1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dayîkên Şemiyê li aqubeta Nezîr Acar pirsîn
Dayîkên Şemiyê li aqubeta Nezîr Acar pirsîn,dayîkên,şemiyê,li,aqubeta,nezîr,acar,pirsîn

Dayîkên Şemiyê li aqubeta Nezîr Acar pirsîn

A+ A-

ŞIRNEX (DÎHA) - Dayîkên Şemiyê yên Cizîrê di çalakiya vê hefteyê de aqubeta Nezîr Acarê ku di sala 1992'an de hat windakirin pirsîn.

Li navçeya Cizîrê Şirnexê Dayîkên Şemiyê ev 289 hefte ne li Kuçeya Hunerê ji bo qubeta windayiyan bipirsin û kujerên wan bên darizandin çalakî li dar dixin. Di çalakiya vê heftê de endamên MEYA-DERi, rêvberên ÎHD'ê, endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê û gelek kes tevlibûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên ku hatine windakirin û pankarta "Albuma windayiyan" hat vekirin. Dayîkên Şemiyê vê heftê çîroka windakirina Nezîr Acar ê ku di sala 1992'yan de li Kerboranê ji hêla leşkeran ve hat windakirin pirsîn.

Birayê wî Salih Acar got ku kekê wî li mala ku çûbû mêvandariyê bi 2 hevalên xwe re hat binçavkirin û ev tişt anî ziman: "Di nava rojê de bi pêşengiya leşkeran endamên JÎTEM'ê bi ser malê de girtin. Kekê min û her du hevalên wî bi darê zorê binçav kirin. Her du hevalên wî piştre serbest hatin berdan. Kekê min ji wê rojê heta niha winda ye. Me hestiyên wî jî nedît. Li se vê yekê salan dem derbasbûye hê jî dilê me dişewite."

Piştî axaftina Acar endamê ÎHD'ê Abdulkerîm Pusat jî axaftinek kir. Pusat diyar kir ku ligel her tişt li holê ye jî kujer nehatine darizandin.

Piştî axaftinan 5 deqe çalakiya rûniştinê pêk hat û piştre dawî li çalakiya xwe anîn.

(wk)