirin û qetilkirin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka M. Saît Turuk hate vegotin. Ligel Dayikên Şemîyê gelek xizmên windayan û rêveberên MEYA-DER'ê jî tevlîbûn. Dayîka M. Saît Turuk ê ku di sala 1992'yan de li taxa Nur a Cizîrê ji aliyê endamên JÎTEM'ê ve hate gulebarankirin Rabîa Turuk çîroka kurê xwe vegot û diyar kir ku di saetên êvarê de dema kurê min ji kar vedigeriya malê ji hate gulebarankirin. Turuk, anî ziman ku dema dengê çekan hat çû cihê kurê wê lê hate qetilkirin û wiha bûyer vegot: "Min ber bi cihê dengê çekan ve dest bi bezê kir. Dema ez gihiştim cihê bûyerê min dît ku kurê min di nav xwînê de li erdê ye. Em dixwazin ji aliyê kesên ji bo JÎTEM'ê dixebitîn ve hate qetilkirin. Li derdorê gelek kesên bûn şahidê bûyerê hene. Ev qatilên dewletê ne çima nayên darizandin." Turuk, da zanîn ku êdî nikare xwe li ser piyan bigire û heta qatilên kurê wê neyên darizandin dest ji têkoşîna xwe bernade.
Pişt re Dayîkên Şemiyê çalakiya rûniştinê li dar xistin.
(bd)