1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dayîka Ekîn Wan: Keça min li dijî kelha zilmê têkoşiya
Dayîka Ekîn Wan: Keça min li dijî kelha zilmê têkoşiya,dayîka,ekîn,wan,keça,min,li,dijî,kelha,zilmê,têkoşiya

Dayîka Ekîn Wan: Keça min li dijî kelha zilmê têkoşiya

A+ A-

OMER ÎKE / ROJNEWS

Bi dehan salan in Tevgera Azadiyê ya Kurd têkoşîneke bêhampa li hemberî dewlet û pergalên dagirker dimeşîne. Di nav vê têkoşîne de kesên ku cih digrin navên xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê didin nivîsîn. Yek ji van jî Kevser Elturk (Ekîn Wan) e.

Kevser Elturk ku hîn temenê wê negihîştibû 18’an tevlî refên PKK'ê bû û di 10’ê tebaxê de li navçeya Gimgima Mûşê têkoşîneke bêhempa meşand û bi çîrokeke qehremanî tevlî refên cangoriyên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû. Gelê kurd ji bo ax, ziman û nasnameya xwe bi dehan sal in têkoşîneke bêhempa dide meşandin. Ciwanên kurd jî li hemberî pêkutiyên ku ji aliyê dewletên dagirker ve tên meşandin, dixwazin di nav têkoşîna ku bi pêşangiya PKK'ê ve tê meşandin de cih bigirin û têbikoşin. Ji ber vê yêke bi hezaran ciwan berê xwe didin çiyayên Kurdistanê. Ji van yek jî gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) e. Kevser di nav malbat û hevalên xwe de bi navê Kevser Elturk dihat naskirin û ev nav bi kar dianî. Kevser di lêhûrbûneke wisa de bû ku êdî sebra wê di nav jiyana rojane de nemabû.

Kevser ji bo jiyaneke bi rûmet di 25’ê nîsana 2007'an de berê xwe da nav refên PKK'ê.

‘Li dijî kelha zilmê têkoşiya’ Dayîka gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan), Delal Elturk (64) diyar kir ku keça wê Kevser zaroka malê ya herî biçûk bû. Elturk da zanîn ku dema Kevser li mal bû herdem qala zilma li ser gelê kurd dikir û wiha got: “Dê rojek were ez ê bi çeka xwe li dijî vê kelha zilmê bitêkoşim. Ez ê tola dayik û xortên kurd rakim.” Elturk di dewama axaftina xwe de anî ziman ku keça wê li dijî kelha zilmê têkoşiyaye û da zanîn ku keça wê wexta li malê bû û dema çalakiyek hebûya diçû û di nav de cih digirt. Dayika Elturk diyar kir ku her tim Kevser ji wê re digot; "Dayê ez neçim, ew neçe dê kî biçe di nav van çalakiyan de cih bigire. Dê ev zilma li ser gelê kurd kengî bi dawî bibe." ‘Ez ê bibim gerîla’ Elturk bilêv kir ku ji ber zext û polîtîkayên şer yên dewleta Tirkiyeyê di sala 2000’an de ji navçeya Payîzaxa (Çaldiran) a Wanê koçî navenda Wanê kirine û wiha got: “Keça min Kevser êş û zilma dewletê ya li ser gelê kurd ji kurahiya dilê xwe hîs kir û di sala 2000’an de tevlî nava refên PKK’ê bû. Herdem di xeyalên Kevser de gerîlatî hebû. Di got dayê ez bibim gerîla. Lê belê ez sozê didim te û rêhevalên xwe ez ê şehîd nekevim heya em Kurdistanek azad nebinin.” ‘Em ê ala azadiyê hildin’ Birayê gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk, Abdullah Elturk (35)ji anî ziman ku ew ji dîtina Kevser têr nebûne û wiha axivî: “Kevser di malê de zaroka herî biçûk bû. Di nava malê û hevalên xwe de gelek dihat heskirin.

Di zarokatiya xwe de hertim xeyalên wê de gerîlatî hebû. Di nava taxê de hertim ji bo têkoşîna jinê di nava lêgerînekê de bû. Kevser di sala 1990’an li navçeya Payîzaxayê hate dinê. Herdem li ser serê me zilm û gefên dewletê hebû. Kevser jî ev êş ji kurahiya dilê xwe hîs kir û ev zilma li ser gelê kurd qebûl nekir tevlî nava refên PKK’ê bû. Em heya dawiyê bi vê yeke keyfxweşin. Em ê heya dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê li pey têkoşîna wê bin. Ala Kevseran em ê li ber azadiyê ve hildin.” ‘Ji bo jiyana nû û nûjen berxwedan’ Xwişka Kevser Elturk, Gulistan Elturk (26) jî diyar kir ku Kevser hin jî biçûk bû bi xebatên siyasî re eleqedar bû û wiha got: "Jiyana komun di nava malê de da hînkirin. Di belavkirina kar de ti cudahiya zilam û jinê nedikir. Kevser weke hevalek min ya herî nêz bû. Her tişt me parve dikir. Bi saya wê min têkoşîn nas kir. Ji xwe her dem di çalakiyan de li pêş de cih digirt. Dema dihat malê jî herdem pirtûkên Rêber Apo dixwendin. Xwişka min Kevser ji bo jiyanek nû û nûjen tevlî qadên berxwedanê bû.” ‘Ji cenazeyê keç û xortên me ditirsin’ Xwişka Elturk bertek nîşanî îşkenceya hovane ya li ser cenazeyê xwişka wê hatine kirin da û wiha got: “Êdî dewleta Tirk û çeteyên Erdogan ji cenazeyên keç û xortên me jî ditirse. Bila dewlet baş bizane eger Kevserek çû em sedan Kevser amadene ku têkoşîna wê bilind bikin. Em ê heya dawiyê şopdarên nirxê xwe bin. Şehîd hertim di dilê me de şîn dibin.”

(oî/ab)