Dayikên Şemiyê aqûbeta Ahmet Ozer pirsîn
Dayikên Şemiyê yên Cizîrê çalakiya xwe ya heftane ku ji bo "Winda bên dîtin kujer bên cezakirin" li ber Lîseya Cizîrê berdewam kirin. Dayikan vê hefteyê aqûbeta Ahmet Ozer ê di sala 1994'an de li Bajaroka Findikli ya Basayê ji aliyê leşkeran ve hat windakirin pirsîn.
Dayikên Şemiyê yên Cizîrê çalakiya xwe ya heftane ku ji bo "Winda bên dîtin kujer bên cezakirin" li ber Lîseya Cizîrê berdewam bikin. Dayikan di çalakiyê de wêneyê windayên salên 1990'an hembêz kirin û çalakiya xwe ya rûniştinê berdewam kirin. Dayikên şemiyê, rêveberên BDP'ê yên Cizîrê, MEYA-DER û KURDÎ-DER'ê û xwendekarên Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Melayê Cizirî amade bûn. Dayikan di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Ahmet Ozer ê di sala 1994'an de li Bajaroka Findikli ya Basaya Şirnexê ji aliyê leşkeran ve di operasyonê de hat windakirin pirsîn. Keça Ozer Kadiriye Ozer, diyar kir ku di sala 1994'an de leşker hatin bajaroka wan a Findikê bavê wan bi zorê ji malê derxistin û birin operasyonê. Ozer, anî ziman ku leşkeran bi ser gundê wan de kir û bavê wê bi zorê birin operasyonê û wiha got: "Piştî leşkeran bavê min bi helîkopterê birin operasyonê u şûnde em agahiyê ji bavê min nagirin. Heta niha me hestiyê wî jî nedîtiye."
Piştre li ser navê Dayikên Şemiyê Asiye Bulur jî axivî û wiha got: "Di 23'ê Nîsanê de ciwanan çalaki pêk anî û di mudaxaleya polîsan de polîsek ket min maşîna polisan û bi giranî birîndar bû. Dîsa polîsan ketober gule reşandin û 4 kes birîndar kirin.
Ji Mala Piştgiriya Perwerdehiya Melayê Ciziri Mesut Edîs jî diyar kir ku li Tirkiyeyê kurd ji salên 90'an de di bin şerekî dijwar de dijîn. Hêj aqûbeta welatiyên windayan diyar nebûne. Heta niha ji bo komkujî û înkara li ser kurdan hat meşandin ranebûye û dewletê ji bo vê yekê tu hewldan nekiriye.
Dayikan piştî daxuyaniyê bi rûniştina 5 deqîqeyan çalakiya xwe bi dawî kir.
(mae)