Dayîka 78 salî hikûmet hişyar kir: Zorê li sebra me nekin!
Bavê çalakavan greva birçîbûnê Xwendekara Zanîngehê Gulan Kiliçoglu ya ku 65 rojin di greva birçîbûnê de ye Haydar Kiliçoglu, diyar kir ku daxwazên girtiyan wijdanî û însanî ne û bang daxwazan qebul bikin kir.
Bavê çalakavan greva birçîbûnê Xwendekara Zanîngehê Gulan Kiliçoglu ya ku 65 rojin di greva birçîbûnê de ye Haydar Kiliçoglu, diyar kir ku daxwaên girtiyan wijdanî û însanî ne û bang daxwazan qebul bikin kir. Dayîka bi navê Koçer Kurt a 78 salî ya ku 4 zarokên xwe di pevçûnan de windakirin û piştgiriyê dide berxwedana girtîgehan, diyar kir ku hikûmet bi helwesta "ker-gor-lal" tevdigere û dixwaze "wehşetekê" pêk bînin û wiha got: "Ev zilim û zext çi ne? Êdî ji hemû hîsan windakirin û fîravuntiyê bes e. Sebra vî gelî nedin zorê."
Çalakiya girtiyên PKK û PAJK'î ya greva birçîbûna bêdem û dorveneger di roja 65'emîn de berdewam dike. Êdî çalakiya greva birçîbûnê li ser sînorê mirinê ye û li herêmê çalakiyên piştevaniyê li hemû bajaran pêktên. Bavê Xwendekara Zanîngeha Enqere Gulan Kiliçoglu ya ku li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê di 12'ê îlonê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir Haydar Kiliçoglu (45), diyar kir ku sedema girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir polîtîkayên hikûmetê yên li dijî çareseriya pirsgirêka kurd in.
'Êdî bes e vê erdnîgariyê gelek xwîn vexwar!'
Kiliçoglu wiha got: "Mînak tecrîda li dijî makezagonê bedewam dike. Vî sûcî Wezîrê Dadê, hikûmet û bi tevahî dewlet dike. Dîsa pirsgirêka têkildarî zimanê zikmakî. Zimanê zikmakî mafê kesîkî daye me nîn e. Kî dixwaze xwe bi kîjan ziman baş îfade bike divê bi wî zimanî parastinê bike. Daxwaz înasî û wijdanî ne. Divê hemû kes ji bo daxwazan rabin serpiyan." Kiliçoglu, diyar kir ku ji bo piştgiriyê bide girtiyan çi ji destê wî bê dê bike û wiha axivî: "Hikûmet bi gaz, cop, TOMA û ava şid bersiva daxwazên me dide. Dora gel dorpêç dikin û destûra tevgera gel nadin. Ev yek çavtirsînek e. Rêveberiya welatekî nîn e. Ez li vir bang li Serokwezîr dikim. Ew wisa xwe dihesîbîne vî welatî baş rêvedibe. Lê qet jî wisa nîn e. Rêveberiyekî tu eleqeya wê bi demokrasiyê tuneyî heye. Divê gelê kurd li ser vê erdnîgariyê mafên xwe yên temsîlê bikar bîne û divê ji bo daxwazên xwe biger biqêrîne. Îro nebe dê sibê çêbibe. Lê ji bo ev daxwaz nebin sedema gelek canan ked bê dayîn. Êdî bes e. Vê erdnîgariyê gelek xwîn vexwar. Divê êdî hikûmet di vê mijarê de hêj baldar be."
Kurt: Serokwezîr fîravunê hemû hîsên xwe windakirin e
Dayîka bi navê Koçer Kurt a ku 78 salî, diyar kir ku ligel temenê wê borî tevlî meş, daxuyanî û çalakiyan dibe û hikûmet bi nêzîkahiya "ker-lel û gor" nêzî pirsgirêka dibe. Kurt, anî ziman ku wê 4 zarokên xwe di pevçûnan de winda kirin û di bin her kevîrekî de cenazeyek heye û wiha got: "Divê serokwezîr vê qêrîna me bibihîze. Êdî tu zarok û hilbijêrên me neman. Hemû di girtîgehan de ne. Navê vê yekê wehşet e. Hun kîjan kevir rabikin di bin de cenazeyê şehîdekî me heye. Hinî em bijîn em dê xwedî li serok û nirxên xwe derbikevin. Bila vê yek jî bîrnekin. Rêgezekî me heye, ew jî rêgeza dest jê neberdanê ye. Ev bagirganên sextekar û derewîn in. Hemû zarokên me yên bi qîmet qetilkirin. Ev zilim û zextin? Hemû hîs û ramanên xwe winda kirin û fîravunek e. Bila sebra vî gelî nedin zorê. Xwedê em weke kurd afirandin ev yek vejibêraka me nîn e. Tu kes nikare zimanê me qedexe bike. Zarokên me 65 rojin di greva birçîbûnê de ne. Li hemberî vê yekê lal, ker û gor bûn e. Ez vê dewletê şermezar dikim. Ez bang li Erdogan dikim. 4 şehîdên min hene. Bila dilê tu kesên din neşewite."
DİHA