1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dayîkên Aştiyê: Em li cem Birêz Apo ne
Dayîkên Aştiyê: Em li cem Birêz Apo ne,dayîkên,aştiyê,em,li,cem,birêz,apo,ne

Dayîkên Aştiyê: Em li cem Birêz Apo ne

Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê ya Wan, bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk tê da

A+ A-

Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê ya Wan, bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk tê da. Dayîkên Aştiyê bal kişandin ser geşedanên li navçeya Şemzînan pêk tên û dan zanîn ku ew li cem gelê kurd ê li Suriyeyê ne.

Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê ya Wan, ji bo balê bikîşînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk tê û geşedanên li navçeya Şemzînan a Colemêrgê di qewimin li ber konê li taxa Şehît Fehîm Arvasî daxuyanî dan çapemeniyê. Endama Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê Leyla Duman, diyar kir ku li Şemzînan ji ber operasyonên leşkerî yên bi rojanin berdewam dikin gelê herêmê zirarek mezin dîtin û xwest operasyon bên rawestandin û wiha got: "Heke Serokwezîr Erdogan misliman be dê di vê meha pîroz a Remezanê de operasyonan rawestîne. Dê ji pirsgirêka kurd re çareseriyê peyda bike."

'Em li cem Birêz Apo ne'

Duman axaftina xwe wiha berdewam kir: "Êdî zarokên me nekujin. Gelîla, polîs, leşker û girtî hemû zarokên me ne. Erdogan dixwaze me li hev û dû bîne û têk bibe. Birêz Abdullah Ocalan di ciheke ji hucreyê xerabtir de dijî. Divê tecrîda li Ocalan bi dawî bibe. Heta dawiyê em dê li cem Birêz Apo bin. Heta gelê kurd nebe yek azada nabe." Duman, da zanîn ku ew li cem gelê kurd ê Suriyeyê ne.

(bd/mae)