1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dayikên Şemiyê piştgirî dan berxwedana Nisêbîn û Geverê
Dayikên Şemiyê piştgirî dan berxwedana Nisêbîn û Geverê,dayikên,şemiyê,piştgirî,dan,berxwedana,nisêbîn,û,geverê

Dayikên Şemiyê piştgirî dan berxwedana Nisêbîn û Geverê

A+ A-

ŞIRNEX (DİHA) - Li Cizîrê Dayikên Şemiyê û xizmên windayan di çalakiya xwe ya 358'emîn de terora dewletê ya li dijî gelê kurd şermezar kirin û piştgirî dan berxwedana gelê Nisêbîn û Geverê.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Dayikên Şemiyê û xizmên windayan ji bo aqûbeta kesên ji aliyê endamên JİTEM'ê ve hatine windakirin û qetilkirin bipirsin di hefteya 358'emîn de li kolana Hunerê hatin cem hev. Dayikan wêneyên kesên hatine qetilkirin hilgirtin û "Albûma şehidan" li qadê vekirin. Di çalakiya heftane de malbatên 22 welatiyên di demê qedexeya derketina kolanan hatiye ilan kirin ji aliyê polisan ve hatine qetilkirin jî amade bûn. Di çalakiyê de keça Zeynep Taşkin a ji aliyê polisan hatiye qetilkirin Şukran Taşkin wêneyê dayika xwe heta çalaki bi dawî bû hêmbêz kir. Gelek saziyên sivil û demokratik di çalakiyê de amade bûn.

Ser navê dayikan rêveberê MEYA-DER'ê yê Cizîrê Veysî Durgut çîroka Ahmet Yagarcik ê di 1997'an de ji aliyê endamên JÎTEM'ê ve hatiye qetil kirin vegot. Durgut ani ziman ku wê rojê li taxa Cudi dawet hebû û diyar kir ku endamên JÎTEM'ê Kamil Atag û hevalên wî bi çekan û bombeyan êrîşî dawetê kirine. Durgut destnîşan kir ku di encama êrîşê de 8 welatî hatin qetilkirin û dehan welatî hatin birindar kirin. Durgut bilêv kir ku Yagarcik jî di vê dawetê de hatiye qetilkirin û wiha got: "Piştî bûyer di nava bajêr de hatiye bihistin dayika Yagarcik diçê nexweşxaneyê. Li wir Kamil Atag û hevalên wî gefan li dayika Yagarcik dixwin". Durgut da zanin ku bi salan e der barê bûyerê de lêpirsînek cidî nehatiye vekirin.

Pişti Durgut rêveberê Komelaya Alimên Botanê Mele Îsmaîl Yanik diyar kir ku ev êrîşên li ser gelê kurd nayên qebûlkirin. Yanik anî ziman ku ew piştgirî didin berxwedana gelê Nisêbin û Geverê û diyar kir ku demildest dewlet êrîşên xwe bi dawî bike.

Piştî axiftinan dayikan 5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn.

(cno/sa)