1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dayîkên Şemiyê 400 heftene li Qada Galatasarayê ne
Dayîkên Şemiyê 400 heftene li Qada Galatasarayê ne,dayîkên,şemiyê,400,heftene,li,qada,galatasarayê,ne

Dayîkên Şemiyê 400 heftene li Qada Galatasarayê ne

Dayîkên Şemiyê yên 17 salin li windayan digerin dê sibê di hefteya 400'emîn de li Qada Galatasarayê bên cem hev.

A+ A-

MUTHA ÇETÎN/GULER CAN

Dayîk û bavên ji bo zarokên xwe bibînin têkoşînê didin li Qada Galatasarayê pîr dibin û zarokên li bavên xwe digerin jî li qadê mezin dibin. Dayîka Berfo ya 105 salî û zarokê bi navê Denîz Guluay ê 12 salî dixwazin hem gorên windayan bên dîtin û hem jî hesaba windayan bê pirsîn.

Dayîkên Şemiyê ji Dayîkên Plaza De Mayo yên ji bo zarokên xwe yên di îşkenceyê de yên di dema darbeya Arjantînê de hatin windakirin li Qada Plaza De Mayoyê hatin cem hev feyîz girtin di 27'ê gulana 1995'an de li Qada Galatasarayê hatin cem hev û çalakiya xwe yê ya ewil li dar xistin. Dayîkên di 27'ê gulana 1995'an de bi peydakirina cenazeyê Hasan Ocak ê ku di 20'ê adara 1995'an de dema piştî Komkujiya Gaziyê ji mala xwe derket û careke din tu agahî jê nehatin, her roja şemiyê saet di 12.00'an de bu gurnefîlên sor û pankarata "

Di 20'ê Adara 1995'an de piştî komkujiya Gaziyê Hasan Ocak dema ji malê derket êdî agahî jê nehat girtin. Piştî ku cenazeyê Ocka hate dîtin, dayikên Şemiyê di 27'ê Gulana 1995'an de her hefte saet di 12.00'an de rojên şemiyê dest bi çalakiyan kirin. Dayikan bi slogana "Kiryar diyar in winda li ku ne" ketin nava çalakiyan û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Li Tirkiyeyê hezar û 500 kes winda ne û li gel dayîkên li zarokên xwe geriyan, jinên li hevserên xwe geriyan û zarokên li bavên xwe geriyan jî li Galatasarayê dest bi lêgerîna "dadê" kirin. Dayîkên ji bo windayên di binçavan û bûyerên kiryar nediyar ên piştî darbeya 12'ê Îlonê pêk hatin bên dîtin hatin Qada Galatasarayê piştî çalakiyan rastî darpkirina polîsan hatin û hatin binçavkirin. Dayîkên Şemiyê di 13'ê adara 1999'an de rastî mudaxeleya polîsan a tund hatin û navber dan çalakiya xwe û di 31'ê çileya 2009'an de careke din li Qada Galatasarayê dest bi çalakiya xwe kirin. Xizmên windayan ên hatin Qada Galatasarayê ji bo winda bên dîtin kiryar bên darizandin bi salan têkoşîn dan.

Dayîka Berfo bang li dayîkan kir ku hesabê bipirsin kir

Ji dayîkên li windayan digeriyan yek jî Dayîka Berfo ya 105 salî ye. Berfo Kirbayir dayîka Cemîl Kirbayir ê ku di 13'ê îlona 1980'an de li navçeya Golan a Qersê li malê hate binçavkirin û pişt re tu agahî jênehatin girtin e. Dayîka Berfo 32 salin têkoşîna xwe dimeşîne û tu caran dest ji têkoşînê berneda. Ligel Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê par têkildarî lêpirsîna derbarê Cemîl Kirbayir de daye destpêkirin de gotin, "di binçavan de îşkence dît û ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî ji aliyê peywirdarên cemaweriyê yên lêpirsîn kirin ji holê rakirin" dîsa jî cenazeyê wî nehate peydakirin. Dayîka Berfo jî hêj li benda dê rojekê kurê wê bê ye. Dayîka Berfo ji ber temenê wê borî êdî nikare bi hêz di nava çalakiyan de cih bigire bi ambulansê çubû rûniştina doza darbekarên 12'ê Îlonê û hesab ji darbekaran pirsî. Dayîka Berfo ji ber tenduristiya wê baş nîne êdî ji nav doşekê dernakeve. Dayîka Berfo dema diaxive her tim bertekên xwe nîşanî Serokomarê 7'emîn Kenan Evren dide. Dayîka Berfo ya nexweşa pençe şêrê bang li hemû dayîkan kir ku hesabê ji qatilên zarokên xwe bi pirs in.

'Ez dayîk im'

Dayîka Berfo, diyar kir ku dema kurê wê windabû Serfermandar Kenan Evren bû lê hêza wî qasê wê nîn e û got "Ez dayîk im" û dest vi vegotinê kir û wiha got: "Evren bikev kunê de jî ez dê wî peyda bikim. Bila pembuyê di guhê xwe de derbixe. Ez dayîk im. Ma dewlet niza çi kir. Dewlet dizane. Ez wî efu nakim, wî çawa kurê kin kuşt. Wî ez xistim nava doşekan. Evren pembu danî guhê xwe de û nexwast min bibîhîze. Ez dê wan guhan vebikim ez dayîk im." Dayîka Berfo, anî ziman ku ew Evren efu nake û wiha axivî: "Li ber deriyan heta serê sibê ez li benda zarokê xwe mam. Bila zarokê min bidin min. Cenazeyê zarokê min dê bê." Dayîka Berfo, da zanîn ku ew dê hewil bidin roja şemiyê bê çalakiyê û wiha axivî: "Ez di nava doşekê de me nikarim bêm. Heke ez bêm dê bêm. Bila dayîk dest ji zarokên xwe bernedin."

'Min berê got lîstîk e lê pişt re min fêm kir'

Denîz Gulunay ê ku dema bavê wî Hasan Guluay hate windakirin 8 salîbû û ji bo bavê xwe Hasan Guluay ê ku di 1992'yan de hate windakirin di 12 saliyê de li Qada Galatasarayê dest bi rûniştinê kir û rastî lêdana polîsan hat û hate binçavkirin. Denîz weke zarokê şemiyê li Qada Galatasarayê mezin bû. Denîz Guluay, diyar kir ku dema bavê wî hate binçavkirin nû dest bi dibistanê kiribû û berê tiştên jiyîn weke lîsti dîtin lê pişt re hînbû ku êdî bavê wî winda bû û venageriyê. Guluay, anî ziman ku dayîka wî ji wî û 3 xwîşk û birayên wî re got "karê bavê xwe heye dê bê" û di serdagirtina malê de hêj 8 salî ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Guluay, da zanîn ku her tim ji dayîka xwe pirsa bavê xwe kir û wiha got: "Piştî dayîka min di binçavan de derket roja din rojnameyek gir û gelek girî. Em 3 rojan li malê man. Piştî bavê min nehat em çûn mala dapîra xwe. Kesek li kargeha bavê min geriya û got, 'Hasan Gulunay hate binçavkirin têkildarî wî de tiştekî bikin' Piştî vê telefonê dayîka min dest bi hewildanan kir. Di roja 55'an a windabûna bavê min de dayîk û xalê min li qadan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn. Ew dema nayê bîra min lê ji ber ku her tişt ji min re hate gotin ez hemûyê dizanim. Midûrê Polîsan, berê bavê min hate binçavkirin û îşkence dît qebul kir piştî bûyer di çapemeniyê de derket înkar kir. Polîsan bi ser mala me de girt. Berê ji me re weke lîstîkekê hat. Em derdiketin qadan me slogan berz dikirin. Pişt re em hînbûn ku em çi dikin. Me berê dizanî ku 'karê bavê min heye nayê' Di roja 55'emîn de me li Taksîmê çalakî kir lê ez weke diçim parqê bûm."

'Ez nefretê ji kesên bavê min kuştin dikim'

Gulunay, da zanîn ku di roja 55'emîn de êdî rastî fêm kir û ew yek qebul kirin û wiha axivî: "Hêz ez biçûk li hemberî polîsan hêrsa min hebû. Dema min polîs didîtin min dujîn li wan dida ji ber ku li gorî min wan bavê min ji me girt. Dema çalakiyên şemiyê dest pê kirin ez 12 salî bûm. Ez bi dayîka xwe re diçûm. Ez bi dayîka xwe re hatim binçavkirin. Berê min ji kesên bavê min kuştin nefret dikir lê piştî 12 saliya xwe de ez hînbûm ku dewlet polîsan weke amûr bikartîne. Rojnameger Metîn Goktepe hemû wê demê. Her tim çalakiyên Dayîkên Şemiyê dişopandin û her tim bi min re dilîzt. Pişt re min bihîst ku Goktepe di bin çavan de hate qetilkirin. Piştî vê yekê hîn bêtir ez hînbûm ku dewlet mirovan dikuje." Guluay, bilêv kir ku di çalakiyan de gelek bi hêrs û kîn berê xwe dida polîsan û wiha pê de çû: "Çarekê polîsekî ji min re got, 'Tu gelek xerab berê xwe didî me. Çima tu wisa berê xwe didî me" Min jî ji wî re got, 'We ji min canek girt ez jî dê bigirim.' Armanca min ew e ku ez tola bavê xwe bigirim. Lê pişt re min fêmkir ku tenê bavê min na gelek kesên din ên hesaba wan bêpirsîn hene. Di çalakiyên şemiyê de min gelek çîrok guhdar kirin. Êdî we der ji me re bû malbatek. Li wir malbatekî gelek mezin heye lê hemû malbatên hatin perçekirin. Berê min her tim digot heke bavê min neçûma wisa nedibû. Min digot hes ji me nedikir çû. Pişt re min ferq kir. Li dibistanê hevalên min ji min re digotin 'em biçin bavê te ziyaret bikin' min jî ji wan re digot, 'gora wî tuneye' hemû matmayî diman. Min ji wan re digot, 'Bavê min şoreşger bû. Dewletê ew kuşt:' Lê tu kesî bawer nedikir. Min digot, 'Bavê min tuneye gora wî jî tuneye' ji wan re gelek sosret dihat. Bavê min her tim serê sibê em hişyar dikirin û em maç dikirin wisa diçû kar. Ez bêjim roja dawî jî em maçkirin û derket. Lê em hişyar nekirin. Hemû kesên li wir dayîk, bav, bira û xwîşkên min in. Dema ez diçim wir ez her tiştî careke din dijîm. Ji ber vê yekê demek dirêj min nekarî ez biçûm qadê. Lê niha ez dikarim biçim û diçim. Ez her tim ji xwe re dibêjim 'Xweziya wê demê hinek temenê min mezin ba da min tiştekî kiriba' Heke em hinek din mezin ban me jî dê tiştek kiriba."

'Ew qad a me ye'

Guluay, destnîşan kir ku tenê ji bo gorekî bavê wî hebe na ji bo hesabê bipirse diçe Qada Galatasarayê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez dixwazim peyama te ew ji min girt min peyda kir bidim. Heta qatil neyên cezakirin em rehet nabin. Dema ez li Qada Galatasarayê derbas dibim kî li cem min be ez dibêjim ev qad a me ye. Dema ez diçim wê qadê ez gelek rehet dibim. Ew der ji me re bû mal. Bû qada em hesabê lê bipirsin. Qada ez ewil lê hatim binçavkirin û qada çalakiya ewil min dest pê kir e. Divê ji bo Dayîkên Şemiyê bihestiyariyekî gelek mezin hebe. Gelek winda hene lê gelek kêm tên. Dayîkên Şemiyê ew qada qezenc kirin."

DİHA