Dayîk: Rojava mîrata zarokên me ye
"Rojava mîrata zarokên meye. Em neçarin ku li şoreşa Rojava xwedî derkevin mezin bikin û pêşve bibin."
10:41 10.12.2013 1 / 8 RIHA (DÎHA) - Dayîkên PKK'iyên ku jiyana xwe ji dest dane diyar kirin ku şoreşa Rojava wek şaroşa xwe dibînin û li hemberî êrişên çeteyan dinava fikaran dene û wiha gotin: "Rojava mîrata zarokên meye. Em neçarin ku li şoreşa Rojava xwedî derkevin mezin bikin û pêşve bibin."
Şoreşa Rojava ya ku di 19 Tîrmeha 2012'an de bingeha saziyên gel avêt û mekanizmayên rêveberiyê çêkirin, bingeha jiyana hemû gelan dihûne û ji aliyê dinvejî axa xwe li hemberî êrişên çeteyan diparêzê û li hemberî wan têdikoşe. Şêwaza jiyana ku li Rojava tê avakirin ji aliyê gelek derdoran ve wek "Modela Rojhilata Navîn" tê destnîşan kirin. Şoreşa Rojava ya ku hemû mirovên xwedî wîjdan û exlaq pişgiriyê didin ji bo dayîkên PKK'iyan jî cihekî xweyê taybet heye. Dayîkên PKK'iyên ku jiyana xwe ji dest dane diyar kir ku şoreşa Rojava mîrata zarokên wane û wiha got: "Wê derê mîrata zarokê meye ku ji mere maye divê em wêderê wek zarokek azad yê ku ji nûve dayîk bûye mezinkin. Divê hemû kes xwedî şoreşa Rojava derbikeve."
'Ez dayîka hemû gelanim'
Dayîka bi navê Zalîha Ozkan ya 55 salî ya ku 3 zarokê xwe dinava refên PKK'ê de windakiriye diyar kir ku hişê wî herdem li ser zarokên YPG'î yên ku li hemberî çeteyan şerdikin ne. Ozkan diyar kir ku sedema hebûna çeteyan ya li Rojava Tirkiyeye û wiha got: "Serokwezir Erdogan herdem aştiyê tine ziman. Erdoganê ku ji Rabîa ya Misirêre digrî çima ji qetliyama Rojavare bêdeng dimîne? Dij berê vê alîkariya çeteyan dike. Bila dawî li vê durûtiya xwe bîne. Em li hemberî hemû şera nin lê kurd bi tenê ji bo ku li ser axa xwe bijî û xwe bi parêzin şerdikin. Ez dayîka kurdan, Ereban, tirkan û çerkezanim. Ez dayîkan hemû ya me ji ber ku ez dayîka aştiyê me. Li kuderê şer der bi keve ezê xwe li wir bikim çeper bila êdî kes nemire."
'Ew der mîrata zarokên me ne"
Dayîka bi navê Zeynep Al ya 64 salî ya zarokek xwe dinava refên PKK'ê de winda kiri wiha got: "Wê derê mîrata zarokê meye ku ji mere maye divê em wêderê wek zarokek azad yê ku ji nûve dayîk bûye mezinbikin." Al anî ziman ku êrşa çeteyan ya li hemberî destkeftiyê kurdan şermezar dike û wiha got: "Înşallah Rojava di demek kurt de ji çeteyan tê paqij kirin. Em kurd herdem hatin xapandin. Êdî em nayên xapandin. Divê em hemû kurd xwedî li şoreşa Rojava derkevin û pişgiri bidin wan."
'Divê Barzanî ev yek bi gelê xwe nikiraba'
Fatma Akbaş ya ku kurê xwe dinava refên PKK'ê de winda kiri jî ji bo Şervan Muslimê ku dinava refên YPG'ê de jiyana xwe ji dest dabû ji malbata Salim Muslîm re sersaxî xwest û wiha got: "Şehîdê wî şehîdê hemû kurdane. Ez dayika şehîdim ez şoreşa Rojava silav dikim. Divê em kurd bibin yek ger em nebin yek ên wek Erdogan me bi hêsanî berdidin hev. Ger Barzanî bi Erdogan ra tevbigere emê wî nasnakin. Bila hişê xwe bigre serê xwe divê ev yek bi gelê xwe nekiraba. Divê em xwedî li şehîdên xwe û li Rojava û çarparçeyên Kurdistanê xwedî derkevin."
(my/mae)