Dayikên Şemiyê çîroka Şen vegotin
Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de çîroka Fîkrî Şen vegotin.
Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de çîroka Fîkrî Şen ê ku di sala 1994'an de li gundê Benatê yê navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê leşkeran ve hate binçavkirin û careke din tu agahî jê nehatiun girtin vegotin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Dayîkên Şemiyê çalakiya xwe ya bi armanca bûyerên kiryar nediyar bên zelalkirin her hefte li ber Lîseya Cîzirê li dar dixin, pêk anîn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de çîroka Fîkrî Şen ê ku di sala 1994'an de li gundê Benatê bi 5 kesan re hate binçavkirin careke din tu agahî jê nehatin girtin vegotin. Çîroka Şen ji aliyê Dayîka wî Adîle şen ve hate vegotin. Şen çîroka kurê xwe wiha vegot: "Leşker hatin gundê Benatê mala me şewitandin û kurê min û 5 kesên din girtin birin. Lê ji me re negotin dê bibin ku derê. Bi 5 kesan re ji wê rojê heta naiha winda ne. Ez çûm qereqolê min pirsa kurê xwe kir lê ji min re gotin li wir nîn e û birin ciheke din. Me ji 5 kesan tu agahî negirtin. Berê malên me şewitandin û pişt re zarokên me birin. Ev edaletek çawaye. Hêj goreke zarokên me jî tuneye."
Pişt re Dayîkên Şemiyê çalakiya rûniştinê li dar xistin.
(bd)