Dayikên Şemiyê: Bêdengî hevkarî ye
Dayikên Şemiyê: Yên bêdeng dimînin hevkarên komkujiya Rojava ne
ŞIRNEX 1- ANF Dayikên Şemiyê yên xizmên xwe di kuştinên "kiryar ne-diyar" û bêdaraz de wenda kirin, ji ber komkujiyên li Rojavayê Kurdistanê bang li alema Îslamê kirin û gotin, "Ji niha û pê ve, eger hûn li hemberî van kesên, can mal û namûsa Kurdên Misliman bi navê Xwedê helal dibînin bêdeng bimînin hûn jî hevkarên van komkujiyane."
Li navçeya Şirnex Cizîra Botan, Dayikên Şemiyê yên xizmên xwe di kuştinên "bêdaraz û kiryar ne-diyar" de wenda kirine, li ber Dibistana Amadeyî ya Cizîrê hatin cem hev. Di çalakiyê de dayikan wêneyên xizmên xwe yên hatine wendakirin hilgirtin û MEYADER, KURDÎ-DER û rêveberên ÎHD'ê jî piştgirî dan wan. Di çalakiya vê hefteyê de, çîroka Yahya Akman ê di sala 1994'an de hat wendakirin, hat vegotin. Dayika Akman Bedriye Akman diyar kir ku dema kurê wê ji Silopiyê vedigeriya di rê de ji aliyê Hekîm Guven, Bedran, Kamîl Atak û Fermandarekî Artêşa Tirk Cemal Temîzoz ve hatiye revandin û kuştin. Dayikê got, "Kurê min belasebeb kuştin. Me jî giliyê van kujeran kirin, lê heta niha tiştek nehatiye kirin. Em çûn dadgehê, li dadgehê jî endamên JÎTEM'ê li me dinêrîn û digotin 'me zarokên we ne kuştine'. Hestiyên zarokên me li binê erdê riziyane, lê ew li girtîgehê li kêfa xwe dinêrin. Zarokên me ji bo pere firotin. Emê jî dest ji kujeran neqerin."
'YÊN JI KOMKUJIYÊ RE BÊDENG BIN, HEVKARÊN KOMKUJIYÊ NE'
Piştî vegotina çîroka jiyanê ya Akman, rêveberê MEYADER'ê yê Cizîrê Kasim Yîgît axivî û destnîşan kir ku heta daxwazên dayikên ên ji bo edaletê bicih neyên anîn, ji bo wan cejn tineye.
Yîgît bal kişand ser komkujiyên li Rojava diqewimin û got, "Ez ji wan kesên ku ji xwe re dibêjin oldar in û derdikevin pêşberî cîhanê û dibêjin mal, can û namûsa Kurdan helal dike: Ez bang li tevahiya alema Îslamê dikim. Ji niha û pê ve, eger hûn li hemberî van kesên, can mal û namûsa Kurdên Misliman bi navê Xwedê helal dibînin bêdeng bimînin hûn jî hevkarên van komkujiyane. Bi lezgînî rabin li dijî vê hovîtiyê nerazîbûnê nîşan bidin. Di ti ayet û sureyê de nehatiye dîtin ku xwîna bira, xwîna Mislimanan helal hatiye nîşandan ku were rijandin. Hûnê heta kengî li pêşberî vê hovîtiyê bêdeng bimînin. Eger hûn bêdengiya xwe dewam bikin, hûnê jî bibin hevkarê vê komkujiyê."
Piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan, daxuyanî bi dawî bû.