Dayikên Şemiyê, kujerên Mesut Dindar pirsîn
Dayikên Şemiyê, di çalakiya vê hefteyê de çîroka Mesût Dîndar ê astengdar ku di sala 1992'an de li Cizîrê ya Şirnexê hat binçavkirin û pişte hat qetilkirin vegotin.
Çalakiya Dayikên Şemiyê ku her roj şemî li ber Lîseya Cizîrê tê lidarxistin vê hefteyê jî berdewam kir. Dayiken Şemiyê dîsa bi wêneyên windayan li ber dîwarê Lîseya Cizîre kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Dayikan di çalakiyêde vê hefteyê çîroka Mesut Dîndar ê di sala 1992'an d8e li Cizirê hat binçavkirin û pişt re hat qetilkirin vegotin. Dayika Şemiyê Asya Dindar, çîroka kurê xwe vegot û wiha got: "Rojekê serê sibê hatin kurê min ji malê binçavkirin. Ewil îşkence li wî kirin. Piştre dîsa binçavkirin. Piştre werîs bi sitûyê wî ve girêdan û li pey panzêrê li Çemê Saklanê yê Cizîrê li pey xwe kaş kirin û qetil kirin. Li gel ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê Tirkiye hat mahkumkirin jî hêj Tirkiye kujerê kurê min ronî nekiriye. Heta hatil bên dîtin û darizandin em dê dozê bişopinin."
(mae)