Dayikên Şemiyê: Heya Hurşît Kulter neyê dîtin em bê deng nebin
ŞIRNEX (DÎHA) - Rêveberê BDP'a Şirnexê Hurşît Kulter piştî ji hêla hêzên dewletê ve hat binçavkirin, ev 53 roj in tu agahî jê nayê girtin. Dayikên Şemiyê yên Cizîrê bal kişandin ser rewşa Kulter û aşkera kirin ku heya dewlet Hurşît sax nede van ew ê bê deng nemînin.
Rêveberê DBP’ê yê Şirnexê Hurşît Kurterê ji roja ku hatiye binçavkirin heta niha tu agahî jê nayên girtin. Dayikên Şemiyê yên Cizîrê diyar kirin ku heya dewlet Hurşît sax nede wan ew dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Dayika Şemiyê Asya Dalmiş ya ku hevserê wê Hadî Dalmiş ji aliyê leşkeran ve di sala 1990’î de hat windakirin, bal kişand ser rewşa Hurşît Kulter û wiha axivî: “Sûcê Hurşît Kulter çi ye? Dewleta tirk bi salan e li ser axa me zilm û zordariyê li me dike. Zilma ku dewleta tirk bi salan e dike bi kuştinê, windakirinê, qetilkirinê û tirsandinê nikare gelê kurd xilas bike. Hurşît bi gelê xwe re bû û ji bo gelê Şirnexê kar dikir. Hurşît ji ber ku li hemberî zilma dewletê deng derxist nêzî 2 meh e ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye windakirin.”
‘Ger sûcê wî hebe bira bê darizandin'
Dalmiş got ku dema zarokek tê kuştin kezeba hemû dayikan dişewite û wiha pêde çû: “Ji ber vê yekê Hurşît Kulter tenê ne kurê dayika Kerîme Kulter e, kurê me hemûyan e. Em destûr nadin ku wêneyê Hurşît bikeve nav wêneyên ‘kesên winda.' Ger sûcekî Hurşît hebe bila ji aliyê dozger ve bê darizandin.”
‘Em ê li hemberî zilmê bê deng nemînin’
Dalmiş da zanîn ku ji bo Hurşît bê dîtin divê dayik dest bidin hev û dengê xwe li hemberî windakirina Hurşît derbixin. Dalmiş bal kişand ser bang dayikan a edaletê û axaftina xwe wiha dewam kir: “Bi salan e em aştiyê diqîrin. Ligel vê jî em ê li hemberî zilma dewletê bêdeng nemînin.”
‘Dayika Hurşît 53 roj in kurê xwe dipirse’
Dayika Aştiyê Şerîfe Uygur ya ku her hefte ji bo piştgiriyê bide Dayikên Şemiyê yên Cizrîrê tevli çalakiya wan dibe got ku ev 53 roj in dayika Kulter pirsa kurê xwe dike û wiha axivî: “Ev 53 roj in Kulter winda ye. Dayika Hurşît 53 roj in kurê xwe dipirse. Kes nizane Kultur li ku ye. Lê çawa ku dewletê Kulter sax girtiye divê sax jî teslîmê malabatê bike. Em naxwazin wêneyê Hurşît tevli wêneyên çalakiya şemiyê bibe."
‘Bila dewlet bi lezgînî cihê Hurşît aşkere bike’
Uygur diyar kir ku ew hemû dayikên Hurşît in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dizanin Hurşît di destê hêzên dewletê de ye. Ji salên 90'î heya niha dewlet xizmên me winda dikin. Ji ber vê yekê dewlet dixwaze niha Hurşît jî winda bike. Lê em destûrê nadin dewlet Hurşît winda bike. Bila dewlet bi lezgînî cihê Hurşît aşkera bike.”
(kom/no/ms)