1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dayikên Şemiyê xwestin operasyon bi dawî bibin
Dayikên Şemiyê xwestin operasyon bi dawî bibin,dayikên,şemiyê,xwestin,operasyon,bi,dawî,bibin

Dayikên Şemiyê xwestin operasyon bi dawî bibin

A+ A-

Dayikên Şemiyê bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin di hefteya 26'n de li ber lîseya Cizîrê kom bûn. Dakina vê hefteyê çîroka Sînem Dal a di sala 1989'an de li gundê Cifanê pê li mayinê kir û jiyana xwe ji dest da vegot. Dayikan xwest dawî li operasyonan bê.

Dayikên Şemiyê di hefteya 26'emîn de dîsa li ber lîseya Cizirê li hev kom bûn û xwestin winda bên dîtin û kujer bên darizandin. Di çalakiya Dayikên Şemiyê de endamên MEYA-DER, xizmên windayan û dayikên aştiyê amade bûn. Xizmên windayan hin wêne xistin hembêza xwe û hin wêne jî li ser dîwarê hewşa lîseyê rêz kirin û xwestin balê bikşînin ser kesên hatine kuştin û winda bûne. Dayikên Cizirê jî bi cilên xwe yên rex beşdarî çalakiyê bûn û wêneyen xizmên xwe xistin hembêza xwe. Di çalakiyê de operasyonên li dijî kurdan hatin rexnekirin û hate xwestin ku dawî li operasyon û êrîşên lîncê yên li dijî kurtan bê. Piştî axaftinan bavê Sînem Dal a biçûk ku di sala 1989'an de li gundê Cifanê pê li mayinê kir û jiyana xwe ji dest da vegot. Bavê Sînemê Bedrî Dal, anî ziman ku hêj keça wî pir piçûk bû li dervê gund pê li mayina leşkeriye kir û jiyana xwe ji dest da. Dal, anî ziman ku ez heqê xwe ji Erdogan dixwaze û dixwaze ku êdî dawî li van operasyon û girtinan bê.

Pişt re dayikan bi rûniştina 5 deqîqeyan dawî li çalakiya xwe anî. DÎHA (mae)