Dayîka 65 salî li girtîgehê tazî kirin!
"Pişt ez anîm Sîncanê di bin navê 'lêgerîna tazî' ez rastî tacîzê hatim"
Dayîka bi navê Sabriye Çaçan a 65 salî ya ku ji Girtîgeha Êlihê sirgûnî Girtîgeha Sîncanê hate kirin li gel çavên wê baş nabînin 19 saean bi rîngê birin Enqere û anî ziman ku îşkenceya wê jiyî tenê bi vê yekê neqediya û wiha got: "Pişt ez anîm Sîncanê di bin navê 'lêgerîna tazî' ez rastî tacîzê hatim. Cilên me bi zorê hatin derxistin. Ez dayîkek im. Min ji vê yekê gelek fedî kir lê yên fedî bikin ew û ramana wan in."
Dayîka bi navê Sabriye Çaçan a 65 salî ya ku ji nav jinên ji Girtîgeha Êlihê sirgûnî Girtîgeha Jinan a Sîncanê hatin kirin cih girt pêkutiyên dijmirovahî yên jiyîn bi nameyekê vegotin. Çaçan, diyar kir ku di 17'ê tebaxê de li ser fermana Wezareta Dadê sirgûnî Sîncanê hatin kirin. Çaçan, anî ziman ku ew nexweş e û ji çavên xwe gelek caran emeliyet bû û kêm dibîne. Çaçan, da zanîn ku li gel vê yekê 19 saetan bi wesayîta rîngê ew birin Enqere û rêvîngiya rîngê ji wê re vegeriya îşkenceyê. Çaçan, bilêv kir ku pişt hatin Sîncanê hemû tenê bi vê yekê sînor neman û wiha got: "Piştî rêvingiya weke îşkenceyê ya rîngê, di ketina Girtîgeha Sîncanê de jî ez rastî lêgerîna tazî û tacîzê hatim. Di ketinê de ji bilî legerîna tazî û dijwar em bi awayekî vekirî rastî tacîzê hatin. Berê xwestin min tazî bikin. Min ji vê yekê re destûr neda. Li min qêriyan û hemû cilên min bi zorê li ser min jê kirin. Min di wê demê de bi destên xwe vucuda xwe girt. Jin gelek fedî kir. Lê yên fedî bikin ez na ew û ramana wa e."
'Ez dayîkeke 65 salî me'
Çaçan, destnîşan kir ku lêgerîn bi vê yekê xelasnebû û solên wê hatin perçekirin û wiha pê de çû: "Ez dayîkeke 65 salî me. Ya hate kirin dijmirovahî bû. Îşkenceya 19 saetan a rîngê têrê nekirin yek jî li ber derî zilim li min kirin û berpirsiyarê vê yekê Wezaretê Dadê ye. Gelo weke dayîkek ya ji min re rewa dîtin ev e? Lêgerîn û tacîzê pêkutiyên salên 1990'an anîn bira min çareke din."
'Erdogan behsa dayîkan dike lê di girtîgehan de îşkenceyê li dayîkan dikin'
Çaçan di berdewamiya nameya xwe de got, Serokwezîr Erdogan her tim behsa dayîkan dike û wiha destnîşan kir: "Erdogan her tim behsa dayîkan dike. Lê di girtîgehan de hezaran dayîk û jinên bê sûc tên girtin û îşkenceyê li wan dikin. Ez tu baweriyê bi tu gotinên Erdogan naynim û berpirsiyarê tiştên tên jiyîn jî Erdogan e. Min weke dayîkekê salên 90'an jiyîn. Ez berê xwe didim ji wê rojê hate îro tu tişt nehatiye guherîn. Berê qetil dikirin niha digirin. Heke ez ji ber ku ez kurd im li vir im ez jî dê têkoşîna xwe ya kurdîniyê bidomîn im."
Rêveberiya Girtîgehê têkildarî tiştên Çaçan jiyîn de pirsên me bê bersiv hiştin û gotin ew tu agahiyan nadin.
(bd)