1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dayîkên Şemîyê: Roj baş Cemîl Çîçek
Dayîkên Şemîyê: Roj baş Cemîl Çîçek,dayîkên,şemîyê,roj,baş,cemîl,çîçek

Dayîkên Şemîyê: Roj baş Cemîl Çîçek

A+ A-

12:21 04.01.2014 1 / 7 ŞIRNEX (DÎHA) - Dayikên Şemiyê, vê hefteyê aqûbeta Nezîr Acar ê di sala 1992'an deli Kerboranê ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin û windakirin pirsîn. Nûnerê ÎHD'ê yê Cizîrê Abdullkerim Pusat, bal kişand ser gotina Serokê Meclisa Tirkiyeyê Cemil Çiçek a duh û got "Roj baş Cemil Çiçek! Bi salan in ev dayik dibêjin edalet û dixwazin ku daraz serbixwe be. Ma hûn nû dizanin?"

Dayikên Şemiyê yên Cizîrê her hefte biboneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin dadikevin kolanan û çalakiyan pêk tînin. Dayikên Şemiye vê hefteyê jî li ber Lîseya Cizîrê kom bûn û çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hembêz kirin û pankart vekirin. Di çalakiyê de rêveberên MEYA-DER, ÎHD û xizmên windayan amade bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Nezîr Acar ê di sala 1992'an deli Kerboranê ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin û windakirin pirsîn. Birayê Nezîr Salih Acar, diyar kir ku birayê wî Nezir di sala 1992'an de leşkeran ew li mala hevalê wî binçav kirin. Acar, da zanîn ku leşkeran birayê wî û 2 kesên din birin qereqola Cendirmeyan a Kerboranê û piştî binçavkirinê 2 kes berhdan û birayê wî nehat berdan. Acar, da zanîn ku piştî birayê wî hat binçavkirin êdî tu agahî jê nehat girtin.

'Bila gorek ku em fatîheyê li ser bixwînin hebe'

Acar, ani ziman ku ew dixwazin êdî bigêjin cenezayê xwe û hesap ji kujeran bê pirsîn û wiha got: "Em dixwazin hestiyên zarok û xizmên me bên dîtin. Em dixwazin ku gorek em fatîheyê li ser bixwînin hebe. Bi salan in mirovên bê guhen û sûc hati windakirin û hêj aqûbeta wan nediyar e. Em dibêjin êdî bes e.

Nûnerê ÎHD'ê yê Cizîrê Abdullkerim Pusat, bal kişand ser gotina Serokê Meclisa Tirkiyeyê Cemil Çiçek a duh û got "Roj baş Cemil Çiçek! Bi salan in ev dayik dibêjin edalet û dixwazin ku daraz serbixwe be. Ma hûn nû dizanin?" Pusat, pirsa "Hûn nû ferq dikin, piştî ku serê derziyê gihişt he hûn pê hisiyan? Berdana van kujer û sûcdaran dilê mirovan diêşîne. Ger ku bi rastî edalet hebe divê berî her diştî êşên van dayikan bên kewandin."

Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.

(mae)