1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dayikên Şemiyê: Em hê hestiyên windayan bibînin
Dayikên Şemiyê: Em hê hestiyên windayan bibînin,dayikên,şemiyê,em,hê,hestiyên,windayan,bibînin

Dayikên Şemiyê: Em hê hestiyên windayan bibînin

A+ A-

21.09.2013

STENBOL (DÎHA) - Dayikên Şemiyê yên Stenbolê di hefteya 443'an de lêgerîna edaletê berdewam kirin. Dayikan diyar kirin ku heta ew hestiyên windayan bibînin û radestî heskiriyên wan bikin dê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Dayikên Şemiyê ku her hefte li Qada Galatasarayê kom dibin û ji bo windayan daxwaza edaletê dikin, di hefteya 443'an de dîsa li Qada Galatasarayê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikan dîsa di çalakiyêde pankarta "Faîl diyar in, winda li ku ne" vekir û wêneyên windayan hembêz kirin. Dayikên Aştiyê û Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Sirri Sakik û gelek kesên din amade bûn. Birayê Hasan Ocak ê di sala 1995'an de hat windakirin Alî Ocak axivî û diyar kir ku rayedaran her tim ew xapandin û derew li wan kirin û wiha got: "Em li Riha, Qers, Erzirom û gelek deverên din li Hesen geriyan. Dewletê her tim got em dê bibînin, Lê hêj nedîtine. Dayika Murat Yildiz ê di sala 1995'an de hat windakirin Hanife Yildiz jî anî ziman ku ew dixwazin tiştên xweş bînin ziman, lê dewlet aramî û dilxweşiyê ji wan re gelek dibîne û destûrê nade vê yekê. Yildiz, da zanîn ku dewlet her tim wan dixapîne û derewan li wan dike.

Piştre xwişka Cemîl Kirbayir ê di sala 1980'an de hat windakirin Fatma Kirbayir jî destnişan kir ku 32 salin li benda hestiyê birayê xwe ne û wiha got: "Dayika min gotibû beyî ku hestiyê kurê min neyê dîtin min defin nekin. Lê bêyî ku em wesiheta dayika xwe pêk bînin me dayika xwe defin kir. Em bang li dozgerê Komarê yê Qersê dikin û dibêjin Dosyaya birayê min di destê we de ye. Em dibêjin êdî bes e û destê xwe dînin ser wîjdanên xwe. Xwişka Hayrettin Eren ê di sala 1980'ê de hat windakirin Îkbal Eren jî anî ziman ku 443 hefte li pey windayan û hestiyên xizmên xwe digerin gelek caran rastî zextan hatin. Eren, da zanîn ku ji ber daxwazên Dayikên Aştiyê layiqî Xelatên Aştiyê yên Hrant Dink hatin. Em 443 heftene qêrîn û awaza xwe bilind dikin. Lê Serokwezîr Erdogan dengê me nabihîze. Herî dawî birayê Huseyin Taşkaya yê di sala 1995'an de hat windakirin Faik Taşkaya jî axivî û bal kişand ser hestiyên li Sêweregê 20 roj berê hat dîtin.

Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Sirri Sakik, jî anî ziman ku kesên li vî welatî azadiyê dixwaze dewlet êşê ji bo wan rewa dibîne.

Piştre li ser navê Dayikên Aştiyê Zin Demir daxuyani da û anî ziman ku heta ew hestiyên zarok û xizmên xwe bibînin dê tekoşîna xwe berdewam bikin û dê hestiyên xizmên xwe bigînin heskiriyên wan.

Dayikan piştî axaftinan dawî li çalakiya xwe anîn.

(mae)